Li Wanê kooperatîfek jinan bû platformek hevgirtinê

Li Kooperatîfa Jinan a Evînê jin li aliyekê hilberînê dikin, li aliyê din jî mînaka herî bedew a hevgirtina jinan nîşan didin. Lê belê ji bo ku bikaribin bighîjin gelekên din, hewceyî destekê ne.

MEMÎHAN HİLBÎN ZEYDAN

Wan – Jinên ku ji jiyana aborî û civakî hatine dûrxistin, ji bo hebûna xwe di her qadê de nîşan bidin, li dijî vê tunehesibandinê têkoşîna xwe didomînin.

Li Wanê jin bi hêza xwe, li dijî feraseta serdest a mêr ku jinan di malê de heps dike û ji jiyana civakî û aborî dûr dixe, qada xwe diafirînin. Kooperatîfa Jinan a Evînê ku ji sala 2015’an vir ve bênavber dixebite, mînakek berbiçav a derbaskirina tundiya aborî û zordariya li ser jinan û avakirina jiyaneke kolektîf pêşkêş dike.

‘Em di qada tekstîl û xwarinê de dixebitin’

Derçûya beşa dîzayna modayê Şehrîban Adsaz, ev nêzîkî 3 sal in ku di nav kooperatîfê de wek mamoste û hilberîner dixebite. Şehrîban diyar kir ku ev qad ne tenê modelek kar e, her wiha cihek e ku jin lê azad dibin û hevdu bi hêz dikin. Şehrîban Adsaz dema xebatên xwe tîne ziman, wiha behsa armanca  kooperatîfê dike: “Kooperatîfa Jinan a Evînê ji sala 2015’an ve dixebite. Em di du warên sereke, tekstîl û xwarinê de dixebitin. Sedema sereke ya ez tevlî kooperatîfê bibim û nas bikim ew e ku ez jin im. Ji ber feraseta serdest a mêr a di civakê de bi zext, tundî û ferzkirinan jinan mîna ‘girêka qels’ bi nav dike, xwestekek ku ez li hember vê yekê rabim afirand. Bi salan e, dema ji bo jin ji hêla aborî û civakî ve bihêz bibin, min xebatên cûda dimeşandin, rêya min bi Kooperatîfa Jinan a Evînê ket. Ev nêzî sê salan e di nav kooperatîfê de dixebitim. Di destpêkê de, ji ber ez derçûya dîzayna modayê bûm, di qada tekstîlê de wek mamoste û di hilberînê de xebitîm. Niha, ez endama kooperatîfê me.”

Ji 7 jinan gihîşt 20 jinan

Şehrîban Adsaz da zanîn ku di pêvajoya ku dest bi kar kirî de 7 jin bûn, lê bi demê re hejmar gihîştiye 20’an. Wê destnîşan kir ku derxistina potansiyela jinan ji bo wê pir girîng e û wiha domand: “Kooperatîfa me ne tenê modelek kar e, platformek hevgirtinê ku jin tê de piştgiriyê didin hev, bi hev re hildiberînin û biryaran bi hev re didin e. Em karê xwe li ser bingeha şêwazê xebata kolektîf û giyanek hevkariyê bipêş dixin. Armanca me ew e ku em ji bo avakirina qadek azad, wekhev, demokratîk û rêgez, qadên civakî berfireh bikin. Li vir, em tenê berhemekê dernaxin holê. Her dirûtin, di her qonaxa hilberînê de, em keda dîrokî û civakî ya jinan dîsa xuya dikin. Em hewl didin nîşan bidin dema jin tên ba hev, hem di asta xwecihî û hem jî di asta civakî de çi ava dikin çi guherînan dikin.”

‘Me bersivên erênî girtin’

Şehrîban Adsaz anî ziman ji bo kooperatîf statu bigre projeyên wan hene û xebatên pêwîst pêşkêşî sazî û rêxistinên peywendîdar kirine û got: “Piştî pêşkêşkirina projeyan, me bersivên erênî wergirtin. Em plan dikin ku van projeyên mijara gotinê di zûtirîn dem de bicîh bînin. Baweriya min a ku em ê bi hevkariya jinan armancên xwe bi dest bixin tam e.”

Berhemên di kooperatîfê de têne hilberandin

Şehrîban Adsaz, destnîşan kir ku jin bi karên destan ên cûr be cûr berheman çêdikin û ev tişt got: “Di dîzayn, dirûtin, çêkirina şablonan û hilberînê de roleke çalak dilîzin. Me bi cilên amade dest pê kir, lê niha em li ser cilên herêmî, ji bo mîrasa xwe ya çandî zindî bihêlin em  dixebitin. Jin bi teknîkên cûda û nû jêhatîbûna xwe ya destan bêtir pêş dixin. Ji derveyî wê, ew dahatiyek a aborî bi dest dixin û bi vî rengî xurttir dibin. Jinên ku em li vir bi wan re dixebitin hem dahatek madî qezenc dikin û hem jî bi fikrê ‘Ez jî di hilberînê de beşdar im’ baweriya bi xwe pêş dixin. Di qada meya hilberîna xwarinê de, gelek berhemên wek rijde, nanê tenik, mantî, kutilk, eprex û gelek berhemên kevneşopî bêyî karanîna dermanan têne hilberandin. Her du qadên me yên hilberînê bi awayek çalak xebatên xwe didomîn in.”

‘Krîza aborî me tengav dike’

Şehrîban Adsaz diyar kir ku ji bo firotina berheman bazarek wan tune ye û ew bi rêya sazî û rêxistinan berhemên xwe difroşin û ji derveyî sazî û rêxistinan di fuaran û qadên stand de cih digrin. Şehrîban çend tengasiyên ku dijîn, wiha vegot: “Krîza aborî ya ku bandor li hemû qadan dike, me jî dike tengasiyê. Em carna di firotanê de zehmetiyan dikşînin û ji bo derbaskirina van zehmetiyan pêwîstiya me bi destekê heye. Li vir, em li benda piştgiriya hemû hevkarên xwe yên jin in. Ji bo ku em bi hev re bixebitin û hem dahatekê qezenc bikin û hem jî rolek çalaktir û bihêztir di jiyana civakî de bigirin.”

Armanc gihîştina bêtir jinan e

Şehrîban Adsaz tekez kir ku wan ji jinên di nav xebatan de cih girtine, bersivên erênî girtine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ji bo jinan cihekî azad e, hevkarên me yên jin ên ku em bi hev re dixebitin li vir xwe azad hîs dikin û dibêjin ew dikarin xwe bi rihetî îfade bikin. Me li vir bi jinan re atmosferek malbatî afirandiye. Ez bawer dikim ku ger jin bixwazin, tiştek tune ye ku li ser rûyê erdê nikaribin bi dest bixin. Em dixwazin hîn bêtir jinan di kooperatîfa me de bînin cem hev û em hewlên xwe di vî warî de didomînin.”