“Bazara kar nijadperestiyê teşwîq dike”

Li Tirkiyeyê newekheviyên di jiyana kar de her diçe kûrtir dibin. Bi taybetî jî bazara kar dibe yek ji qadên ku nijadperestî û dijminatiya biyanî lê zêde dibe. Jinên kedkar li gorî eslê xwe yê etnîkî tên dabeşkirin û ji demjimêrên xebatê heta mûçeyên wan, van xalan bingeh tên girtin.

ELÎF AKGUL
Stenbol- Bi armanca têgihîştina diyarker û bandorên tevlibûna jinên Tirkiye û Sûriyeyî yên di nava hêza kar a li derveyî malê de, balkişandina ser têkiliyên zayendî ya di navbera koman de, rapora bi navê “Keda Jinan a “Di nava bazar, siyaset û zayendî de” ku ji aliyê Lulufer Korukmez ve hatiye amadekirin, hat weşandin. Rapora ku di çarçoveya projeya ku Wezareta Karên Derve ya Danîmarkayê (Danida) bi hevkariya Çanda Kirkayak, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Jinan a Niha û Weqfa Piştevaniya Jinan (KADAV) piştgirî dide hat weşandin, ji 71 rûpelan pêk tê. Di çarçoveya lêkolînê de bi armanca ku eşkerekirina diyardeyên îstîhdama bi mûçeya jinan a li derveyê malê û biryardariya berdewamkirina xebatê, fêmkirina bandora tecrubeyên xebatê yên jinên Tirkiye û Sûriyeyî yên li ser nijadperestî û dijminatiya biyanî li Dîlok û Stenbolê hevpeyvîn hatin kirin. Dema ku ji sedî 40 beşdar nêzî 26-35 û ji sedî 27 di navbera temenê 36-45 salî de cih digirtin, ji sedî 63 zewicandî; ji jinan 18 di sektora tekstîlê de, 18 di sektora xizmetguzariyê de, 7 ji wan karsaziya rêve dibe, 7 jê karê paqijiyê û 5 jê jî di dema hevpeyvînê de bêkar bûn.
“Li bazara kar nijadperestî heye” 
Lulufer Korukmez a ku raporê ji ajansa me re nirxand, diyar kir ku beşa herî girîng a raporê ew eku “yek ji xalên nijadperestî û dijminatiya biyaniyan lê zêde dike, bazara kar e.” Lulufer Korukmez diyar kir ku dema mirov jiyana xwe didomînin bi hev re di pêşbaziyê de tên hiştin û ev yek jî dibe sedema "dijminatiyê" û wiha axivî: “Gel bi pêwendiyên xwe yên etnîkî û neteweyî yên weke Sûriyeyî û Tirkiyeyî tên bibîranîn. Lê birêxistinkirina xebatê di destpêkê de bingeha pêkhatina dijminatiyê ye. Mixabin polîtîkayên li Tirkiyeyê ne polîtîkayên ku vê dijminatiyê kêm bikin û jiyana hevbeş pêk bînin e.”
Lulufer Korukmez bal kişand ku mirov bi tenê tên hiştin û têkoşîna jiyanê re rû bi rû dimînin û wiha got: “Tu polîtîkayên ku vê yekê sererast bikin tune ne û li ser medyayê axaftinên nijadperestî, tunekirin û reşkirina ku siyasetmedar li ser medyayê belav dikin vê rewşê xerabtir dike û ev jî vediguhere êrîşên nijadperest ên wek li Altindagê.”
“Cudakirina gelên Tirkiye-Sûriyeyê, dibe sedem ku hevkariyên heyî neyên dîtin”
Lulufer Korukmez, destnîşan kir ku dema behsa mijara koçberiyê tê kirin ji hev cudakirina wek “Sûriyeyî” û “Tirkiyeyî” hevkariyan heyî nedîtî dike û diyar kir ku “Her tişt bi koçberî yan jî penaberiyê ve tê girêdan.”
Lulufer Korukmez dibêje ku pandemiya ji serê sala 2020'an û vir ve cîhanê şewitand, tevlibûna jinan a hêza kar kêm kiriye, diyar kir ku herî li jêr, yanî xebatkarên neqeydkirî li gel hemû şert û mercên pandemîk xebatên xwe domandine û wiha got: “Me dît bi rastî jî di jêrzemînên bêhewa de kar tevî vê rewşê jî bênavber kar tê kirin. Mînak, di bazara karxaneyên cildirûtinê de, hema bêje kar vedigere mûçeya saetê. Ji ber vê yekê, her çendî mirov ji hawirdora giştî ya tevahiya pandemiyê bi bandor bibin jî dîsa jî tevî hemû xetereyan xebatê domandine.” 
