Navenda Nûçeyan – Yekem fîlmê metraj dirêj ê derhênera Îspanyol Elena Lopez Rîera, El Agua (Av) e. Fîlm, serdestiya mêrsalar a li ser beden û bîranînên jinan bi rêya efsaneyên herêmî dinirxîne. Çêkera di erdnîgariyek zuwa de çem ‘jin birine’ serûbin dike, çîroka sê nifşên jinan ku dîwarê bêdengiyê dişkînin, tîne ser perdeya spî.
Yekem fîlmê metraj dirêj ê Elena Lopez Rîera
El Agua ku promiyera xwe ya cîhanî di beşa ‘Duhhefteya Derhêneran’ a Festîvala Fîlman a Cannesê ya 2022’an de kir û dengek mezin veda, li bajaroka Orihuela ya li başûrê rojhilatê Îspanyayê derbas dibe. Derhêner Elena Lopez Rîera, bikaranîna kodên erdnîgarî û çandî yên axa ku lê mezin bûye, dilsoziyên nedîtî yên di navbera diyardeyên xwezayî û rolên zayendî de nîşan dide.
Zexta mêrsalar a bi efsaneyan hatiye hunandin
Fîlm li ser vegotinek kevnar ku ji nifşekî dirêj ve di bajêr de tê veguhastin dinirxîne. Li gorî vê efsaneyê, her çend salan carekê dema çemê ku di bajar re derbas dibe tijî dibe, hin jinên ku ‘avê hildigirin’ digre û dibe. Hişmendiya mêrsalar a bajar bi girêdana lêgerîna jinan a ji bo azadiyê, serhildanên wan, an jî windabûna wan wek ‘naleta’ serxwezayî ve, zordestiya civakî rewa dike.
Ezmûna sê nifşên jinan bi bêdengiyê
Fîlm, bi çîrokên dapîra Angela dayîka Isabella û jina ciwan, dîwarê bêdengiyê ku ji nifşên jinan derbas bûye vedikole. Berovajî dayîk û dapîr, yên di demên berê de ji hêla avên çem û normên hişk ên bajêr ve hatine ezmûnkirin, Ana ya ciwan xwe radestî vê norma kevnar nake. Bi kelecena evîna yekem û xwesteka azadiyê tevger dike. Ana mafê xwe yê li ser beden û pêşeroja xwe diparêze û li dijî atmosfera muhafezekar a bajêr serî hildide.
Belgefîlm û çîrok bi hev re
El Agua, bi tevlihevkirina estetîka belgefîlmê bi rastiya efsûnî, çîroka xwe bi tevlîkirina şahidiyên jinên rast ên ji bajar ên di derbarê efsaneya çem de xurt dike. Fîlm têkoşîna jinan a ji bo kontrolkirina çarenûsa xwe dema ku ava bilindbûyî zincîrên kevneşopiyê dişkîne, bikaranîna zimanek sînemayî yê herikbar û siyasî nîşan dide.




