Sena Loqman di dikana xwe ya biçuk de xwarinên bitam amade dike

Sena Loqman li Helepçeyê firoşgehek biçûk a bi navê Mr Pîzza vekiriye û di vî cihê biçuk de gelek cureyên pîza û hamburgerên bi tam amade dike.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe - Sena Loqman bi xwe nişteciha Helepçeyê ye û zanîngeha polîteknîkî ya bajarê Silêmaniyê beşa kompîtorê temam kiriye ji ber ku bi awayek fermî tayîn nebû, li gel hevjînê xwe biryar da ku cihekî xwarinê vekin û hem bi xwe kar bikin, hem jî derfetên kar ji bo ciwanan bidin avakirin. Navê firoşgeha wan Mr Pizza ye û di vê firoşgehê de gelek cureyên pîza, hamburger û kartolên qelandî hene û ev cih ji ber tama xweş bi nav û deng e.

Pîza, hambûrger û kartolan çêdikin

Sena Loqman wiha behsa karê xwe kir û got: “Piştî min zanîngeh temam kir û ez bi awayek fermî nehatim tayînkirin li gel hevjînê xwe me biryar da em firoşgehek biçûk em vekin, hem em tê de debara jiyana xwe bikin hem jî ji bo ciwanan derfetek kar ava bikin. Di firoşgeha xwe de em li gorî xwestekan pîza, hemburger û kartolan çêdikin û xwarina herî erzan kartolên qelandî ne. Em bi awayek bi lez xwarinan digihîjînin destên bikiran. Ji ber ku ya girîng ji bo me ew e ku bi dilê hemwelatiyan be. Di destpêkê de her çendî ev kar zehmet jî bû lê belê dema ku mirov fêr dibe ew zehmetî hemû diçe. Ji ber ku dema mirov bixwaze kar bike divê hewl bidin, gelek caran ger pêwîst bike heta derengiya şevê dimînin ji ber kêfxweşiya bikiran ji bo min gelek girîng e.”

Mr Pizza li Helepçeyê ji roja vebûye ve heta niha bi nirxek erzan û tama xwe ya xweş bi nav û deng e.