“Zewaca ku wekî riya ewlehiyê tê dîtin patriyarkê xurt dike” 
Lulufer Korukmez dibêje ku li Tirkiyeyê krîza aborî, zêdebûna xizaniyê û zêdebûna bêkariya ciwanan dibe sedem ku hêviyên xwe ji karê ku bi perwerdeyê tê bidestxistin winda bikin û diyar kir ku ev rewş dibe sedem ku temenê zewacê ji bo jinan kêm bibe û zêdebûna zewacên di temenê zarokatiyê de, mêran ji  perwerdeyê dûr dixe û di demek kurt de berê wan dide tevlibûna qada kar û wiha didomîne: “Ji ber ku hêviyên wan ên pêşerojê xilas bûne, di demek kurt de bidestxistina pîşe û zewacek baş hêviya pêşerojê diafirîne. Ev yek ji bo tevlibûna jinan a demdirêj a di nava hêza kar de nîşaneeyk pir girîng e. Ji ber ku ger mirov tenê di dema pêwîstiya xwe de bikevin nava kar, hem di şert û mercên nebaş û bê ewle de karkirina jinan zêde dibe hem jî patriyarkê xurt dike. Bi gotineke din, zewac tenê wek ewlehiyek tê dîtin û tenê dema ku hewce be xebat, tenê partiyarkan (patriyarkayi), têkiliyên kevneşopî û baviksalarî zêde bike.” 
Ji her 10 kesên ku demên dirêj bêkar dimînin 6 ji wan jin in
Bi awayekî kurte encamên raporê wiha ye:
*“ Li gorî daneyên TUÎK'ê li Tirkiyeyê rêjeya tevlêbûna hêza kar, li gorî daneyên sala 2020'an ji bo nifûsa gelemperiyê ji sedî 54,9 e, ev rêje ji bo welatiyên mêr yên Tirkiyeyê ji sedî 74,6 û ji bo jinan jî ji sedî 35’e; rêjeya kesên ku bi awayekî aktîf dixebitin ji bo nifûsa gelemperî ji sedî 47,5, ji bo mêran ji sedî 65,2 û ji bo jinan jî ji sedî 29,7 e. Li gorî DÎSK’ê jî di Mijdara 2020’an de, “Bi bandora Covid-19’ê re rêjeya bêkarî û windakirina kar ji bo jinan weke ji sedî 43’e pêkhat.
* Her ku asta perwerdeya jinan zêde dibe, rêjeya tevlibûna hêza kar jî zêde dibe lê ferqa di navbera bi mêran de neguher e.
* Ji sala 2015'an vir ve ji her 10 bêkar ên demdirêj nêzî 6 jê jinên bêkar in.
* Li gorî lêkolîna hevpar a ILO û TUÎK'ê ferqa mûçeya zayendî ya li Tirkiyeyê ji sedî 15,6 e. Li aliyê din “di îstîhdama fermî de ferqa mûçeya zayendî ji sedî 11,5 e, ji bo karkerên neqeydkirî ev rêje ji sedî 24,2 e.”
* Li gorî daneyên sala 2017'an ên ILO'yê, Tirkiye bi rêjeya ji sedî 50,2'an welatê herî kêm tevlêbûna hêza kar a koçberan e. Li gorî heman daneyan, hema nîvê koçberan di bin şert û mercên kar ên neqeydkirî de tên xebitandin.
* Dema ku li Tirkiyeyê ji sedî 17,2 ê karkerên bi mûçe yên ne koçber di aboriya neqeydkirî de dixebitin, ji sedî 43,1 ê karkerên bi mûçe ên koçber neqeydkirî ne.
* Li gorî xebata 2019’an a ILO’yê ji 2 mîlyon penaberên Sûriyeyî yên di temenê kar de 930 hezar kes dixebitin, ji sedî 97’ê wan jî bi awayekî ne qeydkirî tên xebitiandin.
* Li gorî daneyên hêza kar a sala 2019’an li Tirkiyeyê hejmara jinên koçber ên destûra kar danê 50 hezar û 690 e. Hejmara ku destûra kar ji Sûriyeyi yan re hatine dayîn 63 hezar û 789 e, ji wan tenê 4343 jin in.
* Li gel ku hemû jinên Tirkiyeyî ên ku di çarçoveya xebatên qadê de hatine hevpeyvînkirin, di karên kêm perwerde û nebaş de dixebitin jî, jinên Sûriyeyî tevî ku xwendina zanîngehê hebe jî, di karên nebaş û kêm pispor de dixebitiyan.
