Li Cezayîrê bernameya zêdebûna jinan di qada aboriyê de

Li ser mijara zêdebûna tevlêbûna jinan di qada aborî de li peymanageha Cervates a Cezayîrê gotubêj hat kirin.

Cezayîr –Li ser mijara tevlêbûna jinan di qada aborî de ji aliyê Balyozxaneya Îspanya û peymanageha Cervates a Cezayîrê ve gotubêjek hat organîzekirin. Di gotubêjê de hat zanîn ku ew tevlîbûna jinan a di warê bihêzkirina aboriya welat de weke faktoreke pir girîn dihesibînin.

Li Cezayîrê gotubêja ser mijara beşdarkirina jinan di qada aborî de

Beşdarên komîteya civîna salane li ser pirsgirêkên jinan di warî aborî de li Cezayîrê, bihêzkina jinan di aliyê pîşeyî de û giringiya beşdarbûna wan di aboriya neteweyî de nîqaş kirin. Di nîqaşan de diyar kirin ku pirsgirêka beşdarbûna jina di warê bihêzkirina aborî de ne tenê ji bo Cezayîrê mijarek giringe û divê li ser bê rawestandin, ji ber ku li gelek welatên cîhanê ev pirsgirêk heye û gelek welatan zagonên girêdayî mijara aboriya jinan di salal 2021'an de sererast kirin da ku jinan di warê aborî de bihêz bikin.

Li gorî rapora Benka Cîhanê a bi navê "jin, kar û qanûn 2022" ku nêzî 2,4 Mîlyar jin di kar de ji derfetên aborî yên wekhev bêparin. Her wiha beşdaran rêjeyek li ser rewşa aborî li tevahî cîhanê pêşkêş kirin ku nêzî 178 welat pendên zagonî yên ku beşdarbûna jinan di warê aborî de qedexe dike parastine. Li 86 welatan beşdarbûna jinan di warê aborî de sînordare û li 95 welatan garantiya wekheviya Mûçeyan tuneye.