Tevin û teşî li Dêrezorê hunereke kevn e

Pîşesaziya teşî û karên desta yek ji hunerên kevnareye li gundewarê Dêrazorê, ev yek jî dewlemendiya çanda herêmê nîşan dide. tevî ku şêwazên jiyanê di demên niha de hindekî hêsanbûne hîn jî hejmarek jin li gundewarê Dêrazorê çanda kevneşopiya tevin û teşiyê diparêzin.

Pîşesaziya teşî û karên desta yek ji hunerên kevnareye li gundewarê Dêrazorê, ev yek jî dewlemendiya çanda herêmê nîşan dide. tevî ku şêwazên jiyanê di demên niha de hindekî hêsanbûne hîn jî hejmarek jin li gundewarê Dêrazorê  çanda kevneşopiya tevin û teşiyê diparêzin. 
ZEYNEB XELÎFA
Dêrazor - Tevin yek ji wan hunerên ku koçerên herêmê pê navdarin, di raçandina tevnê xwedî demboriyek kevnar de hiriya pez, muyê deve û bizinan tê karanîn û ji vê yekê cil, xalîçe, kon û gelek tiştên din tên çêkirin. Despêkê hikriya ser pişta sewalên xwe dibirin dişon, ziwa dikin paşê jî ji stirî û qirşikan pak dikin, herî dawî jî bi teşiya ya ku li herêma wan weke dok tê zanîn xweşik dirêsin û ba didin. Teşiya binê wê darek zirave, serê wê jî parçeyek darê situr û gilovere, bi serê wê ve jî hesinekî weke çengelê ji bo ku ben pêve bikin û bizivirînin da ku benekî baş çêbibe heye, ev merheleya tayê wan a herî giringe. Dema baş tê ristin û badan tevnê wê jî xweşik û li hev hatî çêdibe. Piştre jî ew dest bi qonaxa çêkirinê xalîçeyan dikin ku xalîçeyên çêdikin li dora kon didin ji bo ku wan ji sermaya zivistanê biparêze. Ji jinên di van karan de hosta Amşa El-Munîf ya 50 salî ji bajarê Dêrazorê ye û niha li gundê Mozan ê nêzî herêma Baxozê niştecih e, yek ji wan jinan e ku heya niha jî hunera karê dest diparêze.
Jinên gundewarê Dêrazorê çanda tevin û teşiyê diparêzin
Amşa ya di hunera tevin û teşiyê de bi jêhatîbûna xwe tê nasîn ji ber şert û mercên jiyên ên zehmet malek wan tune ye ew û malbata xwe ya ji hevjîn, 3 keç û 5 lawikan pêk tê di konekî biçûk ku ji tayê pembo, parçeyên kon û xalîçeyên ku bi dest çêkirine hatiye çêkirin de dijîn.  Amşa bilêv dike ku ew ê her dem vê çandê biparêzin û wê keç û neviyên xwe yên li dora wê kom dibin jî di dema dest bi kar dike de fêrî vê çanda kevneşopiya wane bike. 
Amşa El-Munîf dibêje ku wê kunê xwe bi destê xwe çêkiriye, her wiha tercîh dike ku têde bijî û diyar dike ku ew kon li gorî şert û mercên hewayê guncaw e. Havînê wan ji tavê baş diparêze û ne germe, zivistanê jî wan ji sermayê diparêze û germe. Amşa da zanîn ku ew fêrî jiyana di konan de bûne ji ber ji berê de ew di konan de jiyane. Amşa El-Munîf destnîşan kir ku tevin û teşî ne pîşeyeke ku berê bi jinan ve girêdayî ye yên ev çand parastine jî jin in û wiha got: "Berê hem jin hem jî mêran karê tevin dikirin lê jinan bêtir ked didan û jêhatîtir bûn."
Amşa ya ev kar ji dapîra xwe hîn bûye fêrî keç û neviyên xwe dike
Amşa El-Munîf diyar kir ku heya niha jî xelkên herêmê ji ber qalîteya wan tayên hirî yên bi destan hatine rêsan û li bazaran peyda dibin ji bo çêkirina konan û benên girêdana hespan bi kat tînin, ji ber ku ew qayîmin başin û demdirêj li ber xwe didin û wiha got: "Ev tiştên ku ez bi dest çêdikim ji yên hazir ku ji kargehan tên çêtir û baştirin. Min li dapîra xwe meyze dikir dema ku ev kar dikir. Dapîra min pir îsrasr dikir da ku ez jî fêr bibim. Bi ked û hewildana wê ez fêr bûm û niha jî keç û neviyên xwe jî fêr dikim. Dema ku ez karê xwe yê dest dikim keç û neviyên min ji bo ku tecrobeyên baştir bidest bixin û bi hezkirin kar bikin li min temaşe dikin. Ji bo ew baş fêr bibin û ew jî fêrî nifşên nû bikin da ku ev çand neyê winda kirin."
Amşa di dawiya axaftinên xwe de diyar kir ku tevî hebûna makîne û kargehên nûjen jî ew dev ji edetên xwe bernadin û bilêv kir ku hinek jin hene hîn jî li ser wan karên me yên kevin dixebitin û dê van pîşeyan biparêzin, ji ber ku ev xebat ji bo me wekî pîşeyek herî xweş û balkêş e.