Sembola jinên Rihayê: Hawa

Her hevoka ku bi xemla bîranînan dihat hûnandin, rastiya wê ya ku koka xwe berdaye ax û welat jî diyar dikir. Lewma, pênaseya herî pîroz û bi wate ev bû: "Ew keç, keça dayika xwe bû."

JÎN EVÎNDAR

Navenda Nûçeyan – Pir caran mirov di guftûgoyên jiyanê de, dibe bîreke ji bîranîn û ezmûnên hevrêtiyê. Di wan parvekirinan de, efsûneke nepenî xwe li dilê mirov dialîne. Hinek caran bi ken û dilxweşî, hinek caran jî bi xemgînî û bêrîkirinê; hêza hestên dilovanî ji lêvan diherike. Çawa ku penûs ji bo ramanên nivîskî dibe çeka herî bi bandor, bîranîn jî dibin çeka herî bi wate ya bîra mirovahiyê. Ew dişibe wan nivîskarên ku xwe di nav rûpelên pirtûkan de winda kirine û bi dîtina rastiyê, nasnameya gelê xwe ji nû ve ava dikin.

Ew jina şoreşger û pêşeng Hanim Yaverkaya ango bi nasnav Hawa, bi bîranîn, serpêhatî û fermandariya xwe bûye teyisîna rastiya gelê xwe. Hemû rûpelên ku bûne meydana berxwedan û lehengiyê, îro ji bo azadiyê dibin pira navbera raborî û pêşerojê.

Wê bişibe heyva çardeşevî û stêra li dora dinyayê wê hem şev û hem jî roj bibe pisûleya hewrêtiyê

Her hevoka ku bi xemla bîranînan dihat hûnandin, rastiya wê ya ku koka xwe berdaye ax û welat jî diyar dikir lewma pênaseya herî pîroz û bi wate ev bû: "Ew keç, keça dayika xwe bû." Weke ku veguhestina nifşekî bo nifşekî din be. Wê dayîka ku ji pêsîra singê xwe şîr dabû keça leheng, bi kincê agirê azadiyê jî pêçandibû. Berê wê dida qibleya rojê û bang li tevahî xatûnan dikir û digot " Wê bişibe heyva çardeşevî û stêra li dor dinyayê. Wê hem şev û hem jî roj bibe pisûleya hewrêtiyê". Ew keça ku dibû pisûleya hewrêtiyê di sala 1962'an li navçeya Hîlwanê ji dayik dibe. Dayika Dûrê ji keça xwe re dibe mînakek şenber ya hêz û hêzdariyê. Keça jîr û şareza ji zanabûn, azwerî û ezmûnên dayika xwe ji xwe re dike bingeha jiyanê.

Di paxila wan sal û demsalên derbasbûyî de, îro jî şopên wê dayika jîr û zana û keça wê ya serhildêr bi pexşanên dilsoziyê tên wesifkirin. Ew şoreşgerên ku ji wan dem û dewranan re heta roja îro şahidî kirine, bi awayekî hestiyar û dilnizmî hevrêtiya vejîna rastiya jina serhildêr dikirin. Em û ew dibûn mêvanên hev ên şerkeriya penûs û kamerayan. Bi rastî jî ez bawer nakim ku penûs di vegotina zehmetî û xweşiyên her kêliyê de serkeftî be; ji ber ku her kêlî bi serê xwe ezmûnek û diyariyeke mezin a hevalbendiyê bû.

Jina têkoşer û serhildêr Hawa bi nasnav Hanim Yaverkaya, di komkirina amûr û belgeyên portreya xwe de jî şopên dîrok û hevretiyê anîbûn pêşberî me. Berî ku em ewqas kûr û zelal li ser bifikirin, wê pêşengên tevgera azadiyê yekser bi me dabûn naskirin. Her ku nîşe, guftogo, penûs û kamerayên me di nav civata bîranînên şoreşgeran de digeriyan, em dibûn mêvanên herî bextewar ên wan pêşengên azadiyê. Lewma di xeleka vê hefteyê ya "Starên Azadiyê" de, beşeke mezin a şoreşgerên wan serdeman dibin mêvanên bîr û hestên me.

Dibûn çiraya seven dirêj di Çileya zivistanê

Her yek ji wan lehengan weke xezîneyeke dîrokê bûn mêvanên me. Dibûn çiraya şevên dirêj ên Çileya zivistanê. Hevriya Hawa ya bi nave Rojîn Munzur, di hemû parvekirinên xwe de zehmetiya wesifkirina hestan, bêrîkirinên weke birîneke qaliknegirtî û kendûkospên gavên destpêkê di hemû şaneyên me de dida hîskirin. Her çiqas hevok bi jana bêrîkirinê dihatin hûnandin jî hêsirên çavên Rojînê weke baranê li ser hinarokên wê diherikîn. Rojîna çavxwezayî bi hêsirên xwe stêrkeke geş di asîmanê dilê me de vêdixist. Ew çavên şil û tije girî, jana bêdengiya salên dirêj bû.

Êdî dema vekirina hemû deriyên miftekirî bû. Hest û bîranînên di sindoqan de asê mabûn, bi riya bernameya Starên Azadiyê û sinca hevretiyê dihatin eşkerekirin. Bi vî awayî, ew kaxiza ku dibû meydana cengê, bi penûsa dilsoziya Rojîna çavxwezayî dibû cihê parastina rûmetê. Her wiha mirov bi naskirin, lêkolîn û parastina rûmeta xwe, bi hevrêtiya rêgez û pîvanan bi ser dikeve. Lewre Starên Azadiyê dibe navnîşana dîroka nirxên azadiyê û rûmeta hevretiyê.