Sermaya zêde ziyan gihand çandiniya Şehbayê

Jinên li Kantona Şehbayê di projeyên aboriyê de dixebitin dan zanîn ku ba û sermeya dijwar a meha Adarê ziyanek mezin da çandiniyê.

ROBARÎN BERKİR

Şehba – Penaberên Efrînî yên li kantona Şehbayê bi cîh bûne li gorî derfetên xwe li ser pirojeyên biçuk ên aboriyê dixebitin û hewil didin bi wê debara xwe bikin. Herî zêde jî li ser xebatên çandiniyê kedê didin. Hinek salan berhemê çandiniyê ji ber sedemên mercên xwezayê yên demsalî weke tê xwestin berhem nade. Sala derbasbûyî ji nehatina baranê û ziwabûnê nekarîn bi qasî kedê didin berehem berhev bikin îsal jî seqema meha adarê bandor li berhemê wan kir. Qeşa û sermayê ziyeneke madî ya mezin gihandiye berhemên xelkê û projeyê çandiniyê yên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatibûn çêkirin. Meha Adarê ya ku her dem weke meheke germ tê zanîn îsal rewş guherî û sermayê êşa koçbrên Efrînê yên li kantona Şehba girantir kir.

Rêveberiya Xweser derfetên kar ji bo penaberên Şehbayê peyda kiriye" 

Endama Rêveberiya Çandinî û Aboriyê ya Şehba Erşem Reşîd diyar kir ku Şehba bi çandiniya xwe tê naskirin û wiha got: "Miletê me rastî gelek zehmetiya hatin ji ber ku derfetên kar tinebû. Me jî xwest ku em piştevaniya ku Rêveberiya Xweser li Şehbayê ji penaberan re pêşkêş dike, birêya pirojeyên çandiniyê derfetên kar ji bo hejmareke mezin ji penaberan peyada kiriye. Pilanên ku ji bo sala 2021- 2022'an hatin amadekirin di nav de çandina 10 hektar petat ji bilî sîr û pîvazan, li gel biharatên wekî kemon, kizbera û çandina 100 hektar genin û ceh. Di van xebatan de me jî piştevanî da miletê xwe yê Efrînê. Ji ber dorpêçkirina rejîma Sûriyê û êrîşên dagirkeriya Tikryê miletê me rastî zehemtiyên wekî nebûna mazotê tên û ev yek banoriyê li ser koçberan û çandiniyê dike. Li cem me beşê çandiniya avê û beşê çandiniya bejî heye. Beşê çandinya avê pêwîstiya wê bi mazotê û semad heye.”

"Ji ber berf û barana zêde ziyaneke mezin giya baxçeyên çandiniyê"

Erşem Reşîd dazanîn ku sermaya zêde bandorek mezin li zeviyan kir û wiha lêzêdekir: "Ji ber barîna berf, barana zêde û sermaya di meha Adarê de gelek ziyan gihand malên pilastîk û bexçeyên çandiniyê yên li kantona Şehbayê. Ev bexçe bûn dergeheke ji bo sûdewergirtina gelek penaberên Efrînê û xelkê Şehbayê. Rêveberiya Xweser ji bo çandinî û lênêrîna wan gelek lêçûn danî lê ziyanên madî zêde bûn. Ji ber vê yekê em bang li rayedarên pêwendîdar û rêxistinên mirovî dikin ku destê alîkariyê dirêjî penaberên Efrînê yên li Şehbayê bikin. Ji ber şert û mercên dijwar û bihayên giran ê kel û pelan piştgirtiya wan bikin.”

"Hewaya sar a bahozê mal û sebzeyên li jêr wan wêran kirine "

Leya Daûd jî da zanîn ku ew jî di nava pirojeyên çandiniyê yên li Şehbayê hatine avakirin de kar dike û wiha qala xebatên xwe kir: "Em rastî gelek zehmetiyan tên, ji ber dorpêçê û nebûna pêdiviyên çandiniyê yên weke mazot û dermanên çandiniyê. Hher wiha serma û berfa dijwar bexçeyên çandiniyê asteng kiriye û hemû nebatên serayan ji ber ziwabûnê hişk bûne. Hewaya pir sar a bahozê ev mal û sebzeyên li jêr wan wêran kirine. Ji aliyekî ve êrîş û dorpêça dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji aliyê din ve jî dorpêç û ferzkirina rejîma Sûriyê û giraniya li ser kel û pelên derbasî kantona Şehbayê dibin zehmetî tên jiyîn.”