Wezareta Karên Jinan ji bo karsazên jin ên Filistînî dest bi Hackathonek dîjîtal dike

Shaima Jarour diyar kir ku ev proje beşeke ji rêzeprojeyên ji aliyê wezaretê ve ji bo karsazên jin ên Filistînî hatine destpêkirin e. Her wiha got ku di nav de Navenda Lêkolînên li ser Jinan ku di mijarên cihêreng ên jinan de pispor e, çi siyasî, aborî, civakî yan yên din de be. Zêdebarî fona bihêzkirina jinan ku deyn dide jinan jib o kargehên xwe yên biçûk vekin û bi vî awayî dahata wan baştir bibe.

REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Wezareta Karên Jinan di çarçoveya projeyên karsazên jin ên Filistînê de roja 27’ê Sibatê li Xezayê di bin dirûşma "Nûbûn ji bo Jinan" Hackathona Mîrateya Dîjîtal a 2022'an da destpêkirin. Beşdaran projeyên xwe bi nûnertiya malperek ku rê dide gerandin û kirîna berhemên mîrata Filistînê bi amadebûna çend kesên di warê qanûnî de dixebitin û ji wezaretê û jûriyê ji bo nirxandina karên hatine kirin pêşkêş kirin. 
Koordînatora projeyê ya li Wezareta Karûbarên Jinê, Shaima Jarour got ku Hackathona Mîrata Dîjîtal beşek ji projeya pevguhertina çandî ya Malezyayê ye û ji hêla Saziya Hezkiriyên Xeza Malezyayê ve tê fînansekirin. Hefteya borî wekî beşek ji pêşbirkek ji bo bernameçêkerên ciwan hat vekirin da ku malperek ji bo pêşandana berhemên kevneşopî yên jinên Filistînî were pêşandan. Jixwe hejmara beşdaran gihîşt 23 kesan û ev hejmar li pênc koman hatine belavkirin.
Ev bazar alternatîfa bazar an jî sûkên din e
Shaima Jarour bal kişand ku fikra vê projeyê di veguheztina bazar an sûka asayî bo bazarek bi riya înternetê ye ku tê de jin dikarin berhemên mîrateya Filistînê li her derê cîhanê bigerin û bikirin. Da zanîn ku ev yek dibe alîkar ji bo vejandina aboriyê ji aliyekî ve û piştgiriya jinan ji aliyekî din ve ye. Girîngiya bazara dîjîtal ew e ku nêrîna Filistînê ji tevahiya cîhanê re ragihîne.
Hackathona dîjîtal ji hêla Wezareta Karûbarên Jinan ve hatiye organîzekirin
Li aliyê din Fatima El-Nuweyji got ku beşdarbûna wê di Hackathona dîjîtal de ku ji hêla Wezareta Karûbarên Jinan ve hatiye organîzekirin, di çarçoveya pêşkêşkirina wê û hevkara wê de wekî pêşniyarek sêwiranê ji bo malpera bazara dîjîtal hat. Ji bo ku hilberînerên jin ên Filistînî bi riya malperê werin pêşandan da ku wan teşwîq bike û piştgirî bide mîrata Filistînê. 
Ew bazar dê bibe alîkar ku hunerên destan li ser asta cîhanî li şûna ya herêmî were pêşxistin da ku dahat zêde bibe.
Yek ji kêşeyên ku Safaa Lulu pê re rû bi rû maye tunebûna demê ye, ji bo radestkirina projeyê lê israra wê li ser pêşkêşkirina modela projeyê ew e ku hişt wî karî biqedîne. 
Safaa Lulu di dawiya axaftina xwe de got ku derfetên kar ên bi riya înternetê bûye sedem ku jin bêtir li malên xwe bixebitin û çavkaniyek dahatê peyda bikin, ji ber vê yekê divê her jin dest bi lêgerînê bike da ku riyek bibîne û bi riya wê veberhênanê bike.