‘Piştgiriya hêz û berhemên hev bikin’

Kûwêstan Salih Seîd mînaka yek ji wan jinan e ku bi berhemên xwe yên xwemalî bûye parêzvana gelek berhemên xwezayî.

MÎHRÎBAN SELAM

Helebce – Kûwêstan Salih Seîd bi rêya dikana ‘Tirşî û berhemên xwemalî yê Kûwêstan’, berhemên cûrbecûr ên xwemalî pêşkêşî kiryaran dike. Di nav vana de tîrşîn, xiyar, zeytûn, sîr, îsot û rîçal hene. Berhemên wê li gorî demsalê û hebûna berhemên xwemalî tê guhertin.

Ev kar ne tenê çavkaniyek ji bo berhemên xwemali ye, her wiha hewldanek ji bo zindîhiştina çanda xwarinên malê û teşwîqkirina mirovan ji bo bikaranîna berhemên xwemalî ye jî.

Beşdarbûna li mîhrîcan û serketina di karan de

Kûwêstan Salih Seîd beşdarî çend mîhrîcan û pêşangehên berhemên xwemalî bûye. Kuwêstan da zanîn ku ew yek ji wan kesan e ku di warê firotinê de bala xelkê kişandiye û wiha domand: “Di kepra firotinê de, min gelek tişt firotin. Ji bo ku berhemên xwe zêdetir bidim nasîn û bazara firotinê berfireh bikim, beşdarbûna xwe ya li mîhrîcanan didomînim.”

Berdewamiya Kûwêstan di vî warî de, wisa kiriye ku bêtir li ser nasnameya kar bisekine. Di nav van karan de, diyarkirina navên dikanan û logoyên ji bo berhemên wê da ku berhemên wê li bazarê hêsantir bên naskirin, hene.

Peyama Kûwêstan a ji bo jinan: Piştgiriya hev bikin

Kûwêstan Salih Seîd di peyama xwe ya ji bo jinan de, bal kişand ser girîngiya hevkarî û piştevaniya jinan û wiha got: “Divê jin piştgiriyê bidin berhem û hêza hevdu û berhemên xwemalî hêja bibînin. Her jin dikare li gorî hêz û afirîneriya xwe û di her demsalê de li gorî berhemên berdest tevbigere. Karek taybet pêşkêş bike, çi li bajar be çi li bajarokekî û destekkirina berhemên xwemalî. Ne tenê destekdayîna ji bo berhemek e, gavek ber bi bihêzkirina aboriya herêmî, teşwîqkirina jinan ji bo kar û naskirina potansiyela wan e jî.”

Berhemên xwemalî; gavek ber bi paşerojeke baştir ve

Çîroka Kûwêstan Salih Seîd mînakek ji hewldanên jinek Kurd a ji bo danasîna berhemên xwemalî û beşdarbûna li tevgera aborî ya herêma xwe ya bi rêya karên xwemalî ye. Kûwêstan   di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dema jin piştgiriya hev dikin û kirîger girîngiyê didin berhemên xwemalî, ji bo mezinbûn û serkeftina karên wan ên biçûk derfetên zêdetir çêdibin.”