Li Qerejdaxê mesayî ya jinan a kerengan didome

Jinên Qerejdaxî li çiyayê komkirina kerengan didomînin. Hin jinan kerengên ku kom kirine difiroşin, hinek jî ji bo li metbexa mala xwe ji bo çêkirina xwarinên bitam bikar tînin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Jinên li gundên Qerejdaxê dijîn debara xwe bi komkirina kerengên ku meha biharê derdikevin û heta meha havînê li çiyayan şîn dimînin, dikin. Jinên ku bi wesaîta ku ji gundan digrin rin bi hev re derdikevin lukteya çiyê, piştî ku tûrikên xwe bi kerengên komkirinê tijî dikin, vedigerin malên xwe.

Jin ji bo komkirina kereng berê xwe didin çiyayan

Ji jinên debara xwe li ser komkirina kerengan dike Fatma Ugurlu anî ziman ku ew her sal bi jinên gund re derdikevin komkirina kerengan û got ku her çend dawiya bihareyê jî li çiyê hîna jî pir kereng hene ku werin komkirin. Fatma Ugurlu, diyar kir ku jinan alîkarî kirina hev kirin, bi hesinên di destê xwe de kerengan kom dikin û tûrikên xwe tijî dikin û anî ziman ku dema karê wan diqede ew ji çiyayê ku bi saetan lê dîminin tên xwar e.

"Ji ber kereng kêm dibe, têra firotinê nake"

Fatma Ugurlu da zanîn ku li gor salên berê kereng kêm bûye, têra firotinê nake û wiha axivî: “Berê li vir tijî bûn. Em hem ji bo firotina li bajêran hem jî ji bo mala xwe dihatin û kom dikirin. Lê niha bi sedan kes ji deverên din û ji bajêran tên vir. Bi erebeyên xwe tên kerengan kom dikin û diçin. Em tên kom dikin lê têra firotinê nake. Em bi jinan re bi hevra tên, dema ku sitila yekî tije nebe, yên din alîkariya wê dikin. Em bi hevra tên û bi hev re vedigerin gundê xwe.”

“Çavkaniya îlhamê ya gelek xwarinan e”

Fatma Ugurlu diyar kir ku kereng ji bo tenduristiya mirovan gelek bi feyde ye û ji bo gelek xwarinan jî dibe çavkaniya îlhamê û wiha got: “Niha her tişt pir biha bû. Xwezî em bifirotina lê em ji xwe re dibin. Em dîbin malê, paqij dikin û dişon. Her tiştî vî pir xweş dibe. Hinekan di rûn de çêdikin, hinek jî dikin dinava mast an jî xwarinê. Kerengên Qerejdaxê hem pir teze ne hem jî pir xweş in. Em li vir ked didin, diwestin lê hêja ye.”