Semah El-Sefdî: Azweriya jinê hêmana herî girîng e ji bo serkeftina projeya wê

Lêkolîner û aktîvîsta femînîst Semah El-Sefdî li ser bihêzkirina jinan ji aliyê aborî ve axivî û wiha got: "Gelek jin dixwazin derfetê bi dest bixin da ku projeyên xwe fînanse bikin lê rewşa aborî ya Xezayê ji bo wan dibû asteng. Hin jin ji çêkirina projeyan ditirsin, ji ber vê yekê me dest bi dayîna piştgiriya derûnî û civakî kirye da ku wan teşwîq bikin ku pirojeyan çêbikin."

NEXEM KERACA  
Xeza- Bihêzkirina jinan ji aliyê aborî ve yek ji hemanên herî girîng e ji bo bidestxistina têgeha pêşketina aborî ya di civakê de. Cîhan bû şahidê destkeft û pêşkeftinên berçav ên jinan lê rastiya jinên Filistînî di beşdariya aboriyê de pir lawaz û kêm e, ji ber ku ew rastî gelek astengiyan hatine, nemaze ferqa aborî ya di navbera wan û mêran de. Têkildarî mijarê lêkolîner û aktîvîsta femînîst Semah El-Sefdî li ser bihêzkirina jinan ji aliyê aborî ve ji ajansa me re axivî.
"Rewşa aborî ya Xezayê li ber pêşketina jinan aboriyê dibe asteng"
Der barê astengiyên ku jin di dema kar de rû bi rû dimînin Semah El-Sefdî wiha got: "Di dirêjahiya xebata xwe de di warê bihêzkirina jinan ji aliyê aborî ve, min dît ku jin çiqas dixwazin derfetê bi dest bixin da ku projeyên xwe fînanse bikin, lê rewşa aborî ya Xezayê ji bo wan dibû asteng. Di heman demê de adet û kevneşopî jî rê li ber pêşketina jinan ji aliyê aborî ve digirin, ji ber ku gelek mêr fikra xebata jinan rexne dikin. Me hewl da ku vê pirsgirêkê bi riya projeyên malbatî ku jin û mêr tê de beşdar dibin, çareser bikin. Hin ji jinan fînanse qebûl nekirin ji tirsa ku ji hêla mêran ve bê asteng kirin. Hin jin jî hene ku ji çêkirina projeyan ditirsin, ji ber vê yekê me dest bi dayîna piştgiriya derûnî û civakî kirye da ku em wan teşwîq bikin ku pirojeyan çêbikin."
Semah El-Sefdî eşkere kir ku piraniya saziyan li ser berpirsiyariya darayî ya hevpar di navbera jin û mêran de dixebitin û wan ji hev cuda nakin û wiha pê de çû: "Ev yek ji bo jinan pir bi zerar e, ji ber ku gelek ji wan hevberdan di navbera wan de pêk hatiye an hevberdanê dixwazin an jî naxwazin bi mêr re xwedî berpirsiyariya darayî ya hevpar bin. Ger hevberdan di navbera jin û mêr de pêk were, jin serbixwe dibe û dikare projeya xwe berdewam bike."
"Divê Wezareta Aborî alîkariya jinên xwediyê projeyên piçuk bike"
Semah El-Sefdî da zanîn ku hêmanên serkeftina projeyan di azweriya jinan de ye û wiha lê zêde kir: "Kesê ku bi fikra xwe bawer be wê bigihêje armanca xwe û tu merc li pêşiya wî nikarin bibin asteng. Ji bo zêdekirina tevlêbûna jinan a di bazara kar de û nûkirina ruhê jiyanê di vê bazarê de rê û rêbaz hene, ya herî girîng jî avakirina saziyeke civakî ye ku li derveyî medyaya civakî înîsiyatîfan pêk tîne. Ji ber ku em nikarin bi rêya înternetê xwe bigihînin hemû jinan. Her wiha divê Wezareta Aborî alîkariya jinên xwediyê projeyên piçuk bike."
Li gorî statîstîkên Buroya Navendî ya Îstatîstîkê ya Filistînê ji 7'ê Adara 2021'an heta Hezîrana 2021'an hejmara nifûsa karkeran li Filistînê nêzî 5,23 mîlyon bû, ji wan ji sedî 51 mêr û ji sedî 49 jin bûn. Li gorî daneyên Desteya Karmendên Giştî heta Sibata 2021'an rêjeya tevlêbûna jinan a di qada sivîl de ji sedî 45 bû.