Li Îranê qeyrana aborî gef li debara jiyana jinan dixwe

Malbatan ji ber bilindbûna bihayên kelûpelan berê xwe didin kirîna destên, di payîzê de bazarên cilûbergan bêdengtir dibe. Ev rewş gefê li debara jiyanê û serxwebûna aborî ya jinên ku di vê qadê de dixebitin, dixwe.

ZÎLAN ETMANÎ

Urmiye – “Bexşên cilûbergên guncaw kêm bûn, daxwaza kesên hewcedar jî ji her demê zêdetir e. Her çend cilên hatine bexşkirin bi baldarî tên veqetandin jî, lê cilûbergên ku îsal digihîjin rêxistina xêrxwaziyê, di rewşeke xirab de ne. Di rastiyê de derfetên aborî yên mirovan nîne ku cilên nû bikirin û cilên xwe yên kevin bibexşînin.”

Ev gotinên Fatime A. ya di rêxistineke xêrxwaziyê ya taybet de dixebite ye. Li gorî wê, kirîna cilûbergên demsalî êdî tenê bûye bîranînek ku rojên borî tîne bîra mirov.

Li Îranê, zêdebûna lêçûna cilûbergan, ji ber enflasyon û bilindbûna bihayên li sektorên din, roj bi roj xizaniyê zêdetir dike. Bikaranîna defterên deynan û senedên deynan, gihîşt heta dikanên biçûk ên cilûbergan jî. Pêguheriya cilûbergan, firotina cilên destê û tamîrkirina cilên kevin, ji her demê zêdetir belavbûye. Ev rewş, bandoreke neyînî li ser debar, dahat û serxwebûna aborî ya jinên ku di vê qadê de dixebitin jî dike.

Rawestana bazarê û bihayên astronomîk

Îsal sektora cilûberg û tekstîlê rastî enflasyoneke ku ji sedî 150 derbas dike, hat. Li gorî firoşkarên, xerîdar êdî ji bihayên bilind şaş namînin û berevajî vê yekê piştî ku bihayê tiştekî dipirsin, bi bêhêvîtî ji dikanê derdikevin.

Bihayê pantolonekî jinan, ji milyonek tûmenî zêdetir bûye û dîtina paltolonekî bi kalîteya baş a kêmî sê milyon tûmenî ne pêkan e.

Ji ber bilindbûna nirxê diravên biyanî, peydakirina kelûpelên nû yên ji derve zehmet bûye. Heta li bazarên Tanakora ya desta duyemîn ku berê cihê sereke yê peydakirina cilên biyanî bû jî kelûpel nayên dîtin û di navbera van û berhemên navxweyî de ferqek diyarker heye.

Rêvebara dikana serhêl a firotina berhemên Tanakora Kejhal S, rewşa vê bazarê wiha vedibêje: “Hêj carna di nava berhemên ji kirîn û firotinên berê mane de, mirov dikare tiştên bi kalîte û bi bihayekî maqûl bibîne. Gava derfetê wan çêdibe, mirov van tiştên erzantir dikirin, lê firoşkar êdî nikarin bi heman bihayên berê kelûpelên nû peyda bikin.”

Hilberîneran di bin siya dorpêçan û enflasyonê de, tenê ji bo ku karibin karsaziya xwe bidomînin neçar dimînin ku qumaşên erzantir û bi kalîteya kêm bikar bînin.

‘Ez bi awayê taksit û temînat cilan distînim’

Mana K ya xwendekara zanîngehê ya 22 salî, da zanîn cilên ku ew dikire, piştî çend caran li xwe kirin û şûştinê, êdî nayên bikaranîn. Mana jî yek ji wan kesane ku neçar dimîne ji bo bidestxistina tiştên bi kalîteya baş, pereyê zêdetir bide. Mana K, wiha got: “Cilên ku ez ji bo li zanîngehê li xwe dikim, bi hêviya ku ez demek dirêj li xwe bikim, bi awayê taksit û temînat bistînim.”

