Jinên gundê Kakûsfalî mehfûran çêdikin

Jinên gundê Kakûsfalî ku dikeve dor û berê bajarê Kirmanşan ê Rojhilatê Kurdistanê bi destên xwe mehfûran dinexşînin û çêdikin dibêjin ev kare gelek zehmet e lê belê dema xweşikbûna encamên karê xwe dibînin gelek kêfxweş dibin.

HÎMA RAD
Sine- Kakûsfalî yek ji wan gundan e ku li dor û berê bajarê Kirmanşanê ye û îsal xeleta neteweyî ya çêkirina mehfûran girtiye. Li vî gundî di her malek de çarçoveya darê mehfûrê heye her jineke vî gundî mehfûran çêdike.
Jinên vî gundî her dem bi nexişandina mehfûran re mijûl in lê belê hemû jinên ku mehfûran çêdikin ji ber tunebûna cihê firotinê nerazî ne û dibêjin ev karê em dikin gelek zehmet e û firotina wan, westandina wan zêdetir dike.
Ajansa me berê xwe da gundê Kakûsfalî, serdana jinên zehmetkêş ên vî gundî ku mehfûran çêdikin kir û wan jinan bi cil û bergên çanda Kurdî em pêşwazî kirin.
Amîne Îzet yek ji wan jinên zehmetkêş e ku mehfûrên balkêş çêdike wiha behsa çêkirina wan kir û got: “Ez ê gelek keyfxweş bibim dema ku di firoşgehek taybet de em mehfûrên xwe nîşan bidin, ji ber ku heta niha jin tenê di mal de kar dikin.”
Di mala xwe de mehfûran çêdike
Jina bi navê Rojan ku ew jî di mala xwe de mehfûran çêdike da diyarkirin ku jin bi gelek nexşên cuda mehfûran dineqişîne û wiha got: “Ev nêzî mehek e min mehfûrek metreyek û 60 santîm çêkiriye lê belê ez nikarim bi nirxek baş bifiroşim, tu kes û cihek nîn e nirxek baş bide û bikir jî tên ew nirxên ku dibêjin gelek kêm e û dibin ji bo xwe bi bihayek baş difiroşin.”
Dayê Kubra dayikeke li vî  gundî ye ev 40 sal in karê nexşandina mehfûran dike û ew jî ji dayika xwe fêr bûye wiha dibêje: “Min dest bi vî karî kir heta niha ez nebûm xwedî dahatûyek ku pê kêfxweş bibim, ji ber wê min jî nedixwest zarokên min heman karî bikin.”
Fatma keça dayê Kubra ye ew ji her çendî ku dayika wê nedixwest zarokên wê heman karî bikin jî wê dest bi haman karî kir û got: “Ew mehfûrên ku em çêdikin navê wan Herem Baf e.”