Kargehek ku tekstîla Kurdan dighîne gelan: PÎK
Kargeha PÎK a ku li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê hilberîna cilûbergan dike, wekî şahidiyek zindî ya îradeya pîşesaziya herêmî derdikeve pêş.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo - Çîrok her sibeh bi tîrêjên pêşîn ên rojê re dest pê dike. Dema ku jiyan li seranserê atolyeya mezin ku sê beşan digre nava xwe, diherike. Salek û nîv e her sibeh derî vedibin da ku dengê makîneyên dirûtinê û keda karkeran melodiyek berdewam a kar û hêviyê pêşwazî bikin. Li vir, ne tenê cilên sport û jeans ên jin û mêran, cilên rengîn yên zarokan jî tên çêkirin. Lê çîrokên berxwedan û serhildanê jî li kêleka wan têne hunandin. Çêkirina her cilek nû mizgîniyek nû û diyariyek nû ji karkeran re tîne û diyar dike ku destên herêmî berhemdartir in.
Caw di nav cîhana hûnerî ya bêdawî de dibin cil
Kargeha PÎK di nîvê sala 2024’an de deriyên xwe li ber bi dehan karker û dirûnkaran vekir, ango zayîna wê ya berî sal û nîvekê, veguherî qadek girîng a pîşesaziyê. Kargeh dibe yekem û mezintirîn kargeha pîşewaziya cilûbergan li ser asta Rojavayê Kurdistanê. Tiştê ku wê cûda jî dike, cilûbergên wê yên ji pemboyê herêmê tê çêkirin e.
Li pişt her makîneya dirûnê, di nav qatên cawên rengîn ku bi baldarî tên birîn de, destên jêhatî yên herêmî hene ku bawer dikin destên herêmî ne kêmtirî destên navneteweyî û markeyên wan in. Li vir caw di nav cîhana hûnerî ya bêdawî de dibin cil û tên lixwekirin. Cilûbergên Kargeha PÎK’ê, li bazarên bajarên herêmên Rojavayê Kurdistanê tên belavkirin.
Ji bo agahiyên berfirehtir jî Endama Rêveberiya Kargeha PÎK’ê Aya Mihemed ji ajansa me re axivî.
Caw çawa vediguherin cilan?
Li kargehê rêwîtiya veguherandina cawê xam bo cilên lixwekirinê destpê dike. Cilên sport û jeans bi awayên pir kalîteyî çêdibin. Aya Mihemed li vir da zanîn ku ew cilên soprt bi cawên pembo û cilên jeans jî bi sê cûreyên cawan yê sivik, navîn û giran çêdikin. Aya ragihand ku sê beşên din jî hene û wiha vegot: “Makîneya hûrkirinê, makîneya çapkirina dîjîtal heta makîneya çapkirina destî, makîneya çapkirina caw û neqş.”
Yekem û mezintirîn kargeh e
Herêma Rojavayê Kurdistanê ya ku ev 14 sal in, di nav şer û qonaxên pir dijwar re derbas bû, dikarîbû bibe qadek ji bo afirandin û pêşxistina pîşesaziyê. Li ser vê yekê Aya Mihemed wiha got: “Li ser asta herêmê kargeha me mezintirîn û yekem kargeha bi vî awayî cilan hildibirîne ye. Atolyeyên dirûtinê hene, lê ne bi qasî ya me mezin e û gelek beşan di hundirê xwe de dihewîne.”
Bi PÎK’ê re fikrekî nû yê pîşesaziyê li kêleka çandiniya navdar çêbû
Her kargehek, saziyek û dezgehek jî xwedî navekî taybet e ku ji taybetmendiyên erdnîgarî, şaristanî, dîrokî û xwezaya welat digire. Li ser wateya navê PÎK jî Aya wiha got: “PÎK navekî ingilîzî ye û wateya wê bilindahiya çiya ye, logoya me jî ajalê pezkovî ye ku her dem li serê çiya dimîne. Armanca me ji nav û logo ew e ku markaya me di warê kalîtê û hilberînê de herî bilind be. Armanca me ya duyem jî ew e ku fikerek nû yê pîşesaziyê derbasî herêma xwe bikin. Çimkî herêma me tenê bi çandiniyê navdar e, lê dirûtin û pîşesazî tune bû. Derfetên kar ji bo xelkên herêmê hatin peydakirin û jêhatiyên wan jî hatin qezenckirin.”
