Projeya Demsal bi keda jinan mezin bûye û xwedî berhem e

Jinên ku di projeya Demsal a çandiyê de dixebitin têkildarî kar û xebatên pêşveçûna vê projeye wiha gotin: “Hesteke xweş e mirov jiyana xwe di nav xwezayê de berdewam bike û berhem bide. Di projeya Demsal de em jin hemû karên xwe bi destên xwe dikin ji rê

ROJ HOZAN

Qamişlo-Yek ji girîngtirîn destkeftiyên Komîteya Aboriya Jin a Kongreya Star di qada aboriyê de pêşxistina projeya Demsal e. Projeya Demsal mîna buhiştê ye ku jinan bi keda destên xwe çandine, mezin kirine û heşîn hiştine. Di projeya Demsal de 70 jin dixebitin her wiha 64 malên plastîk bi qasî 24 donim erd diçînin û birêxistin dikin. Hemû şînahiyên salê di vê projeyê de tên çandin, berhevkririn û firotin. Jin herî zêde sûdê ji vê projeye digrin ji ber ku ew ji bo malbata xwe jî şînahiyên keda xwe qezenc dikin. Armanca vê projeye ew e ku bibe alternatîf ji buhabûna derve re her wiha pêwîstiyên herêmê bi cih werin. Têkildarî mijarê jinên ku di projeya Demsal de dixebitin li ser pêşveçûna projeyê nêrîna xwe anîn ziman.

Danasîna projeya Demsal

Projeya Demsal di sala 2014’an de ji aliyê Komîteya Aboriya Jin a Kongreya Star ve hatiye avakirin û navê wê Demsal e ji ber ku di her çar demên salê de şînahî lê tên çandin. Ev proje li navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye pêşxistin, navçeya Tirbespiyê hat hilbijartin ji ber derfetên çandiniyê li wir ji aliyê av û cereyanê ve zêdetir hene. Ji bo pêkanîna pêwîstiyên herêmê ev proje di xizmeta civakê de ye. Destpêkê endezyarên çandiniyê esasê projeyê danîn û ji 4 donim erd çandinî dest pê kirin. Di wê demê de derfet pir kêm bûn ji aliyekî ve şer, dorpêç, hebû û li aliyê din kêmbûna alavên çandiniyê, tov û hesin hebû yanî bi kedeke mezin esasê wê hat rûniştandin. Êdî ro bi roj ev proje bi ser ket, çandiniya wê bi berhem bû. Ev proje tenê bi çar jinan dest pê kir lê niha 70 jin di projeya Demsal de kar dikin û 64 malên wê yên plastîk bi qasî 24 donim erd heye. Di vê projeyê de hemû şînahiyên salê weke bacanên sor, bacanên reş, xiyar, dolme, zebeş, bamî, şînahiyên ber xwarinê hatine çandin. Her wiha darên fêkiyan weke tirî, xox, mişmiş, henar, zeytûn û hêjîr bi qasî 3000 dar hatine çandin. Sîstema wê malên plastîk in û li derve jî sîstema avdanê bi dilopane. Hewldana xebatkarên Demsal heye ku çandiniya wan bibe alternatîf ji buhabûna derve re.

Di projeya Demsal de jin hem dixebitin hem dibin malên xwe”

Xebatkara Projeya Demsal Cewahir Salih xebatên xwe di hundirê projeyê de wiha anî ziman: “Ev çend sal in ez li vir dixebitim, hemû cureyên şînahiyê em diçînin. Bi rastî hesteke xweş e mirov jiyana xwe di nav xwezayê de berdewam bike û berhem bide. Em jin hemû karên xwe bi destên xwe dikin ji rêveberî, endezyar û heya xebatkaran em bi hev re kar dikin. Di nav van salên ku min li vir derbas kiriye de min  di aliyê çandinî, çêkirina dermanên xwezayî yên çandiniyê û baldariya li şînahiyê de gelek tiştan hîn bûm. Bi rastî me pêvajoya zehmetiyan derbas kiriye niha em berheman didin û pêwîstiyên civaka xwe pêk tînin. Li gorî plansaziya çandiniyê em tevdigerin. Em li vir hemû pêwîstiyên şênahiyê dibin ji malbatên xwe re, em jin hem dixebitin hem jî berheman ji bo xwe jî digrin.”

Demsal projeyeke bi keda jinan mezin bûye

Xebatkara bi navê Îda El-Salim ku ev 6 salên wê ne di vê projeyê de dixebite der barê xebatên xwe yên bi salan di Projeya Demsal de wiha got: “Êdî ez pir baş hîn bûme çawa di vê projeyê de çandiniyê bikim û berhem bidim. Çiqas mirov li axê baldar be ewqas ax dewlemend dibe di vê projeya me de jî wiha em jin ji axê hez dikin û lê baldar in. Em jin bi xwe çandiniyê dikin, berhem digrin, bar dikin, li bazarê difroşin û heya derman û tovê wê em bi xwe peyda dikin. Yanî bi giştî Demsal projeyeke bi keda jinan mezin bûye. Niha em şînahiyên demsala havînê diçînin, hemû cureyên şînahî û fêkiyan me çandine. Helbet bandora hewayî jî heye yanî îsal baran nebarî ev yek bû sedem ku em rêbazên nû ji bo bikaranîna avê bi kar bînin. Em bi hêvî ne ku ev projeya me serkeftî be û di demên pêş de projeyên wiha zêdetir li herêma me bi pêş bikevin.”