“Em her şev birçî radizin”

Jinên ku ji bo dan û stendinê diçin sûkên gel, ji ber bihayê zêde li gorî berê bi tûrîkên kêmtir vedigerin malên xwe. Jinên ku bertek nîşanî bihayan didin, dibêjin ku ew bi şev birçî radizên.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Li gorî daneyên dawî yên borsayên bazirganiyê bihayê sebzeyan li gorî par ji sedî 107 zêde bû. Di bazarên ku zêdebûna firingiyan ji sedî 142 bûye de, zêdebûna biha hem pişta mezêxeran hem jî firoşkaran ditewîne. Piraniya mezêxerên ku li gorî salên berê di destên xwe de bi pereyên zêdetir tên bazarê bêyî ku sebze û fêkiyan bikirin vedigerin malên xwe. Jinên mezêxer ên ku zêdebûna sûkê ji nêz ve dişopînin, diyar kirin ku ji ber bihabûnê sebze û fêkiyên ku dikirin wan têr nakin. Jinên ku ji buhabûnê bi gazin in diyar kirin ku divê biha veguherînin rewşa xwe ya berê.

"Biha li gorî par sê qat zêde bûn"  

Yek ji jinên ku hatin sûkê ,Ayşe Onat, diyar kir ku tevî ku li gorî salên berê pere zêde digrin û tên sûkê jî pereyê wê têra piranî berheman nake. Ayşe Onat destnîşan kir ku 2 tûrik sebze kiriye pereyê wê xilas bûye û wiha got: “Me 2 tûrik tişt kirîn 30 TL girt. Berê hîn çêtir bû, niha qet nabe, her tişt pir biha ye. Em nikarin tiştek bikirin. Berê herî zêde li sûkê me 150 TL xerc dikir, niha ji 300’î kêmtir nikarin bikirin. Beriya ku em tiştekî bikirin pereyê di destên me de diqede. Em tiştekî ku têra malê bike jî nagirin. Em tenê fêkî û sebzeyên ku têra me ya mehekê bike dikirin. Têra me nake lê divê em bi rê ve bibin. Bila ev qeyran bi dawî bibe. Mirov gelek zehmetî dikşînin. Êdî em nikarin ji tirsan razên. Her tişt biha bûye, jixwe ez behsa fatûreyan jî nakim. Ev meh 900 TL fatureya me ya ceyranê hat, em nikarin tiştekî bikirin. Em nikarin faturayên xwe jî bidin. Em nizanin çi jbikin.”

"Em nikarin kîloyek fêkî yan jî sebze bistînin"

Kevser Aral, da zanîn ku her çend bi deqeyan li sûkê geriyaye jî nikaribûye sebze û fêkiyeke erzan peyda bike û diyar kir ku ji ber qeyranê li malê aramiya wan nemaye. Kevser Aral, anî ziman ku zarokên wê ji ber bêkar in li malê ne û 7 kes tenê bi mûçeyek debara xwe dikin, der barê qeyrana aborî de ev nirxandin kir: “Berê hêza me û karê me hebû. Niha ne karê me heye ne jî dahata me. Qeyran heye û em nikarin tu karek jî bikin, zarokên me tenê li malê rûdinên. Li kar digerin lê kar jî nabînin. Her tişt pir zehmet bûye. Berê me 50 TL dianîn sûkê û me her tişt dikirî lê niha em çiqas pere bînin jî nikarin tiştekî ku têra me bike bistînin. Em jî nikarîn ewqas pere xerc bikin. Her tişt pir zehmet bûye. Ji ber zem her tişt biha ye. Êdî şansê me tune ku ji her berhemekê kîloyek jî bistînin. Ji ber vê yekê li malê jî aramî nema. Divê dawî li van bihayan bînin. Gel bêkar û birçî ne. Divê mirovên ku birçî ne bên xwedîkirin. Ev ê wiha heta kuderê biçe?"

"Yên dewlemend qezenc dikin, feqîr jî birçîna dimirin"

Piştre Gulay Nêrgiz axivî û got; “Qeyran heye, em nikarin tiştekî bistînin. Yên dewlemend bi ser ketin û niha feqîr jî birçîna dimirin. Zarokên me birçî ne, em nikarin tiştekî bikirin. Em nikarin wan bişînin dibistanê jî. Jixwe fatûreyan me şewitand. Em nikarin heqê wan jî bidin. Hin kes nikarin nan jî bibin malên xwe. Mirov xwarina pisîkan dixwin. Ger hûn li kolanan binêrin, hemû gel birçî ye. Êvarê gel tên sûkê û fêkiyên xerabûyî dikire. Ez cara yekem pevajoyek wiha dibînim. Mirov şaş bûne nizanin çi bikin. Pereyê tu kesê têra tiştek nake. Divê çareseriyek ji vê qeyranê re bê dîtin.”

“Em birçî dimînin”

Fatma Ay jî diyar kir ku li gorî berê bihayên tiştan 3-4 qat zêde bûye û got: “Ez hatim sûkê, bêyî ku tiştekî bikirim diçim malê. Koliyek hêk 20 lîra bû, niha bûye 45 TL. Em nikarin fatûreyan jî bidin. Hevjînê min roja ku mûçeya xwe distîne pereyê wî diqede. Êdî savar û birinc jî nayê kirîn. Em her roj birçî dimînin. Bi vê rewşê êdî tiştek nayê ser sifra me. Jixwe em nizanin di remezanê de çi bikin. Divê ev bihayê zêde di demeke nêz de bê daxistin.”