Ji Şehrnûş Parsîpurê vegotineke berxwedanê
‘Jinên Bê Mêr’ ku berhema sereke qedexekirî ya Şehrnuş Parsîpûr a di wêjeya Îranê de dengek pêşeng e, mîna vegotinek berxwedan û hevgirtina jinan a li dijî sîstema mêrsalar û zordariya bavsalarî ye.
Navenda Nûçeyan – ‘Jinên Bê Mêr’ (Zanane Bidune Mardan), berhema sereke ya nivîskara pêşeng a Îranî Şehrnûş Parsîpur e. Berhem, balê dikişîne ser hevgirtin, berxwedan û lêgerîna azadiyê ya jinan a di nava hawîrdoreke ku bi qedexe, sansûr û zordariya baviksalarî hatiye diyarkirin. Ev berhem ji bo têkoşînên jinan qadeke bîranînê diafirîne ku sînorên sîstema baviksalarî derbas dike.
Ev vegotin, şopandina serpêhatiya 5 jinan e ku li hemberî tundiya nav malê, sansûr û zordariya dewletê, dest bi têkoşîneke ji bo azadî û hevgirtinê dikin. Têkoşînek ku di nava baxçeyekî utopîk de şîn û geş dibe.
Eşkerekirina zordariyê û rev
Ev berhema ku di sala 1989’an de hatiye nivîsandin û ji ber zextên îdeolojîk ên rejîmê demek dirêj li Îranê qedexekirî maye, balê dikişîne ser jiyana 5 jinên ji paşxaneyên civakî yên cuda ku rêyên wan dibin yek. Mahîgul, Zeynok, Munîse, Ferroxlaqa û Faîze li baxçeyekî utopîk ê li derdora Tehranê tên cem hev. Ev der wekî cihekî ji bo revîna ji cîhana baviksalarî xizmetê dike.
Bîra kolektîf
Ev berhem têkoşîna ji bo mayîna li ser piyan a jinên di civaka Îranê de, li dijî tundiya nav malê, zehmetiyên aborî, fuhûşa bi zorê û zordariya ku ji aliyê dewletê ve tê ferzkirin, bi awayekî zelal radixe ber çavan. Hebûna jinan di nava baxçeyekî de ku di nav xwezayê de ne û ji rolên kevneşopî û serdestiya mêran azad bûne, nîşaneya çalakiyeke berxwedanê ya di çarçoveya mekan de ye û siyaseta bedenê dike navenda mijarê.
Her çend her karakterek nûnertiya birîneke civakî ya taybet an trawmayekê dike jî, ezmûna wan a hevpar a jinbûnê, wan vediguherîne heval û dermanxerên hevdu. Bi vî awayî, berhem tekez dike ku bersiva herî bi hêz a li dijî siyaseta baviksalarî, hevgirtineke ku hem di rêxistinbûnê de û hem jî di ruh de kûr bûye, pêk tîne.
Hêza pênûsê ya li dijî sansûrê
Ji ber vê berhemê, nivîskar Şahrnûş Parsîpûr li Îranê rastî girtinê hat û neçar ma ku bikeve sirgûniyeke dirêj. Lê belê, ‘Jinên Bê Mêr’ ku bi nesreke lîrîk û realîzmeke bêtawîz rastiya jiyana jinan û tundiya sîstematîk a ku ew rûbirûyê wê dibin eşkere dike, dîwarên qedexeyan ên rejîmê derbas kir û bû beşek ji mîrateya gerdûnî ya têkoşîna jinan.
Ev berhema bêdem a Şahrnûş Parsîpûr îro jî wekî berê girîng e û ji bo kesên ku têkoşînê didomînin, wekî rêbernameyeke bingehîn xizmetê dike.