* Li gorî daneyên TUÎK'ê, di sala 2019'an de dema mayîna di jiyana kar de ji bo jinan 19,1 sal û ji bo mêran jî 39 sal bû, ev reqem di sektora neqeydkirî de hîn kêmtir dibe. Her wiha jin dema ku zehmetiya aborî bi dawî bibe dest ji karê xwe berdidin.”
Di pêşniyarên raporê de çi hene?
Her wiha di raporê de ji bo çareseriya pirsgirêkê jî pêşniyarên polîtîk ên cih digrin hene. Pêşniyar bi vî awayî ne:
*“ Divê rêxistinên sivîl li dijî axaftinên nijadperestî, biyaniyan û cihêkariyê naverokan ava bikin. 
* Divê naveroka ku ne li dijî koçber/penaberiye, agahiyên rast dihewîne û ji nijadperestiyê dûr e, bi riya hilberînerên naverok û kanalên sereke jî were çêkirin.
* Divê ji bo "odeyên deng" ên ku tê de mirov ji ber algorîtmayên di medyayê de ramanên mîna yên xwe dibînin, derbas bikin û rê li ber girtina peyaman di hin derdoran de bigirin bi pisporên teknolojiya nû re bên xebitandin.
* Rêxistinên sivîl ên ku niha li ser bingeha mafan parêzvaniyê dikin, ji bo bi rêxistinên sivîl ên ku tenê di warê penaberî/koçberiyê de dixebitin sînor dar nemînin, divê di toreke berfireh de bi hev re bixebitin.
* Divê koordînasyona di navbera rêxistinên sivîl û înîsiyatîfên ku ji aliyê penaberan ve hatine rêxistinên avakirin û rêxistinên Tirkiyeyî de bê zêdekirin û li ser esasê wekheviya sazûmaniyê bê ferq, cudahiya netewe û pêkhateyên din, xebat bên kirin.
* Divê lêkolîn û pêşxistina siyasetê li ser rê û encamên pêkanîna çarçoweya siyaseta navneteweyî bi rêya dewlet û rêxistinên sivîl bên kirin.
* Ji bo jin bigihêjin karên bi ewle û bi garantî, ji bo pêkanîna polîtîkayên zêdekirina îstîhdama qeydkirî xebatên zext û lobî li saziyên neteweyî û navneteweyî bê kirin.
* Ji bo hêsankirina wergirtina destûrên kar ji bo penaberên jin ên Sûriyê divê lobî û parêzvanî bê kirin.
* Encamên lêkolînan nîşan didin ku hebûna karên ku saetên xebatê yên nerm li qadên nêzî malên jinan pêşkêş dikin, dikare tevlîbûna hêza kar a jinan zêde bike. Ji ber vê yekê divê desthilatdariyên herêmî û neteweyî çavkaniyên xwe ji bo afirandina derfetên kar li herêmên ku jinên Tirkiyêyî û Sûriyeyî yên ji çînên jêrîn lê dijîn bi cih bînin.
* Rêxistinên sivîl ên navneteweyî û neteweyî divê di bernameyên perwerdehiya milyaketan de xizmetên lênêrîna zarokan pêşkêş bikin û divê desthilatdariya neteweyî xizmetên lênêrîna zarokan ên giştî berfireh bike û zêde bike, ji ber ku tevî ji ber rola zayenda patriyarkê bixebitin jî berpirsyariya lênêrîna zarokan dikeve ser milê jinan.
* Ji bo jinên penaber ên Sûriyeyî û jinên Tirkiyeyî divê xizmetên hiqûqî yên xwe bigihînin bên pêşkêşkirin, her wiha divê mekanîzmayên serlêdana maf û binpêkirina mafan bên misoger kirin.
*Ji bo ku jinên Sûriyeyî û Tirkiyeyî di têkoşîna li dijî cudakarî, dijminatî, nîjadperestî û tepeserkirina pîvanên zayendî de bi awayekî aktîf tevbigerin divê xebat bên kirin, di vê xalê de divê tevgera jinan a Tirkiyeyê û derdorên femînîst rola çalak bigrin.
* Di pandemiya Covîd-19 de, gelek rêxistin sivîl û însiyatîf bi piranî ji "qadê" vekişiyan; ofîs hatin girtin, serlêdan û danûstandin bi riya telefon an jî medyayê pek hat. Ji bo penaberan û gelek jinên ji Tirkiyeyê ev tê wateya windabûna cihên ku di demeke pir dijwar de dikarin xwe bigihînin wan. Divê aktorên civaka sîvîl hewl didin ku rêyên xebatê bi hev û din re birêxistin bikin ku ew berdewam bin di xizmeta gel û civakên ku ji bo parastin û piştgirîyê hatine erkdarkirin bibin; divê saziyên navneteweyî piştgiriyê bidin vê mijarê.”