Keka Trablusê ya Fatima Medlej bi nav û deng e

Fatima Medlej a bi navê Um Îmad tê nasîn, nêzî deh salan e li kêleka zanîngehê keka Trablusê çêdike û ev kek gelek tê hezkirin, bi wê yekê debara mala xwe û zarokên xwe dike.

CAROLÎN BAZZI

Beyrûd- Li devera Kfarman, li bajarê Nabatiye li başûrê Lubnanê, Fatima Medlej firoşgehek ku keka  Trablusê tê de çêdike vekir. Berî pênc salan firoşgeha wê li kolana zanîngehan li bajarê Nabatiyeyê bû. Piştî ku xwediyê firoşgehê xwest ji wir derbikeve, bi alîkariya xwendekarên zanîngehê dikaribû carek din firoşgeha xwe li aliyê din ê cadeya zanîngehê veke. Hemû xwendekarên zanîngehê her sibeh diçin gel Fatîmayê kek dixwin û rûdinên heta ku dibe dema dersa wan. Bi vê firoşgehê hem debara mala xwe dike, hem pêdiviyên zarokên xwe pêk tîne hem jî dema xwe vala derbas nake.

Fatima Medlej wiha behsa karê xwe kir û got: “Piranî xwendekarên zanîngehê dihatin gel min û keka ku min çêdikir dixwarin. Nêzî sê salan min firoşgehek kirê kir lê belê xwediyê wê firoşgehê ji min xwest ku ez derbikevim. Paşê ez demeke kin li malê rûniştim û piştre ji ber ku gelek kes bi telefonê li min geriyan ku hemû xwendekarên zanîngehê bûn, xwestin ez vegerim min ji wan xwest ku cihekî nû bibînin ji bo ku mase û tiştên xwe lê daynim û kek ji wan re çêkim. Min ji wan pirsî ku ezê firoşgeha xwe li ku vekim. Wan ji min re cihekî biçûk li ser peyariya rex cadeyê li pêş zanîngehê amade kirin û li wir min maseya xwe danî, di demsala zivistanê de jî ji ber baranê xort û keçên ciwan li zanîngehê konê xwendekaran ê taybet dan min û her tişt amade kirin da ku ez di demsala zivistanê de jî karê xwe bidomînim.”

“Divê jin bi serê xwe hilberînê bikin”

Fatima Medlej bi bîr xist ku divê jin aboriya xwe bi xwe biafirînin û got: “Dema hevjînê min wefat kir, min ji zarokên xwe re got ku ez ê firoşgehek vekim û keka Trablusê çêbikim. Di destpêkê de zarokên min nexwestin kar bikim lê min nexwest di warê aborî de xwe bispêrim wan. Ji ber vê yekê, ez niha ne hewceyî alîkariya tu kesî me lê ger bê kar li malê bimînim, ez ê xwe rehet hîs nekim. Di sermaya dijwar de jî ez konê xwe vedikim û kek ji xwendekar û deryavanan re amade dikim. Ez  nikarim li malê bimînim. Dibe ku hêsan be jin ji hevjînê xwe pere bixwazin lê zehmet e ku ji zarokên xwe pere bigrin û xerc bikin. Ez pere didim lê nikarim bigrim tevî ku zarokên min her dem li kêleka min in jî. Min pere ji hevjînê xwe nedixwest, ez dixebitîm ku dahatek min di warê aborî de çêbibe û serbixwe bibim. Ez hez dikim ku jin serxwebûna aborî bi dest bixin û ji keda xwe sûd bigrin. Divê jin bi serê xwe hilberînê bikin û bibin alîkar, ne li bendê bin ku alîkariyê ji kesek din bigrin.”

“Bihayê zêde yê hemû tiştan bandorê li keka Trablûsê jî dike”

Fatima Medlej bal kişand ser bihabûna bihayê hemû tiştan û wiha domand: “Keka Trablusê jî ji ber zêdebûna bihayê her tiştî li welat para xwe girt. Bilindbûna bihayê madeyên xam penîr, rûn û hemû malzemeyên ku di amadekirina kekê de tên bikaranîn, bihayê kekên ez çêdikim jî zêde kir. Ez tenekeyek penîr bi qasî 1,5 milyon lîreyên Sûriyeyê dikirim û bihayê keka bi rûn jî zêde bûye û zêdebarî madeyên xam ên kekê, min berê bi 2000 an 2500 lîreyên Sûriyeyê difirot lê îro ez bi sê hezar lîreyî difiroşim. Mînak ger kesek bixwaze ji malbata xwe ya şeş-heft kesî re kek bikire, dê 200 hezar lîre nirxê kekê bide, ji ber vê yekê ev miqdar wek nimûne ji bo firavînekê dikare were xerckirin.”

“Hebûna min a li nêzî zanîngehê ji xwendekaran re kêfxweşî ye”

Xwendekara zanîngehê Meryem El-Xişin, yek ji wan xwendekaran e ku her roj tê gel Fatima Medlej, kek dixwe, ji herêma Beqaa ya rojavayî ye tê zanîngeha li Nabatiye got: “Pêdiviya min bi 45 deqîqeyan heye ku ji mala xwe biçim zanîngehê. Dema ez digihîjim, rasterast berê xwe didim konê Um Îmad, berî ku ez biçim zanîngehê taştê li wê derê dixwim. Dema ku ez zû têm, bi wê re di konê de rûdinêm heta dema dersa min tê. Em Um Îmad wek endameke malbata xwe dibînin û ew jî bi me re wisa tevdigere. Dema ku baran dibare daxwazê ji hemû xwendekaran dike ku xwe li konê bigrin û ji me re dibêje ku ev kon beriya wê ya me ye. Hebûna wê ya li vir ji zanîngehê re kêfxweşiyek e.”