“Erdê ku duh hat topbarankirin, îro tovên genim lê tên reşandin

Rêvebera Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star Zehra Mihemed der barê projeyên xwe yên çandiniyê ku niha dest bi reşandina tovan kirine de axivî û ev diyar kir: "Erdê ku duh ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve dihat topbarankirin, îro tovên ceh û genim lê tên reşandin her wiha li şûna her topekê wê simbileke genim lê bilind bibe û tijî tov be."

SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star li navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lez daye pêkanîna projeyên xwe yên tenûrê û çandiniyê. Li gorî pêwîstiyên heyî armanc dikin ku projeyên nû di sala nû de pêk bînin û aboriyeke xweser a jinan geş bikin. Der barê projeya çandiniyê ya îsal li gel rewşa hewayê û êrîşên dagirkeran û bandora wan, Rêvebera Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star Zehra Mihemed axivî.
Projeyên îsal çi bûn û yên sala nû çi ne?
Zehra di destpêka axaftina xwe de wiha behsa projeyên îsal ên ku pêk anîne û pêwîstiyên wê kir: "Ji ber rewşa hewayê ya par, me girîngî da projeyên çandiniyê û pêşxistina wê. Her wiha kooperatîfên jinan ên tenûrê jî hene û hejmara wan 3 li navçeyê û gundên wê belav dibin. Li gorî planên me jî em ê di sala pêş de û li gorî pêwîstiya wê jî cihê xwedîkirina mirîşkan vebikin. Ji lewre em ê dest bi civînên gundan bikin, jinan li ser mijara aboriya jinan û xweserbûna wê di aboriyê de perwerde bikin û ya din jî nêrînên jinan der barê projeya xwedîkirina mirîşkan de guhdarî bikin. Paşê li gorî pêwîstiya her gundî, em ê dest bi avakirina projeyê bikin. Helbet, di rojek du rojan de çênabe, mesele meseleya demê ye."
“Ji bo ku em bi krîza kêmbûna genim re rû bi rû nemînin, me dîsa genim çand”
Zehra bal kişand ser projeya çandiniya ceh û genim li gundewarên navçeyê û ev yek anî ziman: "Me dest bi reşandina tovên genim û ceh li erdên ku girêdayî Aboriya Jinê ne, kiriye. Yek ji erdê ku niha em lê sekinîne jî li gundê Til Şinan ê Aşûrî dikeve ku dem bi dem tê topbarankirin, em îsal tovên genim lê direşînin. Me par û îsal jî tovên genim reşand, ji ber ku ev çend sal in baran zêde tune ye û dibe ku di demên pêş de jî em genim winda bikin û neyê peydakirin. Ji lewre em herî zêde îsal genim diçînin."
“Kêmbûna baranê zirarê dide ax, cotkar û lawiran”
Zehra da payin ku nebarîna baranê bandoreke neyînî dike û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Baran çend sal in pir kêm e û bi taybetî di du salên derbasbûyî de. Ji ber vê jî ev yek bandorê li ser aboriya giştî ya herêmê, cotkar, gel û li ser çêrîna pez û çêlekan dike. Erd tî be, nikare berhem jî bide. Ji lewre me xwest îsal jî em genim biçînin, da ku pez jî sûdê jê bigre."
“Kesên xizan, malbatên şehîdan û koçber jî di kooperatîfan de cih digrin”
Zehra got ku bi giştî donimê erdê wan 3526 donim in jê 960 donim ê kooperatîfên jinan e û wiha pêl da gotinên xwe: "18 jin di kooperatîfên ku li ser 960 donim erd hatiye dabeşkirin, de dixebitin. Piraniya wan hevjîn û dayikên şehîdan in her wiha jinên xizan û koçberên Serêkaniyê ne. Para her jinê jî 40 donim e."
“Dagirker topbaran dike, em jî tovan lê direşînin”
Zehra bi peyama ji dagirkeran re dawî li axaftina xwe anî: "Em ji dewleta tirk a dagirker re dibêjin, tu rojane axa me topbaran dikî, îro jî em tovên genim lê diçînin û bi vê yekê jî em berxwedaniya xwe li hemberî te mezintir dikin. Dagirker nikarin bi rengekî hêsan axa me dagir û parçe bikin. Ev der axa me ye, çawa ku mirov bi welatê xwe ve girêdayî ye em jî wisa ne. Ev ax jî ji bo me girîng e, wekî mala me ye ku gelek jinan tîne cem hev, di aboriya jinan e."