Jinên Seyîdsadiq bi karê dest jiyana xwe dabin dikin

Hêjmarek zêde jin li bajaroka Seyîdsadiq ji bo di aliyê aborî de bikarin li ser lingê xwe bisekinin karê dest pêş dixin.

 

ASUDE MEHEMED
Şarezûr- Li bajaroka Seyîdsadiq di nava şeş salên bûrî de jinan karîne di gelek warî de destkariyê pêşbixin. Di destpêkê de li vê herêmê jinan nedakarîn kar bikin, lê belê niha bûne beşek giring ê bazirganiyê. Jinên ciwan bi karkirinê karîne xwe li ser lingan bigrin û dahata xwe dabîn bikin. Bi taybet karkirina jinan di qada firoşgehan de ji bo jinên derdorê dibe cihê keyfxweşiyê. Jinên ciwan ên bi xwe kar dikin di derbarê karê xwe de ji ajansa me re axivîn.
“Hê ji dema dibistanê min dest bi kar kir”
Kurdistan Cemal nêzî çar salane di firoşgehê de kar dike û ew yekem jine li bajaroka Seyîdsadiq xwedî firoşgehe wiha got: “Destpêkê weke xwendevan min kar kir, lê dema ku ez di kar de şaraza bûm, bi alîkariya malbatê ez niha xwedî firoşgehim û bi xwe karê xwe dikim.”
“Bi karkirinê gelek keyfxweş dibim”
Kûjîn Hemesalih ku zanîngeha endezyariyê temam kiriye xeyalên wê yê cihek yê kar hebû lê belê derfet nabû ku kar ji bo xwe ava bike, niha di firoşgehêkê de kar dike dibêje: “Karê min di aliyê madî û manevî de bi min re dibe alîkar û ez bi karê xwe gelek keyfxweşim.”
Seyran Mehmed a xwedî firoşgehek biçûke û dibêje: “Rojane gelek jin tên sipasiya min dikin ji ber ez kar dikim û daxwaz ji min dikin ez karê xwe berdewam bikim, bi min re jin gelek keyfxweş dibin.”
Kewser Birzû bi hevalek xwe re di firoşgehek jin bi rêve dibe de kar dike û got: “ Ez bi karê xwe gelek keyfxweşim hemû jin tên pêdawîstiyên xwe ji vêderê dibin.”