Hosteya Kargeha Birîna Bilokan Cemîla Mihemed

Cemîla Mihemed ji karê malê û çandiniyê heta Kargeha Birîna Bilokan kedekî mezin da ye dibêje: “Karê ku dikim pir zehmet e her kes nikare bike. Min hemû zorî derbas kirin û 4 sal in vî karî dikim.”

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Di sîstema desthilatdar de karê jin û mêr ji hev hatiye cûdakirin, bi şertê ku jin wekî karektereke bê hêz û tenê ya malê û anîna zarokan be, mêr jî karên zehmet bikin, hatiye diyarkirin. Jinên ku ev sîstem red kirin û ji xwe re ev tişt qebûl nekirin li hermerî pergala heyî rabûn. Di hişmendiya hatî avakirin de jina ku karên zehmet û li derve bike rastî gef û teşhîrkirinê tên ku beşek ji wan neçar dibin dest ji karê xwe jî berdin. Piştî ku şoreşa jinê ango Şoreşa 19'ê Tîrmehê dest pê kir û li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû, êdî jinan di gelek xebatên cuda de cihê xwe girtin û bi keda xwe nîşandan ku jin dikarin her karî bikin.

Cemîla Mihemed a 32 salî ji gundê Riguba ê ku 3km başûrî navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikeve, ye. Cemîla wekî navê xwe pir bedew û rûken e. Cemîla a ku bi rûkenî pêşwaziya me kir, heman wextê jî qebûl kir ku em hevdîtina xwe pêre çêbikin û hostetiya wê bi jinên herêmê û cîhanê bidin nasîn. Cemîla bi hevjînê xwe re di kargeha birîna bilokan de li ser rêya navbera Til Temir û Hesekê de, ji saetên berbangê de dest bi kar dikin, heya saetên roj avayê. Cemîla da ku rêwîtiya xwe ya 4 salan ji hostetiyê bi mere parve bike, axivî. Cemîla Mihemed di destpêka axaftina xwe de behsa karên ku li gund dikir, kir: "Min li gund pir kar kiriye, ji karê malê heya karê çandiniyê ji çandina pembo heya genim û baxçeyên havînê û payîzî. Piştî çandiniya pembo kêm bû, min biryar da ku ez alîkariya hevjînê xwe bikim, ji ber ku ew tenê nikare barê malê rake.

"Min bi hevjînê xwe da qebûlkirin ku em bi hev re bixebitin"

Cemîla Mihemed nêrîn û helwesta hevjînê xwe ku ew jî pêre kar bike anî ziman: "Piştî ku min nêrîna xwe bi hevjînê xwe re parve kir, di destpêkê de red kir û qebûl nekir ku ez kar bikim. Şerm kir ku civaka me ya rojhilatî ku bi hişmendiya baviksalarî heya niha dijî, gotinekê jêre bike û bêje çima hevjîna te bitere dixebite û kargeha we li ser rêya giştî ye, her kes lê dinêre. Lê min hişt ku neçar bibe qebûl bike, ji ber ez dizanim rewşa ku em têre derbas dibin çawa ye û pêwîstiya wê bi çi heye, roja me ya îro jî vê gotina min piştrast dike. 6 zarokên me hene, tu bikî nekî jî zarok in pêwîstiyên wan û daxwazên wan jî hene, ji bo wê jî diviya bû ku em her dû bi hev re li milê hev bixebitin."

Cemîla Mihemed tecrûbeya xwe ya yekemîn di kargehê de bibîr xist û wiha got: "Di destpêkê de dema ku min xwarin û çayê jêre ji malê dianî kargehê, min bala xwe didayê ku çawa dixebite û bilokan çêdike. Belê, karekî pir zor û zehmet e, hêzeke mezin dixwaze. Dema ku em karê xwe diqedînin û vedigerin malê, em wekî miriyan radizên, ji ber ku karekî giran e û em pir pêre diwestin. Raste! Kargeha me ya Bilokan heye, lê mala me heya niha ji kelpîçan e. Em nikarin mala xwe ji nû ve lê bikin. Niha ez jêre çemento û nihatê tevlî hev dikin û ew jî bilokan dibire û berovajî wê. Dema ku hevjînê min ne amade be, dîsa ez çemento çêdikim û bilokan dibirim. Ji lewra ev kar du kesan dixwaze, çawa jin û mêr hevdû temam dikin, di kargehê de jî wisa ye em hev dû temam dikin. Kesek tenê nikare hejmarek mezin ji bilokan çêbike. Cara yekemîn min destpêkir, min nizanîbû û zêdetirî 5 heya 6 bilokan şikand, wê demê min got ez êdî kar nakim. Lê paşê min dîsa hewl da û got dibe cara destpêkê ez bişkînim û şaş bibin lê tekez wê cara duyemîn biserbikeve û bi rastî jî wisa bû."

"Karekî zehmete"

Cemîla Mihemed da payin ku ew ji saetên berbangê de ji malê birêdikevim û ber bi kargehê ve tên û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ez û hevjînê xwe ji saetên berbangê de şiyar dibim, xwe amade dikin û cilên xwe yên kargehê li xwe dikin û bi rûkenî em têne karê xwe. Zêdetirî 11 saetan em dixebitin. Carnan li kargehê carnan jî li malê em firavînê dixwin. Ev karekî pir zehmet e, dibe ji bo mêr normal be lê ji jinan re girane, heman wextê ji bo min jî wisa ye, lê  tiştekî zehmet jî tune ye dema ku xwestek hebe. Em vî karê giran bikin, baştire ku em diziyê ango tiştên xirab bikin. Niha jî kar heye, şênî lêkirinê dikin û rewş kêm zêde baş bûye. Tevî ku madeyên ku pê bilok jî çêdibin bûha bûne, lê rêjeya avakirina malan baş bûye. Dema ku şênî di ber me re derbas dibin û dibînin ku ez kar dikim, ji dil spasiya min dikin û vê dibêjin; Tu mînak î ji mere. Jin li vî gundî jî kar dikin lê ne wekî karê ez dikim. Ew di nav zeviyan de, ez jî di kargeha çêkirina bilokan de dixebitim. Min nedît û ne jî bihîstiye ku jineke din wekî min vî karî dike, ji ber wê jî li herêmê ez yekem jin im hostetiya kargeha birîna bilokan dikim."