Li Semsûrê kooperatîfa jinan hat vekirin

Li Semsûrê jinan Kooperatîfa Jin A Golbaşi ava kir. Seroka Civata Rêveberî ya Kooperatîfa Jin a Golbaşi Emîne Koseler da xuyakirin ku bi kooperatîfa ku dane avakirin dixwazin jinan teşwîqî hilberînê bikin û di vê wateyê de ji bo her cihê banga pêwîstiya avêtina gavên kooperatîfbûnê kir.

 
MEDÎNE MAMEDOGLU
Semsur – 8 jinên ku li navçeya Golbaşiya Semsûrê kom bûn, ji bo di çandiniyê de hilberînê zêde bikin û firotina hilberînan bikin, Kooperatîfa Jin a Golbaşi (GOL-KA) ava kirin. Ji bajar û navçeyên derdorê eleqeyek pir mezin a gel çêbû, jin tûyên hişk, mewîj, dims, simaq, ava firingiyan ku li malên xwe çêkirine li kooperatîfê pêşkeş dikin. 
“Me bi 8 jinan dest bi vê riyê kir” 
Der barê kooperatîfa ku çend roj berê hat vekirin de em bi Seroka Civata Rêveberiyê ya Kooperatîfa Jin a Golbaşi, Emîne Koseler re axivîn. Emîne koseler diyar kir ku wan ji bo careke din bihêzkirina yekitiyê ya ku di pêvajoya dawiyê de her ku diçe di her qadê de kêm dibe kooperatîfek bi vî rengî vekirine û anî ziman ku bêyî rawestin, karkirin û hilberîna jinan jî di vê fikrê de bi bandor bûye. Emîne Koseler got; “Ji bo em gaveke din ji vê paşvemayînê re bêjin na, me armanc kir ku em vê kooperatîfê ava bikin. Em bi vê fikrê derketin rê ku ger bi rihê yekitî û yekbûnê tevger çêbibe dê kooperatîf di vê heremê de serkeftî be. Sê meh berê karê vê derê yê zagonî bi dawî bû. Di qada kooperatîfê de sih gund û sê bajarokên me hene.”
“Me xwest em ji bo jinan cihê bazarê ava bikin” 
Emîne Koseler diyar kir ku tevahî jinên li kooperatîfê kar dikin di warê hilberînê de xwedî ceribandinên mezin in û da xuyakirin ku bi kooperatîfa ku dane avakirin ji bo berhemên hilberandine cihekî nû yê bazarê didin avakirin. Emîne Koseler anî ser ziman ku ji bo pirsgirêkên di warê çandiniyê de li heremê tên jiyîn bêjin bes e tiştê ku ji destên wan tê dikin û wiha got; “Jin weke pêşengên kedê di warê hêza kar de jî berhemên xwe yên dest li vê derê pêşkêş dikin. Di vê watayê de berhemên ku ava dikin anîn kooperatîfê û li vê derê dest bi pêşkêşkirina wan kirin. Bi taybetî jî em di pêvajoyeke ku cotkar ji rez enirîne de derbas dibin. Ji bo di xala bûyîna navendê de em careke din bikaribin tiştekî bikin, me bi jinan re xebateke bi vî rengî da destpêkirin. Di warê çandiniyê de pirsgirêkên mezin ên herêma me hene. Ji ber bandorên derdorê, mazot, zibil û hwd. gundî ji rezên xwe anirîne. Weke kooperatîfek me xwest em berê jinan bêtir bidin çandiniyê û xebatan bi vê awayê bimeşînin.”
“Divê di hemû deverên heremê de jin ji bo hilberînê werin teşwîqkirin” 
Emîne Koseler dibêje; “Bi kooperatîfa me daye avakirin ne tenê ji bo Golbaşiye, em dixwazin tevahî jinan ji bo hilberînê teşwîq bikin” di vê wateyê de da xuyakirin ku kooperatîfgerî divê li her deverê heremê werin avakirin. Di dawiya axiftina xwe de Emîne Koseler got; “Kooperatîfgerî bi taybetî di warê hilberînê de pir bi qîmet e. Ji bo di qada civakî, aborî û çandî de jin bi jiyanê ve werin girêdin û qezenca wan çebibe, ji bo jin bi derfetên xwe bikaribin li ser lingên xwe bisekinin û ji bo bûyerên ku di demên dawiyê di serê jinan re derbas dibin kêm bibin dê ev kooperatîf bibe îlhama jiyanê. Em ê serkeftî bin û ji bo vê yekê belavî herêmên din bikin, çi ji destên me tê em ê bikin.”