Hunerê dest ê jinên Başûrê Kurdistanê li bazara heftiyê ye

Heftiya bazarê li Helepçe ji bo pêşandana hunerê destê jinên herêmê hat vekirin. Di vê bazarê de gelek berhemên xwemalî yên weke xwarin, karê destê jinan, şîrînî û berhemên Hewreman tênde tên pêşandan.

MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe- Heftiya bazara Kurdistanê ji aliyê Kêlgeya Kurdistanê ve li Helepçe her sal tê vekirin û di vê bazarê de gelek cûrên şinatiyan, fêkiyên xwemalî, kar destî, şîrînî û berhemên Hewreman têde tê pêşandin. Her sal gelek kes ji cihên cûr be cûr tên serdana vê bazarê dikin.

“Bi şîrînî û karê destê xwe bejdar bûme”

Yek ji bejdaran ku ji Hewreman bejdarî heftiya bazarê bûye Şehên Abdurehman şîrîniyên xwe yên tamxweş pêşan dide wiha got: “Eve dû sale ez bejdarî heftiya bazarê dibim. Ew berhemên ku min çêkirine berhemên karê dest û şîrîniye, ji pêncşemê heta roja Înê ji sibehê li vêderê dimînim heta êvarê.”

Sara Sadiq a ji Suwêd hatiye Başûrê Kurdistanê û serdana heftiya bazarê kir jî got: “Eve cara yekeme ez serdana heftiya bazarê dikim, berhemên nû û xwezayî wisan dikin ku ev berhem hîn zêdetir bikirin û bibim ji derve.”

Tirîfe Abdul a her sal serdana heftiya bazarê dike wiha behsa serdana xwe kir û got: “Hertim ez serdana heftiya bazarê dikim vekirina heftiya bazaran yên berhemên xwe malî û nû bawerî dide hemwelatiyan û hemwelatî gelek sûdê ji digrin.”

Di heftiya bazara Kêlgeya Kurdistanê li Helepçe berhemên xwe malî û nû têde peyda dibe û her hefte roja Pêncşem û Înê ji bo hemwelatiyan vekiriye.