Li Rojhilatê Kurdistanê ‘Hezar Def’ pireke di navbera rabirdû û niha de ye

Gundê Palangan ê li herêma Hewramanê yê Rojhilatê Kurdistanê bi perestgehên agir, pirên kevin, kelehên dîrokî û kevirên gorên bi nivîsên Kufîkî, dîroka kevnar a herêmê nîşan didin û şopên dîroka serdema Medan nîşan didin.

Navenda Nûçeyan – Festîvalên ku li Rojhilatê Kurdistanê, tên lidarxistin, wekî bîra zindî ya mîrateya dewlemend a çandî û olî, dîrok û kevneşopiyên yek ji kevintirîn şaristaniyên cîhanê ne. Ev festîval bi hêza çanda resen a gelên Mezopotamyayê, têgihîştina wan a jiyanê di ahenga bi xwezayê re, dewlemendiya wan a folklorîk eşkere dikin.

Çandeke resen û kevnar e

Di vê çarçoveyê de “Festîvala Hezar Def” salane wekî festîvalek bi heybet û rengîn tê pîrozkirin ku mîrateya muzîkî ya dewlemend a çanda Kurdî bi civakê re tîne gel hev. Festîval bi taybetî balê dikşîne ser cihên dîrokî, çandî û girîngiya erbaneyê di muzîka Kurdî de tekez dike. Hunermend, jin û ciwanên Kurd bi performansên xwezayî û ji dil beşdarî vê şahiyê dibin. Rêxistinkirina festîvalê jî bi hewldanên kolektîf ên gel pêk tê. Komîteyên amadekar ciwanên herêmê yên ku dizanin li defê bidin tînin cem hev. Wekî beşek girîng a pîrozbahiyan, li lûtkeyên çiyayan agir tê pêxistin. Sê roj û sê şevan, jin û mêrên ciwan li dora agir nobedariyê dikin da ku ew agir venemire. Di dawiya roja sêyemîn de, bi defan daketina ji serê çiyayan ber bi gundan ve dest pê dike.

‘Ne tenê pîrozabahî ye cejneke çandî û olî ye’

Her çendî hinek derdor vê bûyerê wekî cejnek bi nav bikin jî ji bo gelê Kurd ev pîrozbahî ne tenê cejnek e. Di heman demê de cejneke çandî û olî ye. Ew sembola girêdana di navbera xweza û mirovahiyê, hevgirtina civakî û pêşwazîkirina biharê ye. Hezar Def kûrahiyek giyanî û rewşenbîrî hildigre, girêdaneke xurt di navbera çand, ekolojî, huner û civakê de ava dike.

Geştek ji bo Bihuşta Parêzgeha Kurdistanê

Li herêma Hewramanê ya Kurdistanê, ban û hewşên xaniyên gundan ji bo lêderên Defê vedibin. Rîtmên ku di van wargehan de deng vedidin, ji serê çiyayan heta geliyan olan didin. Bi cilên gelêrî yên rengîn re dibin yek da ku wateyek mezin bidin hatina biharê. Ev pîrozbahî, ku li dilê Çiyayên Zagrosê tê lidarxistin, bi dengê bi hezaran defên ku bi dengê Çemê Sîrvan re dibe yek, silav dide geşbûna biharê. Gundê Palangan ê dikeve aliyê rojavayê eyaleta Kurdistanê û di nava sînorê Kirmaşanê, herêma Hewramanê de ye; navenda vê cejnê ye.  Pîrozbahiyên ku li ser qadeke berfireh belav dibin ji Cejna Newrozê dest pê dikin û di Adar û Nîsanê de berdewam dikin.

Gundê Palanganê li parêzgeha Kurdistanê, bi "festîvala Hezar Def", perestgehên agir, pirên kevnar, kelehên dîrokî û kevirên goran ên bi nivîsên Kufîkî, dîroka kevnar a herêmê nîşan dide. Ev avahî şopên serdemên dîrokî yên cuda ku digihîjin serdema Medan di nava xwe de dihewînin.

Rêzgirtina ji bo çandê

Merasîma Hezar Def ji bo gelê Kurd xwedî wateyeke kûr e. Berê, dema ku defek di dema performansê de dihat şikandin, jê re digotin “şehîd”, ev wate nirxa ku ji bo amûrê dihat dayîn nîşan dide. Wekî nîşaneyek vê rêzgirtinê, bêyî bedena paqij dest nedidan defê. Îro hema hema li her malek li Palanganê defek heye û gelek kes dizanin ka mirov çawa vê amûrê bi kar tîne.

Di salên dawî de, festîvalê mazûvaniya bi hezaran mêvanan kiriye. Her kesê ku beşdarî festîvalê dibe wekî beşek ji vê ezmûna çandî ya hevpar tê hesibandin.