Saziya "Ji bo her kesî" bi bazareke vekirî piştgiriya jinan dike

Li Yemenê rêxistin û dezgehên sivîl bi armanca piştgirî dayîna ciwanan û ji bo jinên ciwan bi rêya vê bazarê bikaribin berhemên xwe bifroşin bazarek vekirî saz kir.

NOOR SURIB

Yemen- Li Aden a paytexta Yemenê rêxistin û dezgehên sivîl bi piştgiriya bernameya pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Japonê û bi beşdariya parêzgeha Aden û Lahcê di 6'ê Hezîranê de bi dirûşmeya "Îro şansê min e, sibê ya te ye" bazareke vekirî hat sazkirin.

Bazara ku ji aliyê saziya pêşketinê ya bi navê "Ji bo her kesî" ve hat organîzekirin, bi amadebûn û beşdariya jinên mezin û bi projeyên curbecur ên wekî dîzayna modayê cûda, bi taybetî cil û bergên jinan ên girêdayî çanda herêmî ya Yemenê û çêkirina pixûr, misk, paste, wênekêşî û resim hat li darxistin.

“Ez kêfxweş im ku beşdarî vê çalakiya bi rûmet bûm”

Di çarçoveya bazara vekirî de, mamosteya zanîngeha Sana ya beşê Rêveberiya Karsaziyê Nejat Cemaan ji ajansa me re axivî û wiha got: "Ez kêfxweş im ku beşdarî vê çalakiya bi rûmet bûm ku tê de projeyên ji bo xort û jinên ciwan hatin nîşandan. Min di vê bazarê de dît ku piranî pirojeyên biçûk di warên cuda cuda de jinan afirandine.”

“Rêxistina ‘Ji bo her kesî’ piştgirî dide hemû jinan”

Nejat Cemaan derbarê girîngiya piştgirîya projeyên biçûk de wiha got: "Rêxistina ‘Ji bo her kesî’ piştgiriya jinan dike ku bi pirojeyên xwe yên biçûk beşdarî bazarê bikin û bi rêka pirojeyên xwe di warê aborî de xwe bispêrin hêza xwe."

Wênekêş Wid Seîd ku yek ji beşdarên bazarê ye jî wiha got: "Ez wênekêş û grafîksaz im û min komek berhemên xwe yên ku beşdarî pêşangehan bûme di bazarê de pêşkêş kir. Hêvîdar im ku min karibe karê xwe di bazarê bi awayekî baş bi rê ve biribe da ku careke din derfetekî karkirinê bidest bixim."

"Beşdarbûna min ji bazarê re careke din hêviya min nûjen kir"

Hadiya Nasir ji parêzgeha Lahcê diyar kir ku ew kêfxweş e ku beşdarî bazarê bû û pirojeyên xwe pêşkêş kiriye û wiha domand: "Ez bê hêvî bibûm, lê bi vê beşdariyê û piştgiriya saziyê ji min re, min karî pêş de biçim û li ser projeya xwe ya ku min jê re digot ‘Kakên Resen’ berdewam bikim û hêvîdar im ku projeyên piştevaniya jin û ciwanan berdewam bibin. Ji ber ku gelek hewcedariya wan bi piştgiriyê û peydakirina debara jiyanê di van şert û mercên dijwar de heye".

“Ez li ser berfirehkirina projeya xwe ya çêkirina pixûr û misk xebitîm”

Jina ciwan Newal El-Hematî bi projeya xwe ya çêkirina pasteyan beşdarî bazarê bû û wiha got: "Projeya min wek çêkirina kak û amadekirina xwarina batata ya navdar li Adenê ye. Ji ber ku daxwaz li ser van tiştan demsalên xwe hene ji ber vê yekê ez li ser berfirehkirina projeya xwe ya çêkirina pixûr û misk xebitîm.”