Jinên Şehbayê yên bi xwedîkirina sewalan debara xwe dikin

Jinên Efrînî yên ku li kantona Şehbayê dijîn behsa zehmetiyên xwedîkirina pez kirin û gotin: “Piştî ku em ji Efrînê derketin êdî derfetên kar û xebatê ji bo jinan kêm bûye, ji ber wê me careke din dest bi xwedîkirina pez kir.”

ŞÊRÎN ELÎ

Şehba- Beriya ku Efrîn ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve were dagirkirin, bi xweza û lawiran dewlemend bû. Girêdanek dapîr û bapîrên Efrînî bi xwezayê û xwedîkirina lawiran re hebû ji ber ku beriya bi hezaran salan debara xwe bi wê yekê kirine û bêhna xwe pê fireh kirine. kesên ku xwedî li çand û parastina civaka xwe heya vê kêliyê derketine jin in. Tevî ku westandinek di xwedîkirina lawiran de heye jî heya vê kêliyê jinên Efrînê pê re mijûl dibin. Bi riya parastina çanda civaka xwe ya çêkirina berhemên şîr û sûdên jê digirin bi destên dayikên Efrînî tên parastin. Ji bo ku dayik ango jin pêdiviyên zarokên xwe bi cih bînin û debara xwe bikin, tiştên ku derfeta kirina wan heye dikin, weke xwedîkirina lawiran. Der barê zehmetiyên xwedîkirina pez her wiha sûdên ku ji şîr digirin û pê gelek berhemên cur bi cur çêdikin de, jinên kantona Efrînê ji ajansa me re axivîn.

Ji bo ku ez debara mala xwe bikim min dest bi xwedîkirina pez kir”

Cîhan Hebeş a ji gundê Çeqmaqa yê mezin ê girêdayî navçeya Recoya Efrînê ya 47 salî, da zanîn ku tevî westandinê jî ji bo xwedîkirina lawiran tu carî meraq û hezkirina wê neqediyaye û wiha domand: “Beriya ku Efrîn ji aliyê dewleta tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê ve were dagirkirin me pez xwedî dikir lê li kantona Şehbayê ji ber derfetên kêm ên kar û xebatên jinan, careke din me dest bi xwedîkirina pez kir. Em gelek sûd ji berhemên pez digrin em ji şîr mast, lûrik û penîr çêdikin. Hejmara pezên ku niha li gel me ne 300 e. Xwarina pez gelek bûha bûye. Ji bo ku ez debara mala xwe bikim min berê xwe da xwedîkirina pez. Ji ciwantiya xwe ve heya niha em pez xwedî dikin. Em du malbat 300 pez xwedî dikin, kur û birayê min şivantî dikin û ez û hevjîna birayê xwe li ber malê dimînin kar û xwarinê çêdikin heya tên, piştre em pez didûşin paşê pêwîstiya malê bi çi hebe em ji şîr çêdikin. Ez bêhna xwe bi xwedîkirina pez derdixim. Sala borî ji îsal baştir bû ji ber ku xwarina pez wek ceh û kayê hebû.”    

“Em ji şîr gelek berhemên bi sûd çêdikin”

Mizgîn Mustafa ji navçeya Recoya girêdayî kantona Efrînê ye 39 salî ye, diyar kir ku jiyana li kantona Şehbayê û dûrbûna ji welat pir zor û zehmet derbas dibe û ev tişt anî ziman: “Li kantona Şehbayê ji ber derfetên kêm li pêşiya jinan me berê xwe da xwedîkirina pez lê îsal xwarina lawiran gelek buha bûye, goştê wan erzan e, ji ber vê yekê em di zirarê de ne. Eger em bê kar bimînin em nikarin pêdiviyên zarokên xwe bi cih bînin. Em ji şîr gelek berhemên bi sûd werdigirin. Ruxmî zehmetiyên ku em rojane dibînin, meraqa me ya ji bo xwedîkirina pez bi dawî nabe. Li derdora mala me jî malbat pez xwedî dikin ji bo debara malên xwe bikin. Bi riya xwedîkirina pez em debara mala xwe dikin û bêhna xwe bi hesreta dûrbûna ji welat pê fireh dikin.”