Seher Ehmed bi firotina zebzeyan debara malbata xwe dike

Li Yemenê ji ber rewşa aborî ya xerab Seher Ehmed bi keda xwe bûye çavkaniya sereke ya debara malbata xwe.

RANİYA ABDULLAH

Yemen - Jinên Yemenê di bin şert û mercên şer de di rewşên trajîk de dijîn. Ji ber adet û kevneşopiyên civakê rastî gelek astengiyan tên. Li gel van hemûyan jî rewşa aborî ya xerab êş û azarên wan zêdetir dike. Ji ber vê yekê gelek jinên Yemenê dest bi xebatê kirine da ku bikaribin debara xwe û malbata xwe bikin. Yek ji wan jinan Seher Ehemed e ya ji bajarê Taiz ê Yemenê ye ku bi firotina zebzeyan debara malbata xwe dike.

"Berpirsiyariya malbatê dikeve ser milê min"

Seher Ehmed a 24 salî ji bajarê Taiz ê li başûrê rojavayê Yemenê ye anî ziman ku ew her tim hewl didin ku bi rûmet bijîn û ne hewceyî kesî bin û wiha domand: "Ez ji serê sibê ve dixebitim. Ez zebzeyan dikirim, dibim sûkê, piştre bi alîkariya xwişka xwe ya biçûk wan rêz dikim da ku wan bifroşim. Min nikarîbû xwendina xwe biqedînim. Dema şer dest pê kir êş û azarên me zêde bûn, ez û xwişkên xwe ji bo debara malbata xwe bikin me dest bi firotina sebzeyan kir. Berpirsiyariya malbatê dikeve ser milê min. Em sebzeyan ji zeviyên devera Wadî El-Dabab li Taizê dikirin.

 "Jin yan wê dest bi xebatê bikin yan jî wê di bin îstîsmarê de bin"

Şêwirmenda Malbatê Eltaf El-Ehdal jî diyar kir ku jinên Yemenê ji ber rewşa aborî ya xerab rastî gelek zehmetiyan tên û wiha lê zêde kir: "Jin xwe li pêşberî du bijardeyan dibînin, yan wê bixebitin da ku bikaribin pêdeviyên xwe yên bingehîn ên jiyanê bicih bînin yan jî wê di bin îstîsmarê de bin. Rewşa xirab li Yemenê û berdewamiya şer û pevçûnan bû sedemek sereke ku gelek kes bê kar man."