Hostayên şêraniyê li Mexribê projeyên xweser ava kirin

Rabîa Azmî diyar kir ku li herêmê komek jinên pîşekar hene û her yek bi tena serê xwe kar dike loma piştrast bûne ku karê takekesî tu kesê nagihîjîne armancê bi taybetî di warê çêkirina xwarin û şîrînahiyê de.

HENAN HARIT

Mexrib- Bi saya kooperatîfên ku di van salên dawî de li Mexribê hatin avakirin, hejmareke zêde ya jinan li nêzî malên xwe derfetên kar bi dest dixin û dahateke wan a aborî ya baş heye. Ev jî ji wan re dibe alîkar ku pêdiviyên xwe peyda bikin û debara malbatên xwe bikin.

Rabîa Azmî ku li bajarê Esafî dijî, jineke ji çêkirina şêranî û xwarinên kevneşopî yên herêmî hez dike, xwest kooperatîfek bi navê "Sifreya Mesafawî" ava bike. Ji bo ku bibe riyek ji bo pêşxistina debara jinan li herêmê. Digel baldarbûna li ser çarçovekirin, hişyarkirin û hînkirina wan ji bingehên pîşeyê re. Kooperatîf di sala 2017'an de bi armanca birêxistinkirina xebatên jinan di warê çêkirina şîrîniyên kevneşopî û nûjen û çêkirina xwarinê de û çawaniya bazarkirinê de hat avakirin.

“Dixwazim kooperatîfek di warê çêkirina şîrînahî, nanpêjî û xwarinê de ava bikim”

Rabîa Azmî diyar kir ku li herêmê komek jinên pîşekar hene û her yek bi tena serê xwe kar dike loma piştrast bûne ku karê takekesî tu kesê nagihîjîne armancê bi taybetî di warê çêkirina xwarin û şîrînahiyê de. Ji ber vê yekê wan biryar da ku di çarçoveya kooperatîfeke pispor a çêkirina şîrînî, nanpêjî û xwarinê de bi hev re koordîne bikin û bicivin.

Kooperatîf di 5 waran de derfetên kar peyda dike, ji ber ku piraniya endamên wê di çêkirina şîrîniyên Mexribê yên kevneşopî û nûjen de jêhatî ne. Wekî "Kekên Mesafawî" ku li herêmê navdar e, ji bilî "Kaab El Xezal", "Macron" û celebên din. Niha 5 jin ji kooperatîfê sûd digrin û dema ku gelek daxwaz hebin, serî li jinên din didin ji bo ku bikşînin gel xwe û dema ku daxwaz bi dawî dibin mûçeyên xwe distînin.

“Ji bo jin bibin xwedî pîşe dixwazim navendek ava bikim”

Seroka Kooperatîfê Rabîa Azmî destnîşan kir ku wê ji gelek jin û keçan re derfetên bi hêvî çêkirine ku rola bingehîn a jinan di pêşketina domdar de dilîze bawer e û got ku armanca wan ew e bi awayekî zagonî xebat werin kirin ji bo berfirehkirina projeyên di demên peydakirina îmkanên aborî de. Rabîa Azmî got: “Xewn û xeyalên min ên mezin hene, hêvîdar im di pêşerojê de pêk werin, ez dixwazim navendek ava bikim ji bo perwerdekirina jinên ji komên cuda, bi taybetî jinên bêkes û jinebiyan, di warê çêkirina şîrînahiyê de ji bo ku bibin xwedî pîşe û bikaribin debara xwe û zarokên xwe bikin. Jixwe ev yek jî dê ji bo sûdmendan dahatên domdar pêk bîne.”

Rabîa Azmî pir xebitî ku çareseriyek ji pirsgirêka kirûbirê re bibîne, ji ber ku ew dildar bû  beşdarî pêşangehên cihêreng ên li welat tên organîzekirin bibe û beşdarî pêşbirkên herêmî bibe ku vê yekê kir kooperatîf di nav mirovan de were pejirandin. Ruxmî salên xwe yên hindik, wê dikaribî xwe bigihîjîne bajarên cuda yên Mexribê. Hem yên li welat hem jî yên ku li derveyî welat dijîn û şîrîniyên ji hêla jinên kooperatîfê ve tên hilberandin dikirîn. Rabîa Azmî dibêje: “Em dixebitin ku hilberînek bi kalîteya bilind çêkin û li gorî her tiştê nû di pîşesaziya şîrînkariyê de tevbigerin da ku kooperatîf cihê xwe veqetîne. Komele ji bo mişteriyên bajarê Esafî cihekî girîng e û navûdengê wê ji bajarên me yên Mexribê û li derveyî qraliyetê derbas bûye.”

Rabîa Azmî anî ziman ku piştî karantînayê û piştî ku rayedaran destûr dan li Mexribê xebatên kooperatîfan ji nû ve dest pê bikin, ji bo pêşxistina pîşesaziya şîranî û nanpêjiyê dest bi xebatê kiriye. Da zanîn ku ji bo hejmara herî mezin a mişteriyan bikşîne, bibin dînamîka hilberîna kooperatîfê pir hewl daye lê ji ber sedema belavbûna vîrusa koronayê û encamên wê yên neyînî xebat hatiye rawestandin.

Hejmara xebatkarên kooperatîfan gihîşt bi hezaran

Hêjayî gotinê ye ku kooperatîfên li Mexribê yek ji stûnên aboriya hevgirtinê ne û amûrek ji bo afirandina derfetên kar û tevlêkirina jinan di bazara kar de ne. Ji ber ku hejmara kooperatîfên jinan ji sala 2000’an vir ve  zêde bûye ku ev hejmar bi 62 hezar û 821 endaman gihîşt 6232’an.