Jina herikbariya zanistê bi honandina helbestê re kirî yek

Nivîskar û matamatîkvana Înglîz Augusta Ada Byron a ku zanist bi zimanê helbestê herikbar kirî ji ber kêrhatiyên xwe yên nimuneyî bi gelek navên dinê jî tê nasîn. Yek ji sazumankarên bernameyên kompîturê yên despêkê ketiye dîrokê.

Navenda Nûçeyan - Nivîskar û matamatîkvana Înglîz Augusta Ada Byron hîn zêdetir bi navê Ada Lovelace tê nasîn. Sedsala 19’an dema destûr nedihat dayîn jin tevlî nîqaşên zanistê bibe wê di kovarek zanistî de li ser pergalên kompîturê ji jinên despêkê yên weşana akademîk kiriye. Di vê dema ku jinan nikarî li ser zanistî tiştekî bike, ji bo ‘jinbûna’ xwe diyar neke, nivîsên xwe bi îmzeya tîpên destpêka navê xwe ‘A.A.B’ weşand. 
Augusta Ada Byron bû, 10’ê Kanûna 1815’an li Londonê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Ew keça helbestkarê îngîlîz Lord Byron (George Gordon) û Isabella Mîlbanke ya ku bi hezkirina xwe ya matematîkê dihat zanîn e. Hîna yek mehî bû dê û bavê wê dest ji hev berdidin. Ada ya ku bavê xwe nedîtiye bi heskirina dayika xwe ya matematîkê mezin dibe û bi kêrhatinên xwe yên di matematîkê de weke efsuna hejmaran tê nasîn.
Xeyalên Ada yên firînê
Ada ya zarokatiyek zehmet dijî her tim nexweş dikeve. Di 8 saliya xwe de êşên bi şîdet ên serî dijî. Di hezîrana 1829’an de bi nexweşiya sorikê dikeve û felç dibe. Heta salekê di nav nivînan de dimîne, lê xwe di aliyê matematîkê de pêş dixe. Di 12 saliya xwe de biryar dide ku bifire û li ser firînê dest bi lêkolînan dike.
Li Îngîlîstanê heta sala 1832’an tevlîbûna jinan a nîqaşên zanistî qedexe bû. Wê demê jin çiqas perwerdekirî bin jî wek objeyek domestîk a malbatê dihatin dîtin. Sala 1835’an di temenê 20 salî de bi Wîllîam Kîng re ku 10 salan jê mezin bû re zewicî. Sala 1838’an hevjînê wê Wîllîam merteba ‘Lovelace Kontu’ girt Ada jî dibe ‘Kontesa Lovelace’. Murebiye bi 3 zarokên Ada û Wîllîam re eleqeder dibin. Ji ber zanist  di jiyana wê de xala herî serkeye, ji bo wê jî bi qasî tê xwestin bi plansaziyên kontesekê tê re mijul nabe. Bi serkeftinên xwe yên di qada zanistê de li nava dîrokê navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsiye.
Efsûna hejmaran
Ada Lovelace, bi mucîdê ‘Maşîneya Ferq’ Charles Babbage nas dike. Ada ji zanîna matematîkê ya Charles bi bandor dibe. Li ser matematîk û mantiqê nîqaş û xebatên wan ên hevpar çê dibin. Hevaltiya wan heta seranserê jiyana wan didome. Charles ji ber hêza serkeftinê ya Adayê, jê re dibêje ‘jina efsûna hejmaran’.
Destekvanê herî mezin ê Adayê, Charles bû. Charles li ser îcada xwe ya nû ya bi navê Makîna Analîtîk (Analytîc Machîne) dixebite. Ada nivîsa matematîkvanê Îtalyan Louîs Menebrean ji Fransî wergerî Îngîlîzî dike û şîroveyên xwe jî lê zêde dike. Bi teşwîqa Charles di 1843’an de nivîs di kovarek zanistî de tê weşandin.
Hostaya bernameyên kompîturê
Ada bi nîşeyên li wergerê zêdetir kir, hejmarên Bernoullî, bi makîna Charles çawa tê hesabkirin, bi berfirehî vegot. Ev metoda Ada yê ji aliyê dîroknasan ve wek yekem bernama kompîturê tê qebûlkirin. Ada dibe xwedî merteba ‘bernameçêkera yekem.’ Di jiyana xwe ya kurt de piştgiriyek mezin dide zanista kompîturê . 
27’ê Mijdara 1852’an ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest dide û li cem bavê wê yê qet nas nekiriye hat definkirin. Piştî mirina wê şûnde navê bernameyên bi starta ISO ku Departma Parastina DYA’yê di navbera 1977-1983’an de pêş xistiye, kirin Ada. 
Di sala 2008’an de ji bo xwendekarên jin ên zanista kompîturê li ser navê wê pêşbirkek tê destpêkirin. Konferansa BCS Women Lovelace Colloquîum ya salane ji bo xwendekarên jin tê dayîn, navê wê ji Ada Lovelace tê. Ji ber xebatên Adayê, her sal roja sêşema duyemîn a meha cotmehê wek Roja Ada Lovelace (Ada Lovelace Day) tê bibîranîn.