Qeyrana aborî ya li Başûrê Kurdistanê bû sedemê koç û koçberiyê

Li herêma Başûrê Kurdistanê qeyarana aborî bandorek mezin li jiyana hemwelatiyan kiriye û bûye sedema koça ber bi ewlatên Ewrupayê ve. Li ger rewşa bariya xirab jî jinên dev ji welatê xwe bernadin bi keda destan û berhemên xwemalî hewil didin xwe li jiyanê bigirin. Li gel wê derdora xwe jî di festîfalên weke hingiv û hinaran de kom dikin û bi hev re berhemê destê xwe derdixin bazarê.

LAVÎN MEHMÛD
Silêmanî - Ji ber xirabûna rewşa aborî ya herêma Kurdistanê, hemwelatiyan îsal herî zêde xwepêşandan li darxistin û nerazîbûna xwe diyar kirin. Vê rewşê wisan li hemwelatiyan kir û neçar man ku Başûrê Kurdistanê bi terikînin û koçber bibînin, yên din jî bi nîv muçe xwe di nava jiyanek dijwar de dîtin. Aboriya herêmê wisan kiriye ku rewşa pênc milyon kes xira bibe, aborînas dibêjin li tu cihî rewşa aborî wek a herêma Kurdistanê nîne. Çandinî mercê sereke yê bi hêzkirina hikumetê ye lê belê ev jî gihaye sifrê.
Di sala 2021’an de nirxê dolar li herêma Kurdistanê bi awayek berbiçav bilind bû û ji 120 hezarî giha 148 hezar dînarê Îraqê. Eve jî ziyana herî mezin gihand hemwelatiyan dît ji vê yekê desthilatê qazanc kir.
Li Silêmaniyê bi pêşengiya partiya Şuî ya Kurdistanê bi diruşma “Bi birînek dijwar û baweriyek ne diyar li dijî siyaseta aboriyê li berxwe bidin” gelek çalakî li dijî siyaseta şikestî ya aboriya herêma Kurdistanê li darxistin. Li bajarê Hewlêr û Kelar jî bi heman mebestê çalakî hatin li darxistin.
Li gel hemû qeyaran û nerazîbûnan, hîna jî hewildanên jinan ji bo bi destxistina aboriya serbixwe ne sekinî û jinan di aliyê cûda de kar kirin û hewil didin debara jiyana xwe dabîn bikin. Gelek ji van pîşeyan jî heta nîha civaka mêrsalar weke karê mêran didin nîşandan. Jinan dest avêtiyê û di van pîşeya de kar dikin. Weke kampanya Eqrat ku ji aliyê çar jinan ve tê bi rêvebirin û li Silêmaniyê jin di cihê çêkirina elektirêkê de kar dikin. 
Di nava salê de 10 jinên çalakvanên di biniya Komeleya Zamî Kurdistan xebatê didin meşandin hatin xelatkirin.
Festîfala hing hat li darxistin, bejdarvanên festîfalê dan diyarkirin ku ji ber bombardûmana dewleta Tirk wan nikarin karê xwe bi awayek baş bikin. Li gel wê jî hîna hemwelatiyên karê xwe berdewam dikin daxwaz kirin ku hikumet û desthilat rê nedin êrîşên dewleta Tirk ser xaka Başûrê Kurdistanê.
Her wiha li darxistina heftiya bazara çandiniyê li bajarê Helepçe, festîfala peyîzê ji bo berhemên navxweyî li bajarê Silêmanî, Pêncewîn û Helepçe ku herî zêde jin bi berhemên xwe bejdar bûn hat li darxistin. Şeşem festîfala Hingivîn û pêşangeha hevbeş a berhemên destê jinên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin.
7’emîn ferstîfala Hinaran li Helepçe bi bejdarbûna 400 cotyar û xwedî karan hat li darxistin. Di vê festîfalê de jinan pêşengî kir û berhemên dest û xwemalî bi awayek balkêş nîşandan.