Li Sudiyê ji bo perwerdeya trena lez 28 hezar jinan serlêdan kirin

Li Sudiyê ji bo bikar anîna trena lez a di navbera Meke û Medîne de seferê bike di meha Çileyê de serlêdan destpê kirin. Hat zanîn ku ji bo perwerdeya trena lez a wê tenê 30 jin werin girtin 28 hezar jin serlêdan kirine.

 
Navenda Nûçeyan- Di meha Çileyê de hatibû destnîşankirin ku wê jinên Sudiyê bikaribin perwerdeya ajokeriya trena lez a bi navê Haramîn ku heremên El-Munewara yê di navbera Meke û Medîne de bi hev ve girê dide, bibînin. Torena danasîna xebatê li Riyad a paytaxta Sudiyê hat çêkirin.  
"Di asta rekorê de serîlêdan "
Serokê Veguhastina Komelî Rumaih El-Rumaih destnîşan kiribû ku ji bo jinên Suudî bikaribin di bernameya Trên Eksprês a Haramînê de perwerde bibînin deriyê serlêdanê vekirine. Hat zanîn ku ji bo seferên trenê yê tenê wê 30 jin were girtin, bi hijmara 28 hezaran di asta rekorê de serlêdan hatiye kirin. 
Ji aliyê şerîkeya Renfe ve hat parvekirin ku wê lêkolînên serlêdanan heyanî meya Adar-Nîsanê berdewam bike. Hat zanîn ku li welatê heya sala 2018’an jî destrûra ajokeriya seyareyê ya jinan nedihat dayîn, serlêdana rekor a jinan ji bendewariyan pir zêdetir e.