Salha Melik ji bo debara malbata xwe li ser çerxerêyan nan difiroşe

Zêdetirî deh salan e, Salha Malik rojane bi saetan li ser xaçeriyek disekine da ku nanê bi destên xwe çêdike bifiroşe rêwiyên bi wesayîdên xwe derbas dibin.

NAZÎHA BOSAÎDÎ

Tûnis- Ne serma û ne germa zêde, ne jî westandin nebûn astengî li pêşiya Salha Malik. Ji bo debara malbata xwe bike û alîkariya zarokên xwe bike li ser rê nan difiroşe lewre ew dixwaze zarokên xwe bide xwendin, ji nezanînê wan biparêze.

Salha Malik a 52 salî ku zû dev ji dibistanê berda û di 18 saliya xwe de zewicî, ji bo ku ji stresa rawestanê hinekî bêhna xwe bigre, li ser keviran rûnişt û selikek nanê baladî danî kêleka xwe ya ku miletê Tûnisî pir jê hez dike û wiha got: "Berî 10 salan ez her roj serê sibê ji xew şiyar dibûm ku bi qasî pêncî nan amade bikim û beriya nîvroyê dest bi firotina wan ji rêwiyan re li vê xaçeriya nêzî mala xwe bikim."

Di rûyê wê de şopa tîrêjên rojê û derd û kul xuya dibin

Dema ku mirov nêzî Salha Malik dibe, hûrgiliyên din ên derd û kulên di rûyê wê de dibîne, rûyê wê yê sorbûyî ji tîrêjên rojê û bandora şewata li ser destê wê ya ji ber agirê tenûrê, nîşan dide ka çiqas barê jiyanê hilgirtiye. Salha Malik dikaribû alîkariya sê kurên xwe bike da ku xwendina xwe berdewam bikin û bawernameyê bi dest bixin ku têkevin bazara kar. Ez dikarim her tiştî bo zarokên xwe bikim bêyî westîn."

“Ji bo dermankirina zaroka xwe ya nexweş divê bixebitim, nexweş nekevim û nemirim!”

Tevî êş û azarên wê û dilê wê yê mezin, ji bo peydakirina debara malbata xwe di vê qeyrana aborî, buhayên giran û şert û mercên dijwar ên jiyanê hîn jî têdikoşe û dixebite û wiha tîne ziman: "Ez jineke nexweş im û ji nexweşiya dilê mezin êş dikşînim, tevî vê yekê jî di rewşeke dijwar a aborî ya li welat de, ji bo debara malbata xwe û heqê xwendina zarokên xwe kar dikim. Ez di karê xwe de bi israr û domdar dimînim ji ber ku tenê ez piştgiriya malbatê dikim. Divê ez bihayê dermankirina keça xwe ya biçûk a ku bi penceşêra hestî ketiye bigrim. Ew bi hewceyî emeliyata ling e ji ber ku di meşê de zehmetiyê dikşîne û ew jî pir buha ye. Di heman demê de  bi hewceyî piştgiriya derûnî û moralî ye ku derdên xwe derbas bike. Ji ber vê yekê pêdivî heye ku hêz û sebra min hebe, bikaribim alîkariya wê bikim. Tişta ku ez herî zêde jê ditirsim xirabûna tenduristiya min e. Ez ditirsim jiyana xwe ji dest bidim û keça xwe li pey xwe bihêlim."

Dixwaze ji xwe re cihekî bibîne û li wê derê nanê xwe bifiroşe

Salha Malik, ji bo ku ji xwe re cihekî biçûk veke li riya destûrê digere, da ku bi nanê ku çavkaniya debarê ye ji bo bo wê li wê derê bifiroşe û ewqas zêde neweste. Li rawestgehên wesayîdan sekna wê dibe sedem ku hewaya qirêj bikşîne. Dema ku mekan hebe dê wê ji germ, serma û her tiştî biparêze.