Jinên li Urdunê di kargehekê de dixebitin hatin jehrîkirin

Li Urdunê bi dehan jinên ku di kargeheke cilan de dixebitin bi jehrê ketin û rakirin nexweşxaneyê.

Navenda Nûçeyan – Li herêma Serhan a Mafraq a Urdinê hejmareke zêde ya karkerên jin ên ku di kargeheke cilan de dixebitin jehrî bûn. Hat gotin ku 65 jinên di kargehê de dixebitîn, di encama berteka madeya kîmyewî ya ku di dema paqijkirina kargehê de hatiye bikaranîn de bûyera jehrîbûnê pêk hatiye. Jehrîbûn bi nefestengiya jinan despêkir û yên ku giran bûn rakirin nexweşxaneyê. Malbatên karkerên jehrîbûne, rêveberên kargehê protesto kirin.

Hate hînbûn ku derbarê mijarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.