Fîlmek ku tirsa Talîbanê ya li ser jinan nîşan dide: The Breadwinner
Fîlmê "The Breadwinner" rastiya keçek Efganî nîşan dide ku xwe bi şer, xizanî û qedexeyên civakî re rûbirû dibîne. Ew hewl dide ku li hember rastiyek dijwar a ku wê ji her alî ve dorpêç dike, bi ser bikeve.
Navenda Nûçeyan – The Breadwinner (Debarvana malbatê) di cîhana anîmasyonê de ezmûnek sînemayî ya bêhempa pêşkêş dike. Ji formûlên kevneşopî yên ku bi gelemperî bi vê cureyê ve girêdayî ne, dûr dikeve û çîrokek mirovî pêşkêş dike ku li dora şer, zilm, xizanî, mafên jin û zarokan û perwerdehiyê dizivire.
Di sala 2017'an de hat weşandin
Fîlmê ku di sala 2017'an de hat nîşandan, li ser romana bi heman navî ya nivîskara Kanadayî Deborah Ellis hatiye çêkirin û derhêneriya wê jî, ji hêla derhênera Îrlandî Nora Twomey ve hatiye kirin.
Jiyana malbatan a di rêjîma Talîbanê de vedibêje
Çîrok, li paytext Kabula Efganistanê, di dema rejîma Talîbanê de derbas dibe. Parvanaya ciwan bi malbata xwe re di bin şert û mercên aborî û civakî yên pir dijwar de dijî. Piştî ku bavê wê yê debara sereke ya malbatê ye tê girtin, jiyana wê bi awayekî berbiçav diguhere.
Parvana ji bo debara malbatê bike wek kurikan tevdigere
Bi sînordarkirinên li ser tevgera jin û keçan, Parvana xwe bi berpirsyariyên ji temenê xwe wêdetir dibîne. Ew porê xwe wek kurekî dibire û cilên xwe li xwe dike da ku bikaribe derkeve kolanan, bixebite û ji bo malbata xwe xwarinê peyda bike.
Fîlm pirsgirêkên civakê vedibêje
Bi rêya vê çîrokê, fîlm tenê êşa keçek Efganî nîşan nade. Ew ezmûna wê, tewar di rewşên herî dijwar de jî vediguherîne platformek ji bo lêkolîna rêzek pirsgirêkên mirovî. Platformek ku di nav de mafê perwerdê, azadiya tevgerê, rola jinan, bandora şer a li ser zarokan û kapasîteya mirovan a xwe girtina hêviyê heye. Fîlm bi zelalî perwerdehiyê û azadiyê bi hev ve girê dide. Ji bo Parvana pirtûk ne tenê amûrek fêrbûnê ne. Her wiha pencereyek e ku ber bi cîhanek pir dûrî rastiya wê ya rasterast ve vedibe. Xwendin û çîrok dibin rêyek ji bo parastina bîranîn, fikirîn û xeyalkirina pêşerojek cûda.
Rewşa jin û keçan yek ji mijarên herî berbiçav ên fîlmê ye. Parvana bi tenê nikare wek keçek derkeve kolanan. Di heman demê de guhertina cil û berg û xuyabûna wê cihek ji bo tevger û çalakiyê dide wê ku berê ji wê re ne gengaz bû.
Li kêleka bûyerên rastîn, fîlm bi rêya vegotina Parvana cîhanek xeyalî pêşkêş dike. Her wiha ew komek sembolan bikar tîne ku çîroka wê dîmenên zêde dide.
Fîlm xwe dispêre du cîhanan
Fîlm bi şêwaza xwe ya dîtbarî ya zelal û cuda tê naskirin. Şêwazek ku xwe dispêre nakokiya di navbera du cîhanan de: cîhana rastiyê û cîhana çîrokê. Di dîmenên rastîn de, Kabul di atmosferek ku toz, rengên erdî û hestek nerihetiyê serdest e de xuya dike, ku tirs, xizanî û bêaramiya ku karakter dijîn nîşan dide.
Berevajî vê, dîmen hene ku bi vegotina xeyalî ve girêdayî ne, sêwiran û rengên cûda bikar tînin ku hestek nêzîktirî çîrokên komîk û gelêrî didinê.
Fîlm ji şîroveyên siyasî yên rast dûr dimîne
Her çend The Breadwinner rastiyek siyasî ya pir hesas vedibêje jî, ew ji şîroveyên siyasî yên rasterast dûr dikeve. Li şûna ku ravekirinek dîrokî an siyasî ya dirêj pêşkêş bike, fîlm biryar dide ku bi riya jiyana malbatek û zarokek nêzîkî rastiyê bibe.
Fîlm pesnê rexnegirên berfireh wergirt û wek ceribandinek bêhempa di anîmasyonê de derket pêş. Bi taybetî ji bo şiyana xwe ya ku şêwazek hunerî ya cihêreng bi mijarên mirovî û siyasî yên tevlihev re bike yek. Her wiha fîlm ji bo Xelata Akademiyê ya ji bo Fîlma Anîmasyonê ya Herî Baş hate berbijêrkirin. Bala girîng a ku hem di nav pîşesaziya fîlmê de û hem jî li derveyî wê kişand, nîşan dide.
Di dawiyê de The Breadwinner ji fîlmekî anîmasyonî yê li ser keçekê ku xwe wek kurikekî vedişêre derbas dibe û dibe çîrokeke mirovî ya berxwedana li hember şer, zilm û xizaniyê.