Kovara Jin û Kar: Qadeke nû ya hevgirtin û aboriya jinan

Meclîsa Jinên Karsaz ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê hejmara ewil a kovara "Jin û Kar" li Amedê da naskirin. Armanca wan ewe ku dengê jinên karsaz bigihîne her derê û bîra keda wan bike arşîveke mayînde.

Amed – Meclîsa Jinên Karsaz ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya bajarê Amedê (DTSO), ji bo hejmara ewil a Kovara Jin û Kar ku bi felsefeya "Bi Wêrekî û Biryardariyê Zêde Dibin, Bi Hevgirtinê Xurt Dibin" amade kiribûn, li Navenda Înovasyonê ya Gastro lansmanek li dar xist. Ji lansmana kovara ku tê payîn sale careke bi zimanê Kurdî û Tirkî bê weşandin re, gelek jinên karsaz û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn.

Endama Meclîsa Jinên Karsaz Ayşegul Damlarkaya, diyar kir ku armanca wan a amadekirina kovarê ne tenê nîşandana çîrokên jinên di cîhana karsaziyê de ye, di heman demê de afirandina qadeke xurt a hevgirtinê ye ku jin tê de hevdu bihêz bikin, ezmûnên xwe parve bikin, îlham bidin hev û bi hev re rêyên nû vekin. Ayşegul Damlarkaya, da zanîn vê kovarê ji bo bîranîna Nevîn Îl, Ferda Cemîloglu û Şemsa Ozar ên di têkoşîna jinan a ji bo azadî û wekheviyê de rolên girîng lîstine, avakirine.

‘Dema em bi hev re bimeşin, em ê bihêztir, berhemdartir û wêrektir bin’

Piştre Endama Lijneya Edîtoriyê ya Meclîsa Jinên Karsaz Arzu Sunar axivî û got: "Jin û Kar, armanc dike ku bibe platformek zindî ku jin dikarin dengê xwe di warên aborî û sektorî de bidin bihîstin, hevdu nas bikin û di bin nirx û armancên hevpar de werin cem hev. Di vê çarçoveyê de em hejmara xwe ya ewil wekî destpêkek dibînin û em dizanin ku dema em bi hev re bimeşin, em ê bihêztir, berhemdartir û wêrektir bin."

Veguherîna bîra avakirî ya ji bo arşîveke mayînde

Rêvebera Meclîsa Jinên Karsaz Fîlîz Ekîngen jî, wiha axivî: “Me ji damezrandina Meclîsa Jinên Karsaz destkeftiyên girîng bi dest xistin û ezmûnên girîng afirandin. Em heyecana weşandina hejmara ewil a kovara xwe ya Jin û Kar a yek ji gavên ku me ji bo veguherandina bîra avakirî ya ji bo arşîveke mayînde avêt û armanc dike ku têkoşîna jinan a di jiyana aborî de bide xuya kirin, parve bikin. Em wekî Meclîsa Jinên Karsaz, serbilindiya mafdar a weşandina kovareke bivî awayî dijîn. Dema ku em li pêvajoya amadekirinê û kovarê dinêrin, me careke din bi kûrahî hîs kir ku me di nava salan de şahidiya çiqas kêliyên girîng kiriye.”

Herî dawî Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Adalet Kaya jî mafê axaftinê girt û diyar kir ku ew vê xebata ku armanc dike bîra keda jinan ku herî zêde nayê dîtin, tê veşartin û ji dîrokê tê jêbirin, avabike, biafirîne û xurt bike, gelekî bi nirx dibînin.

Di dawiya lansmanê de ji bo jinên ku ked dane kovarê, gul hate dayîn.