Jin di bazara online de hêza sereken e

Bazara online di sala 2021’an de bi awayek ber bi çav bi rêjeya ji sedan 3.39 zêde bûye. Ev rêje piranî ji jinên temenê wan di navbera 22-44 salî de ne. Di cîhanê de zêdeyî 300 milyon kes cihê xwe di bazara online de girtine.

BÊRÎVAN KAMIL

Silêmanî - Di demên dawî de aboriya dijîtal û bazirganiya elektronîk di cîhanê de rolek giring leyîstiye û bi rêya teknolojiyê dikare xwe bigihîne gelek kesan. Aboriya dijital û bazirganiya elektronîk bi internetê tê kirin. Hecmê aboriya dijîtal li cîhanê dinavbera ji sedî 4.5-15.5’an de ye. Her diçe rêjeya gihandina berheman ber destê kesan zêdebûye. Di navbera salên 2005 heta 2019’an de rêjeya wê ji sedan 25, bûye ji sedî 45. Bazirganiya biçuk li seranserî cihanê di platformên dijîtal ên weke ÎBÎ, Amazonû Facebook, Elîbaba ji bo peywendîkirina li gel kiryaran û berhemhênerên li welatên din tên bikaranîn ku karîne sînorê bazirganiyê fireh bikin. Rêjeya bazirganên tekekesî ew şêwazê bazirganiyê ye ku taybet ji aliyê yek kesî ve li cîhanê tê kirin ku ji sedî 1.4 e. Ev rêje ji sala 2017’an heta sala 2019’an bûye ji sedî 14.1.

Bi vê yekê li seranserî cîhanê gelek kesan teşwiqî platforma dijîtal dikin ji bo fêrbûn û ditîna kar, nîşandana berheman û peywendîkirina kesan. Peywendiya wan nêzî 900 milyon kesan di torên civakî de heye ku li welatên cûda dijîn û 36 milyon kes bejdarî bazirganiya xwe ya taybet kirine. Ji rêveberên tora civakî Nevar Emer a 24 salî di warê bazirganiya online de karek taybet ji bo xwe vekiriye. Nevar Emer di hevdîtinek taybet a bi ajansa me re behsa geşedanên bazirganiya online li Kurdistanê, hêza karê jinan û serbixwebûna wan a di warê aborî de kir.

Pêvajoya koronayê bû sedemê lêgerîna bazara online

Nevar Emer di derbarê geşepêdanê bazara online de pêvajoya koronayê bû sedem ku lêgerînên gel a ji bo avakirina bazarek taybet çêbû û wiha got: “Xelk ji ber vîrosa Korona di malê de ma û astengiya hatin û çûnê hebû ji bo pêdawistiyên xwe xelkê êdî bazara online bi karanî, vê yekê jî wisan li xelkê kir ku sûdê ji geşepêdanên bazara online bigrin û wisa kir ku xelk di nava mala xwe dest bi lêgerînan bikin ji bo fikrek nu biafirînin û bazarek teybet ji bo xwe ava bikin û di nava civaka Kurd de jî bazara online derket holê.”

Di sala 2020’an de di dema ku vîrosa Korona li cîhanê belav bû, rêjeya bazara cîhanê ji sedan 3.5 berhemên cîhanê rêjeya ji sedan 6 kêmbû. Aboriya cîhanê bi rêjeya ji sedan 4 ev kêmbûn bi xwe dîtin. Rêjeya bazirganiya cîhanî di meha Adara sala 2020’an de ji sedan 18 hat xwar.

Nevar Emer da zanîn ku her karsazek dikare sudê ji bazara online bigre û wiha dom kir: “Karsaz dikarin fikrê karê xwe bi online destpêbikin ji ber astengiya wê kêmtir e û her kesek di nava mala xwe de dikare kar bike û dikare berhemên xwe di sînorek berfireh de bi xelkê bide nasîn. Bazara online divê kesên xwedî kar di destpêkê de berhemên xwe temam bikin û her kêmaniya ku di berhemên wan de hebin divê berê bikir agahdar bike û bi şêwazên cûda qalîteya berhemên xwe nîşanî bikir bide û pê bide nasîn ka wê çawan bi karbîne ne tenê fotoyek bixin malperê û belav bikin.”

“Bi xwe bawerbûn û bi hewildanê dikarin serbikevin”

Herî zêde jin di bazara elektronîk de ru bi ruyî cûdahiya zayendê tê, li gora rapirsaya bazara online di sala 2021’an de hatî kirin de diyar bû ku bi awayek berbiçav bazara online zêde bûye di nava salekê de rêjeya ji sedan 30.39 zêde bûye piraniya vê rêjeyê ji  jinên ciwan yên temenê wan di navbera 22-44 salî de pêktêne, di derbarê vê rêjeyê de Nevar Emer got: “Piraniya ew kesên ku di bazara online de kar dikin jinên ciwanin, di nava malê de bi tiştên ku li ber destê wana bi xwe karîne karek taybet ji bo xwe avabikin. Daxwaza min ji jinan ewe ku jin rojane di malde li se rînternetê lêkolînan bikin, ji ber bazirganiya online di her aliyekê de şahreza bibin dikarin xizmetê ji jinan re bikin û bi xwe bibin rêveber. Bazirganiya online dikare serbixwebûnekê ji bo jinan avabike, ne tenê di aliyê aborî de di aliyê karkirinê de û şêwazên cûda bi xwe bibin rêveber û bibin xwedî biryara xwe , piştre dikarin di aliyê pêşketina karê xwe dikarin derfetê kar ji bo hevalên xwe û jinên dinên avabikin. Raste ne hêsane lê belê bi xwe bawerbûn û bi hewildanê dikarin bi serbikevin.”