Jiyana Reşa Rizq: Ji stranên zaroktiyê ber bi Operaya Cîhanî ve

Stranbêj û bestekara Sûrî Reşa Rizq ku bi dengê xwe yê bêhempa bûye sembola zaroktiya bi milyonan zarokên li Rojhilata Navîn, ji qonaxên destpêkê yên li Şamê heta sahneyên operayê yên navnetewî û konserên nostaljiyê rêwîtiya xwe ya hunerî nîşan da.

Navenda Nûçeyan Stranbêj û bestekara Sûrî Reşa Rizq di 5’ê Adara 1976’an de li Şamê ji dayîk bû. Rêwîtiya wê ya muzîkê, di 9 saliya xwe de dest pê kir. Dema ku malbata wê deng û şiyana wê ya bêhempa ya lêxistina melodiyan bi hesasiyet kifş kir, êdî ji bo wê jiyanek nû destpê kir. Dayîka wê desteka wê ya yekem bû, bi rêya perwerde û xwendinê jêhatîbûna wê xurt kir.

Ramana ku evîna wê ya muzîka Rojhilat bi şêwazên muzîka Rojavayî re bike yek

Di sala 1988’an de, di 12 saliya xwe de tevlî koma muzîkê ya "Pêşengên Şamê" bû. Kom ji hêla muzîkjen Adnan Ebû El-Şamat ve dihat rêvebirin. Ev ezmûn bû "paşxaneya” wê ya muzîkê ya yekem, ku li wir wê bingehên muzîka Rojhilat, di nav de stranên kevneşopî, mûwaswahat û muzîka klasîk a Erebî, her wiha bingehên hebûna li ser dikê û performansa giştî fêr bû. Di ciwaniya xwe de, Reşa eleqeyek mezin bi şêwazên muzîka caz, rock û Rojavayî re bipêş xist. Ev yek bû sedema ramana ku evîna wê ya muzîka Rojhilat bi şêwazên muzîka Rojavayî re bike yek.

 Di sala 1996’an de, Reşa Rizq koma xwe ya yekem a cazê, "Itar Al Shamaa" (Bêha Şemê), bi muzîkjen û gîtarîst Îbrahîm Sûleymenî -ku paşê bû hevjînê wê- re, ava kir. Komê şêwazek muzîka holandî ya bêhempa û cihêreng pêşkêş kir. Komê, amûrên rojavayî bi nasname û gotinên Sûrî û rojhilatî re kir nav ahengek.

Zaroktî û xewna ku meşaleya hunera Operayê pêxist

Di dawiya salên 1990’î de, xalek werçerxê çêbû ku Reşa Rizq bi zaroktiya bi milyonan zarokan li Rojhilata Navîn re kir dengek hevwate. Ev bi saya peymana wê bi Navenda Dubbingê ya Al Zahraa, pargîdaniya hilberînê ya kanala Spacetoon, bû. Lê Reşa ne tenê hunermendek deng bû; wê di heman demê de dest bi kariyerek wekî bestekar, nivîskara gotinan û stranbêj jî kir. Bi şiyana xwe ya adaptekirina dengê xwe ya li gorî rêzefîlm û mijarên cihêreng, wê rêzek berfireh ji berheman pêşkêş kir. Ji stranên mijar ên tijî çalakî, yên wekî "Hunter x Hunter" û "Detective Conan" bigre heya stranên romantîk û hestyar ên wekî "Remî" û "Ahd Al Sadiqa" (Soza Heval) û gelek stranên din ên bîranînê.

Dengê wê gihîşt bi milyonan malan

Tevî leza wê ya dijwar a kar, stranbêjî û tomarkirina stran û helbestan, wê israr kir ku perwerda xwe ya operayê bidomîne. Ew li Enstîtuya Bilind a Muzîkê ya li Şamê qeyd bû, li wir wê perwerda operayê (soprano) ji pispor û profesorên pêşeng ku di nav de stranbêja operayê ya Rûs Galina Khalideva û muzîkjenê Sûrî Solhi El-Wadi hebûn, girt. Di sala 2002’yan de mezûn bû û zanîna xwe zû pratîk kir, mîna mamoste û profesora zanîngehê li heman enstîtuyê û wekî stranbêja operayê li Operaya Şamê xebitî. Ew her wiha beşdarî konserên herêmî û navneteweyî li Parîs, Îtalya û Emmanê bû. Di vê heyamê de, wê di operayê de û li ser kanala zarokan a Spacetoon geşbûnek girîng dît, dengê wê gihîşt bi milyonan malan. Wê her wiha rola sereke di Ibn Sîna de lîst, yekem operaya Erebî ku li Dohayê hate pêşandan û ji hêla muzîkjenê Hollandî Michel Borstlap ve hatiye çêkirin.

Piştî şerê li Sûriyeyê terka welatê xwe da

Wê di 13’ê Gulana 2007’an de li Şamê albûma xwe ya yekem, "Mala Me", derxist. Albûm hevkariyek bi hevjînê xwe û komek muzîkê re bû. Albûm, bi tevliheviya xwe ya caza Rojhilatî tê zanîn, heşt stranên populer ên wekî "Rain," "Liar," û "Question Marks" dihewîne. Albûmê, di nav hezkiriyên muzîka alternatîf de serkeftinek mezin bi dest xist. Ji ber şert û mercên dijwar û şerê li Sûriyeyê, Reşa Rizq terka Şamê da û li Parîsê bi cih bû. Wê kariyera xwe ya hunerî wekî soprano li Operaya Fransî û wekî şêwirmenda muzîkê ya zarokan domand. Wê bi gelek komên muzîkê yên navdar re, bi taybetî bi koma fransî ERA re, li ser stranên mîna "Prayers" û "Rebirth" hevkarî kir. Wê her wiha strana fîlmê derhêner Nadîne Labakî "Caramel" got.

Xala duyemîn a di kariyera wê ya hunerî û muzîkê de

Di destpêka sala 2017’an de Reşa Rizq "Angel" derxist. Albûmek ku hem ji hêla hestyarî û hem jî ji hêla siyasî ve xalek girîng nîşan da. Di vê albûmê de, Reşa vîzyona xwe ya li ser guhertinên ku li Rojhilata Navîn diqewimin kurteber kir, wê ji bo zarok, jin û hemû kesên ku dengê wan nayê bihîstin û wê wekî qîrînek mirovî li dijî kêmkirina qurbaniyan bo tenê statîstîkan dît. Reşa diyar kir ku stranên di albûmê de ji çîrokên jiyana rastîn îlham girtine. Wê felsefeya albûmê di daxuyaniyekê de kurteber kir: “Ev stran dengên mirovên ku em di nav bombebaran, niheqî, dîktatorî û bêbextiyê de nebihîstin e.”

Konserên ‘Nostaljiyê’ yên ji bo temaşevanên mezin

Di salên dawî de, Reşa Rizq bal kişandiye ser dayîna konserên zindî li cihên sereke yên Erebî û navneteweyî yên wekî Dubaî, Riyad, Emman, Doha û herî dawî, Navenda Ithra li Erebistana Siûdî.

Van konserên ku hemû bilêtên wan hatine firotin, bi hezaran ciwanên ji nifşa salên 1990’î kişandine. Di konserên xwe de, ew stranên ji albûmên xwe yên "Mala Me" û "Angel" bi şîrovekirinên ji nû ve yên stranên ji rêzefîlma efsanewî ya Spacetoon re tevlihev dike û aranjeyên orkestrayê yên mezin pêşkêş dike ku bîranînên zaroktiyê di temaşevanên wê de vedijînin.