Ji ber bihayê zêde yê her tiştî jin û malbatên li Mexribê nikarin tiştek bikirin

Seroka Komeleya Parastina Xerîdaran Samiya Akrash ji ajansa me re axivî û diyar kir ku bihabûna kelûpelên serfkaran di vê heyamê de bandorek zêdetir li ser jinên Mexribê kiriye û wiha domand: "Kebaniyên malê fêr bûne ku maseyên xwarinê ji zarokên xwe re cihêreng amade bikin lê ji ber vê bihabûnê nikarin tiştek bikirin.”

HENAN HARIT
Mexrib- Mijara bihabûna madeyên xwarinê li Mexribê bûye yek ji nîqaşên herî bi nav û deng ku van rojan kebaniyên malê bi endamên din ên malbatê re nîqaş dikin. Xerîdarên Mexribî di vê serdemê de pêla bihayên bilind dijîn ku bandorê li hejmarek tiştên xerîdar dike, barê malbatên ji hemû komên civakî, nemaze yên navîn, jihevketî yan xwedî dahata kêm, ên ku hê jî encamên pandemiya koronayê derbas nekirine giran dike.
Hejmarên fermî yên ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Plansaziyê ve hatine weşandin piştrast dikin ku ji sedî 16,7 ji malbatan ku hejmara wan digihîje heşt milyon û çarsed û sî û heşt malbatan, ji aliyê jinan ve tên birêvebirin. Ev rêje li gundan zêde dibe û digihîje ji sedî 19.1. Li gorî li bajaran ji sedî 11.4 ango ev malbat ji ber bihabûna lêçûnên jiyanê pir bi bandor dibin.
"Bihayên zêde malbatan bêzar dike"
Radiya Aslî ya 36 salî ku yek ji jinên Mexribê ye, debara malbata xwe dike, di fabrîqeya tevnê de dixebite, wiha dibêje: "Bihayên madeyên xwarinê gelekî bilind bûye, ev jî tiştekî wisa ye ku divê neyê îhmalkirin. Bi rastî ez sedema bilindbûna bihayê madeyên bingehîn ên wekî rûn, ard, çay û hwd. fam nakim. Berê min ji hewcedariya me zêdetir sebze û xwarin dikirî lê îro ji ber bihabûna bihayê wan ez tiştên bingehîn ên pîwîst dikirim.”
Radiya Aslî her wiha got: "Êdî dahata min têra hemû lêçûnan nake. Şûşeyeke zeyta 5 lîtreyî, bihayê wê nêzî 100 dîrheman e. (10 dolar) Hemû malzemeyên sermayê zêde bûne. Biha ne li gorî mûçeya wê ya mehane ku hê jî wek xwe ye. Malbatên ku dahatên wan kêm in ew herî zêde bi bandor dibin.”
"Tu li çi dinêrî bihayê wan zêde ye"
Seroka Komeleya Parastina Xerîdaran Samiya Akrash ji ajansa me re axivî û diyar kir ku bihabûna kelûpelên serfkaran di vê heyamê de bandorek zêdetir li ser jinên Mexribê kiriye û wiha domand: "Kebaniyên malê fêr bûne ku maseyên xwarinê ji zarokên xwe re cihêreng amade bikin lê ji ber vê bihabûnê nikarin tiştek bikirin. Ev zêdebûn di demeke ku malbatên Mexribê xwe amade dikin ji bo pêşwazîkirina meha Remezanê ku tenê mehek û nîv maye. Gelo di vê rewşê de dê çawa bibe?”
Samiya Akrash diyar kir ku weke Komeleya Parastina Xerîdaran gelek gilî li ser zêdekirina bihayê kelûpelên serfkaran ji wan re tên û ji meha Îlonê û vir ve zêdebûnê dest pê kiriye lê di van rojan de bi awayekî berbiçav zêde bûye. Ji ber ku ev zêdekirina ku niha di madeyên xwarinê de pêk tê, ji kapasîteya xerîdarên Mexribê zêdetir e ku em vê yekê wekî binpêkirina hêza kirînê ya welatiyan dibînin.”
Samiya Akrash bal kişand ku hikûmetê tu çareserî pêşkêş nekiriye û negotiye ev bilindbûna ku dibe sedema nerazîbûna welatiyan dê kengê bi dawî bibe û bang li hikûmetê kir ku ji bo parastina hêza kirînê ya li Mexribê destwerdanê bike.
"Hincetên hikûmetê"
Hikûmet bilindbûna bihayên xwarinê li Mexribê rewa dike û diyar dike ew ne tenê bi wê derê ve girêdayî ye, li welatên din ên cîhanê jî rewş wiha ye.
Di daxuyaniyek piştî civîna hikûmetê ya di 17’ê Sibatê de, nûnerê wezîrê berpirsyar ê bûdceyê Faouzi Lekjaa, diyar kir ku sedemên bûne sedema bilindbûna bihayên xerîdar li cîhanê û li Mexribê bi şert û mercên navdewletî yên niha ve girêdayî ne.
Faouzi Lekjaa bal kişand ku bilindbûna bihayê hin kelûpelan bi giranî ji ber vejandina aborî ya neçaverêkirî ya ku cîhan tê de ye û ji ber bilindbûna berdewam a bihayê berhemên neftê li bazara navneteweyî ye.
"Hêza kirînê ya malbatan kêm bûye"
Samiya Akrash da zanîn ku bihayê bilind hevdem e ligel bandora pandemiyê û ziyanên wê li ser beşên bingehîn ên cihêreng û tiştên ku di warê jikarxistin û rêjeya bilind a bêkariyê de hildiberîn e û ew jî di çarçoveyek taybet de tê ji ber sedema ziwabûna ku niha bandorê li welat dike. Jixwe pandemiya koronayê ji zêdetir bandorê li jinan kir, ji ber ku îhtîmal heye ew ji kar werin derxistin û bi vî rengî zirarek girîng a dahatê çêdibe.
Samiya Akrash di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku jinên serperişt di nava bêdengiyê de êş û azaran dikşînin, ji ber ku ew zexta kar tehemul dikin, ji bo daxwazên malbatê dabîn bikin û pêdiviyên xwe yên taybet jî paşguh dikin.