Zeyneb 30 sal e bi şikandina gûzan debara xwe dike

Zeyneb Ehmed a li bajaroka Seyîdsadiq bi şikandina gûzan debara xwe dike û diyar kir ku ev kar zehmete lê belê neçarin kar bikin.

ASUDE MEHEMED

Şarezûr - Zeyneb Ehmed li bajaroka Seyîdsadiq karê şikandin, paqijkirin û cûdakirina gûzan dike. Her çendî ev kar gelek zehmetiyên xwe heye jî, Zeyneb Ehmed a piştî ku hevjînê wê jiyana xwe ji dest dide neçar dimîne ku zarokên xwe xwedî bike dest bi karê şikadina gûzan dike dibêje: ‘Ez nikarim karê derve bikim ji ber wê di mal de karê şikandina gozan dikim.”

Zeyneb Ehmed wiha behsa karê xwe kir: “Beriya 30 salan hevjînê min jiyana xwe ji dest da, min jî dest bi kar kir. Min karên weke tutin, gulberoj, çinîn, çandin û hemû karên ku min karî min kir. Bi westan û bi hêza xwe min karî zarokên xwe xwedî bikim, min kar dikir da ku pêwîstiya zarokên min bi tu kesê din nebe û bê bavî li wan diyar nebe. Nîha jî hemû zarokên min zewicîne û xwedî malbatên xwe ne.”