Kirîna tiştan bi awayê taksitê êdî ne tenê ji bo cilên bi bihayê giran e. Hinek firoşkaran û bi taybetî jî bi awayê serhêl firotinê dikin, bi rêya platformên wekî Snapp’ê derfetên krediyê pêşkêş dikin û bi vî awayî xerîdar dikarin tiştan bi awayê pereya bi taksitên çend mehî û bi faîz bikirin.

Li gorî gelek kesan, têgeha "erzan" êdî bi temamî wateya xwe winda kiriye.

Bazara cilûbergên nefermî: Pêguhertin û firotina destê duyemîn

Ji bo hinek kesan, cilûberg ne tiştekî plana duyemîn an jî kêm girîng e, pêdiviyeke bingehîn û pir girîng e.

Faîze H. ya dayîka zarokekî 7 mehî ye, wiha dibêje: “Kirîna cilên zarokan neçarî ye, ji ber ku zarok her meh mezin dibe, mezinahiya wan diguhere û pêdiviya wan bi cilên nû heye.”

Faîze H, diyar dike ku ew ji lêçûnên xurekê kêm dike ku bikaribe cilên zarokê xwe bikire û li ser platformên serhêl li vebijarkên erzantir digere: “Platformên wekî Divar û Sheypoor, li gel gelek komên Telegram û Whatsapp’ê yên ku ji bo firotina cil û kelûpelên destê duyem hatine veqetandin, bûne alîkariyeke mezin. Ger ez tiştekî paqij û kêm hatibe bikaranîn bibînim, ez an vê dikirim an jî bi cilûbergek xwe re diguherînim.”

Firotin û guhertina cilên destê duyem tenê bi cilên zarokan re sînordar nîne, ev yek di warê cilên jinan û cilên zivistanê de jî gelekî belav e. Di hinek rewşan de, armanc tenê bidestxistina cilûbergan nîne, firotin an jî guhertina tiştên marqe ya li beramberê pere an jî pêdiviyên din ên wekî xurek, kelûpelên malê an jî pêdiviyên zarokan e.

‘Jinên ku di vê qadê de dixebitin, ji her demê zêdetir di bin xetereyê de ne’

Di nava aloziya ku ji ber bilindbûna bihayên kelûpelan çêbûye de, jinên ku debara xwe bi dirûtin an jî firotina cilûbergan dikin, bandora rawestana bazarê hîs dikin. Kêmbûna hêza kirînê ya gel û daketina daxwaza ji bo cilan, bûye sedem ku daxwazên ji bo dirûtinê kêm bibin û hinek atolyeyên kincan bên girtin.

Dirûner û sêwiranera modayê Sara B, der barê rewşê de axivî û got: “Bihayê qumaşan gelekî zêde bûye, lêçûnên pêdiviyên dirûtinê jî zêde bûne. Lewma heqê dirûtinê jî bilind bûye. Her çend em pereyê kêm jî digrin, daxwazên ji bo cilan kêm in. Gel bi piranî hewil didin cilên xwe yên wekî paltolonên kevin biguherînin an jî temîr bikin, lê ev dahateke têrker ji bo me peyda nake.”

Li gorî Sara, ji bo kesên ku nû dest bi pîşeya dirûtinê dikin, pêşxistina karê xwe gelekî zehmettir bûye.

Tabloya bi êş a xizaniyê

Rewşa di bazara cilûbergan de, nîşan dide ku pirsgirêka bihayên bilind, êdî ne tenê bi zêdebûna lêçûna kelûpelan re girêdayî ye. Ev rewş bi awayekî bingehîn şêwazên kirînê, fêrbûnên xerckirinê û heta awayê dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên malbatan jî guhertiye.

Tiştê ku diqewime, ji hilbijartineke ku ji bo teserûfkirinê tê kirin wêdetir e li dijî kêmbûna hêza kirînê vediguhere stratejiyeke ji bo mayîna li ser piyan.

Di vê pêvajoyê de jinên ji beşên civakê yên bêderfet, ji ber bendawariyên li bingeha zayendî ya civakî û astengiyên heyî, rûyê dijwar ê xizaniyê ji hemû kesê zêdetir hîs dikin. Ev tablo, kirîna cilûbergan ji bo gelek kesan vediguherîne barek aborî an jî xeyalekî nayê bidestxistin.