Fîlma ‘Jina di şer de’ mînakeke xurt a hevgirtina jin û xwezayê ye

Sînemaya ekolojîk têkoşîna jinan a ji bo parastina jîngehê tîne ser ekranê, berxwedana Halla ya di fîlmê Woman at War de nîşan dide ku jin di eniya herî pêş a têkoşîna ji bo parastina ax û avê de ne.

Fîlma ‘Jina di şer de’ mînakeke xurt a hevgirtina jin û xwezayê ye

Navenda Nûçeyan – Têkoşîna li dijî xirabûna ekolojîk û talankirina çavkaniyên xwezayî li cîhanê roj bi roj mezin dibe. Di vê berxwedanê de rola jinan û serpêhatiyên wan ên navendî di heman demê de dibin mijara sereke ya sînemaya hemdem. Aktivîstên jîngehê û hunermend destnîşan dikin ku jin ne tenê ji qeyranên avhewayê bi bandor dibin, di heman demê de dibin pêşengên sereke yên parastina hevsengiya xwezayê.

Di vê çarçoveyê de fîlmê navdar ê Îslandî Woman at War (Jina di Şer de) wekî mînakeke xurt a hevgirtina jin û xwezayê derdikeve pêş. Fîlm behsa çîroka Halla dike. Jineke ku di jiyana rojane de mamosteya muzîkê ye lê di heman demê de bi dizî veguheriye çalakvana jîngehê. Halla bi tenê li dijî santralên pîşesaziyê yên alîmoniyumê ku zirarê didin gundewar û xwezayê têdikoşe. Berxwedana wê nîşan dide ka jinek bi vîn û biryardariya xwe çawa dikare li dijî tora sermayedariya pîşesaziyê bibe bend û sînoran ji talana ekolojîk re deyne.

Sînemager û aktivîstên jîngehê diyar dikin ku ev cure berhemên sînemayî zanebûna civakî û ekolojîk kûr dikin. Her wiha destnîşan dikin ku nîşandana çîrokên berxwedana jinan rê li ber piştgiriya civakî vedike û banga xurtkirina hevgirtina ekolojîk a navnetewî ji bo parastina siberoja nifşên nû kirin.

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.