“Dawîkirina şîdeta li ser jinan girêdayî bihêzkirina aboriyê”

Komcivîna geşedanê ya Nejd ku ji aliyê Rifqa El-Hemelewî ve berî çend salan hat damezrandin, rêxistineke alîkariyê ye ku ji bo projeyên ew pêşniyar dikin pêşkêşî dike.

REFÎF ÎSLÎM

Xeza- Rêvebera Navenda Pêşveçûnê ya Nejdê, Rifqa El-Hemelewî, dema ku gelek pirsgirêkên jinan li Xezayê çareser dikir, dît ku gelek rêxistinên femînîst li dijî tundiya li ser jinan têdikoşin û banga rakirina hemû cureyên wê dikin. Ger şert û mercên nebaş ên aborî bidomin ev tundî bi dawî nabe, jin nikarin debara xwe bikin an cihekî ji bo xwe û zarokên xwe peyda bikin.

Seroka Lijneya Rêveber a komcivîna geşedanê ya Nejd ku çalakvana femînîst û endama hevbendî û sendîkayên jinan e wek Peymana CEDAW Rifqa El-Hemelewî dibêje demeke dirêj e ku ew danûstandina saziyên jinan bi dozên tundiya li ser jinan ku di dema kampanyayan de çalak in dişopîne û bal kişand ku ew çareseriyan tavilê ji jinan re pêşkêş dike. Piştî lêkolîna van dozan, wê dît ku hêza aborî ya jinan çareseriya radîkal e da ku jin dev ji rûbirûbûna xwe ya berdewam bi mêran re berde.

Rêxistineke alîkariya ji bo porjeyan e

Komcivîna geşedanê ya Nejd ku ji aliyê Rifqa El-Hemelewî ve berî çend salan hat damezrandin, rêxistineke alîkariyê ye ku ji bo projeyên ew pêşniyar dikin pêşkêşî dike. Wekî mezinkirina mirîşkan, çandina erdê li ber malê, çandina li ser banên avahiyan, an çêkirina malzemeyên paqijiyê. Jixwe komcivînê heta îro 85 proje fînanse kirine, ji sedî 70 ji van projeyan ji bo jinên ku ji her cure tundiyê rizgar bûne ne.

Rifqa El-Hemelewî diyar dike ku ew bi heman jinê re di çend qonaxan de kar dike, ev jî ew e ku wê ji aliyê derûnî ve ji bandorên tundiya ku tê re derbas dibe derman bike û piştre wê bi hevkarên xwe û civaka ku tê de dijî, bike yek. Dema ku ewlehiya rewşa wê ya psîkolojîk were dabînkirin, perwerde tê dayîn da ku fêr bibe ka mirov çawa dest bi projeya xwe bike û dûre fonan jê re peyda bike, çavdêriya tiştê ku ew li ser erdê bi cih tîne da ku alîkariya wê bike pirsgirêkên ku pê re rû bi rû maye çareser bike.

Sê sal in xizmetê pêşkêş dike

Rifqa El-Hemelewî niha sepanekê bi kar tîne ku bi riya wê jin dikarin bûyerên tundutujiyê yên ku rastî wan tên ragihînin da ku jinên rastî şîdetê hatine di heman demê de bi alîkariya 12 psîkologên ku lêkolînê dikin û bi derûnînasiya jinan re mijûl dibin şêwirmendiyê û destwerdana guncaw werbigrin. Her wiha niha ji jinên mexdûrên şîdetê re projeyek bêhnvedanê ya ku dê 3 sal li pey hev bidome wekî cureyek rehetiya derûnî pêşkêş dike.

Rifqa El-Hemelewî amaje bi wê yekê jî dike ku hevdem ligel projeyên berê, li ser projeyek alîkariyê tê xebitandin, bi nûneratiya belavkirina paketên xwarinê ji bo nêzîkî 300 malbatên xizan û her wiha dabînkirina lihêfan ji bo germkirinê di zivistanê de, bi taybetî ji bo malbatên ku di dema êrîşa Gulana 2021'ê de ji malên xwe bûne.

“Di warê aborî de dahatûyek bi îstîqrar çêdibe”

Ji bêhevsengiya hejmara jinan ku dema tên alîkariyê ji saziyê dixwazin digel fînansa berdest a ku mirov dikare salane bigre Rifqa El-Hemelewî gazinan dike û balê dikşîne ku ew nikare derî li ber jineke ku alîkariya wê dixwaze bigire. Baş dizane ku çarenûsa wê û malbata wê ber bi dojehê ve diçe, ger ew û zarokên wê di dema xwe de alîkariya lezgîn negirin.

Rifqa El-Hemelewî piştrast dike ku jinavbirina tundutujiyê di nav malbatê de ji bihêzkirina wê di warê aborî de û dabînkirina pêdiviyên wê yên bingehîn bi dahatiyek bi îstîqrar çêdibe.

Di dawiya axaftina xwe de, Seroka Lijneya Rêvebir a komcivîna geşedanê ya Nejd, Rifqa El-Hemelewî bang li hemû saziyên jinan kir ku di pêşkêşkirina bername û xizmetguzariyên xwe de hevrêtiya xwe biparêzin û tenê pişta xwe nedin semîneran. Ji ber ku pêşxistina aliyê aborî dibe alîkar ku di nava jinan de hişyarî û pêşketin çêbibe û destnîşan kir ku dorpêç û rewşa aborî xetên hevaheng in lewre divê bi lez kar ji bo çareserkirina wan û baştirkirina rewşa aborî ya malbatên Filistînî bê kirin.