Pinar Saip: Me ji bo mafên xwe yên xwebûn û mafê tenduristiya gel çalakî li dar xist

Seroka Odeya Tabîban a Stenbolê Dr. Pinar Saip a ku çalakiya pisporên tenduristiyê ya 15’ê Kanûnê nirxand wiha got: “Pergala tenduristiyê ya heyî ji bo tenduristiya gel gihîştiye asteke bi zirar."

ELÎF AKGUL
Stenbol - Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) piştî ku rêziknameyên mafên xwebûnê yên xebatkarên tenduristiyê ji pêşnûmeya ku li Meclisê hat nîqaşkirin hat derxistin, 15’ê Kanûnê roja çarşemê dest bi grevê kir. Di çarçoveya biryara grevê de, di 15’ê Kanûnê de tenê xizmeta lezgîn, nexweşên diyalîz û penceşêrê, lênêrîna giran û lezgîn a zarokan hat dayîn. Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES), Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê yên Şoreşger û Sendîkaya Kedkarên Gel a Şaxa Tenduristî û Xizmeta Civakî ya Giştî jî piştgirî dan banga TTB'ê ya ji bo greva rojekê. Dema ku tevlibûna çalakiya rawestandina kar li hin nexweşxaneyan pir zêde bû, li Stenbolê li gelek nexweşxaneyan çalakî hatin kirin.
Daxwazên bijîşkan
Bijîşkan, di daxuyaniya ku beriya grevê de dan, ev daxwaz rêz kirin: “Ji bo parastina xizmetên tenduristiyê yên pêşîlêgirtinê, daxwaza mûçeyeke bingehîn a jiyanî ku wê di teqawîdbûnê de jî diyar bibe, bêewle, bi hincetên nerast ên ji karavêtinê û şert û mercên xebatê yên koletiyê ferz dike. Ji bo xebitandina bi ewle, qanûnek bi bandor li dijî şîdetê, cihên kar ên ewle, hawirdorên bi tendurist ên xebatê, ji bo li dijî nexweşiyên pîşeyî, bi taybetî KOVID-19, qanûnek nexweşiyên pîşeyî ya tevayî were derxistin, ji bo hemû xebatkarên xeta karsaziyê ku di çarçoveya karên giran û xeternak de dixebitin, ji 5 salan salek nirxa westandinê bê dayîn; ji bo zêdebûna gav bi gav nîşaneyên zêde ji 3 hezar 600 ji bo 7 hezar 200’e.”
“Em bi mehane hewl didin dengê xwe bidin bihîstin”
 
Seroka Odeya Tabîban a Stenbolê Dr. Pinar Saip diyar kir ku tevlibûna grevê ji bendewariya wan zêdetir derbas bûye. Dr. Pinar Saip teqez kir xebatkarên tenduristiyê bi mehan e hewl didin dengê xwe bidin bihîstin û wiha got: "Mixabin ne ji hikûmetê ne jî ji Wezareta Tenduristiyê tu bersiv nehat." Dr. Pinar Saip a ku bi bîr xist ku proje zagona zêdekirina mûçeyên beşeke pizîşkan ji aliyê parlamentoyê ve hatiye qebûlkirin û ew bi hinceta "malîyeta bilind" vekişiyaye û ji ber ku ne beşek ji bijîjkan û ne jî xebatkarên din ên tenduristiyê girtiye ev yek têr nekiriye.
"Kedkarên tenduristiyê êdî nikarin debara xwe bikin”
Dr. Pinar Saip a ku bi taloqkirina dîroka nediyar a zêdebûna giraniyan, da zanîn ku xebatkarên tenduristiyê û bijîjkên ku jixwe bê pertav bûne serî hildidin û diyar kir ku ev çalakiya mîsyonê bi lez hat organîzekirin û dengvedanên mezin dît. Dr. Pınar Saip wiha berdewam kir: “Tişta herî girîng ew bû ku nexweşên me piştgiriyeke mezin didin vê yekê. Me ji gel piştgiriya mezin girt. Ji ber ku ew jî di vê ferqê de ne, bi qasî ku ew nikarin debara xwe bikin, xebatkarên tenduristiyê û bijîjk jî di rewşa ku nikarin debara xwe bikin de ye. 
“Pergala heyî ji bo tenduristiya gel jî bi zirar e”
Dr. Pinar Saip wiha domand: "Ev çalakiya ku em dikin bi rastî çalakiyek e ku em ne tenê ji bo mafên xwe yên xwebûnê, di heman demê de ji ber em mafê tenduristiya gel diparêzin dikin. Pergala tenduristiyê ya heyî ji bo tenduristiya gel gihîştiye rewşa bi zirar. Di 5 deqeyan de temaşekirina nexweşan, randevûyên ku nayên girtin, bi rêkûpêk negihîştina nexweşên rast ku lênihêrîna tenduristî ya rastîn, di pêvajoya KOVÎD’ê îflasa bijîşkiya pêşîlêgirtinê, windakirina rastiya ku gelek welatiyên me dema ku dikaribûn werin rizgarkirin mirin, gelek xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe winda kirin. Em di heman alî de ne, bi heman pirsgirêkan re mijûl dibin. Li welatê me her tim koçkirina bijîjkan çêdibe. Îstîfayên bijîjkan çêdibin. Mirov naxwazin di van şert û mercan de bijîşkiyê bikin. Di 20 mehên dawî de nêzî 9 hezar bijîjkan ji kamûyê îstîfa kirin. Hinek ji wan çûn beşa taybet lê mixabin hinekan jî bi temamî dev ji pîşeyê berdan. Di van şert û mercan de ne mimkûn bû ku ev pîşe bi awayekî exlaqî û ontolojîk were meşandin. Bi ser de jî em nikarin debara xwe bikin.”
“Ger dengê me neyê bihîstin dê çalakiyên me zêde bibin” 
Dr. Pinar Saip di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku tevlibûna çalakiyan erkek e, ji bo van pirsgirêkan bîne ziman tê organîzekirin zêde ye, diyar kir ku ger dengê wan neyê bihîstin dê çalakiyên xwe gav bi gav mezin bikin.