Nedîtina dirûnkarên zîrek û jêhatî sedema nenaskirina pîşesaziyê ye
Her fikrek nû di bicihanîna wê de gelek zehmetiyên wê derdikeve pêş, bi taybetî di wan herêm û bajarên ku qet ev tişt lê çênebûbe de. Lewra Aya ji me re behsa zehmetiyên kargehê kir û got: “Bicihanîna vê ramanê li ser dirûtinê û destên karkirinê radiweste.
Çanda pîşesaziyê li vir nehatiye nasîn, ji lewra di peydakirina dirûnkaran û endamên jêhatî bikaribin bi baldarî li ser makîneyan kar bikin em zehmetiyan dikşînin. Tevî hemû pirsgirêkan jî em li çareseriyên guncaw digerin da ku markeya me were nasîn.”
‘Bila li Sûriyê bêjin ev cil ji pembo, ta û cawên Qamişlo ne’
Xeyalên PÎK’ê û armancên wê êdî Rojava derbas dike û dixwaze markaya wê li deverên din bê nasîn. Aya balkişand ser vê xalê: “Armanca me ne tenê Rojava ye, em dixwazin markeya PÎK derbasî bazarên Sûriyeyê jî bibe. Da rojekê ji rojan neyê gotin ku tenê cil ji Helebê derdikevin, bila bêjin ji Qamişlo jî ji pembo, ta, caw û destên Kurdan cil tên hilberandin.”
Xemxwarina wan a ji civakê re alternatîfek pir baş pêşkêş kir
Kargeh dikarîbû buhayên markeyên derveyî herêmê bişkîne û li beramberî wê cilên xwe bi buhayek erzan bifroşe civakê. Aya sedema vê yekê wiha zelal kir: “Markeyên li bazarên me hemû yên derve ne û yê herêmî jî pir kêm in. Ji lewra armanca me ji vekirina kargehê ew e ku civaka me cilên xweşik, bi kalîteyên baş û buhayên erzan lixwekin.”
‘Her cilûbergek li vê kargehê tê hilberandin ji berhemên axa vî welatî ne’
Aya amaje bi berhemên kargehê kir û tekez kir ku bi hilberîna pemboyê herêmî ve girêdayî ye û wiha pêvajoyên çêkirina cilekî pembo bilêv kir: “Pembo tê hilberandin, diçe kargeha înçkirinê û dibe pemboyê înçkirî. Paşê diçe kargeha dirûnê û ta jê tê derxistin, ev ta diçe kargeha tekstîlê û caw jê derdikeve. Em vî cawî dikirin û li vir cilûberan jê çêdikin. Her cilûbergek li vê kargehê tê hilberandin ji berhemên axa vî welatî ye.”
Vê demsalê ango zivistana îsal wê PÎK modelên nikaş yên bedew û balkêş jî çêkin. Aya li ser vê hûrguliyê ev agahî da: “Li ser cilên zivistanê ku em ê çêbikin wê nîgarên Kurdî werin çapkirin. Da ku nasnameya Kurdî her zindî be. Ji ber em li gor daxwazên bazarê û civakê cilan çêdikin.”
‘Kurd li ser axa xwe pîşesaziyê jî bipêş dixin’
PÎK ne tenê kargeha hilberandinê ye, her wiha ji firoşgehên bazarê re jî xizmetên din pêşkêş dike. Li ser xizmetên ku pêşkêş dikin Aya bi pêl da axaftina xwe got: “Eger firoşkarek modelek diyarkirî li cem wî hebe, em dikarin li vir jêr e çêbikin û markeya dixwaze li ser jî bixin û wiha pêşkêş bikin. Em wêne, peyv û hevokan jî li ser tîşortan bi çaxpaneyên destî û dîjîtal jî çap dikin. Tiştên ku ew dixwazin, em dikarin li vir çêbikin. Me di festîvala Qamişloyê de jî wêne û nivîsên Kurdî li ser tîşortan çap kir. Me xwest nasnameya xwe ya kargehê nîşan bidin ku kargehek heye bi destên Kurdan çêbûye, bi karên kurdan heta roja îro hatiye, navê wê Kurdî ye û hemû nivîsên markeya me jî bi zimanê Kurdî ne.”
‘Bila Kurd di pîşesazî de jî navdar bin’
Aya dixwaze Kurd di pîşesaziyê de bên nasîn û navdar bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ne tenê bi parastina welat û hilgirtina çekê, em dixwazin Kurd di warê pîşesazî û zanistê de jî bên nasîn û navdar bin. Ancax bi vî awayî em bikaribin welatê xwe bipêş bixin.”