Hêzekî hesinî hesinkarekî jin: Çîroka Aya Hemze
Bi hêza ku ne bi hesin lê bi xeyal û hunerê dihûne, Aya Hemze ya 9 sal e hesinkar e rêya xwe diafirîne û jinên ciwan îlham dike.

SORGUL ŞÊXO
Hesekê – Di nava şer û krîzên ku li welat didomin de, serkeftinên jinan wekî hêviyek dibiriqin. Jinên ku bi çeka xwe li dijî hişmendiya cîhadî têdikoşin, di qada civakî de jî li pey xeyalên xwe qalibên hatine avakirin hildiweşînin. Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo jinan ew qadê vedike ku jin bi têkoşîna xwe li pey xeyalên xwe bimeşin.
Hêzekî hesinî û xeyalên jinekî
Aya Hemze ya 18 salî jî yek ji wan jinan e ku dibe yekem hensinkara jin li Sûriyeyê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê dijî. Hesinkar Aya ne tenê hesinkarek e, hêviya ji bo tevahî jinan e û bi pisporiya pîşeya hesinkariyê dibe projeyek ji bo keçên nûgihayî û hemû jinên li pey xewnên xwe dimeşin. Hesinkar Aya ku yekem car e di çapemeniyê de û bi riya ajansa me re diaxive, hezkirina xwe ji pîşeya hesinkariyê re ku 5 sal in bûye hoste û heta 18 saliya xwe vê pîşeyê bi pêş ve dibe, anî ziman.
‘Hesinkarî ji bo min azwerî ye’
Aya got ku ew ji bavê xwe fêrî vî pîşeyê bûye û got: “Hesinkarî azwerî ye. Di rewşên herî zor de, ez ji bavê xwe re bûm palpişt û rêhevala wî.” Aya keça mezin e di malbatê de û ya herî nêzî bavê xwe ew e, bavê wê ew fêrî hesinkariyê kiriye.
Aya da zanîn ku ew ji 5 saliya xwe de hînê hesikariyê bûye, di berdewama axaftina xwe de got: “Eger bavê min biçe, dilê wî rihet e. Dizane ku hostayek li pey wî heye, kar dimeşîne, ew jî ez im.” Aya karên ku tên xwestin, hemû jî bi tenê û bi bavê xwe re jî pêk tîne. Aya di navbera çûyîna dibistanê û ketina pey xewna xwe de, hesinkariyê hilbijartiye.
Aya der barê zehmetiyên vî karî de got ku ev karekî wisa ye ku zehmetiyên wê pir in, amaje bi hêza jinan kir û got ku tiştek ji bo jinan zehmet û nebe tune ye ger ew bixwazin bigihîjin xewn û hedefên xwe.
Jê re gotin ‘Tu jin î ev kar ne layiqî te ye’
Aya rexneyên civakê ji bo kesayet û pîşeya wê tên kirin bi bîr xist û got: “Civakê rexne dikirin digotin; ‘Tu jin î ev kar ne layiqî te ye.’ Lê di vir de xewnek û daxwazek heye, jin çiqas ber bi xewna xwe ve bimeşin wê xewna wan nêzî wan bibe û di dawiyê de pêk were. Lê beşek ji civakê jî bi pîşeya min şanaz in û piştgiriyê didin.”
Di 9 salên hesinkariyê de Aya çima 8 salan xwe weke xort da nîşandan?
Aya ji tirsa ji nêrînên civakê 8 salan xwe wekî xortekî hesinkariyê dike dida nîşandan lê nêzî salek e maskeya li ser rûyê xwe bi baweriya ku ew jinek vî karî dike radike. Salek e her kes dizane Aya ew Mihemedê hesinkar e.
Piştre bi karekterek jinek ji xwe bawer û hesinkar bi rûyê xwe yê bedew, derdikeve pêşberî hesinkar û civakê.
Bi bawerî karê xwe dike
Aya xwedî taybetmendiyeke wisa ye ku ji tiştên zehmet û macerayê hez dike û dixwaze bide îsbatkirin ku karê jinan ne tenê metbex û ne jî mamostetî ye, jin dikarin her karî bikin ji lewre her kes bi bawerî nêzî karê ku Aya dike dibe.
Xwe naşibînim mêran ez jin im û xwedî pîşe me
Postek neyinî li ser malperên civakî ji Aya re hatiye dibêje ku tu xwe dişibînî mêran lê Aya wiha bersiv dide: “Ez xwe naşibînim mêran, ez jin im xwedî pîşeyek im û pê alîkariya malbata xwe dikim.”
Ji xwe re riyek nû hilbijartiye
Aya ji xwe re gotina ku ew jinek bêhêz e û sibê wê bizewice û mêr hemû berpirsyariyên wê rake, napejirîne û dibêje: “Ez bi xwe xewnên xwe pêk tînim, li benda kesê namînim ku were daxwazên min bi cih bîne. Jiyan ne tenê zewac e, xewn û serkeftinên mezin li benda min in ku pêk bînim. Min zewacê ji ferhenga jiyana xwe derxistiye, niha xewnên min hene. Yek ji xewnên mine w e dixwazim dest bi riyeke nû bikim û piştgiriya bidim jinan.”
Aya ji malbatên ku azadiya keçên xwe dorpêç û sînordar dikin re dibêje: “Hûn bi destên xwe bi vê dorpêçê, siberoja keçên xwe tarî dikin. Rêzgirtin ji biryarên dê û bav re heye lê her tiştê ku dikin rast nîn e. Carna zewac têra îstîqrara keçên we nake, pêwist e xwedî pîşe bin lewre her zewac serkeftî nîn e. Dema ku pêşeyek te hebe tu pala xwe nadî kesek, bi xwe ji xwe re dibî çavkaniya hêzê. Ya pîşeyê hilbijêre ne wekî ya zewacê dipejirîne ye. Zewac hinek caran demkî ye lê pîşe herdemî ye û heta mirinê bi mirov re dimîne.”
Di nava nezaniya tê ferzkirin de nefetisin riyeke nû hilbijêrin
Aya bang li jinên xwe bêhêz hîs dikin dike ku bihêz bin, di nava civaka ku wan bê rol kiriye û dixwaze wan di nav nezaniyê de bifetisîne, riyek ji xwe re hilbijrên, bimeşin û bigihîjin armanca xwe lewre rê li benda wan e.
Aya dibêje ku karê hesinkariyê ne tenê birandina hesin û lehîmkirin e, hesinkarî perwerde, huner û afirînerî ye.
Aya li saziyên pêwendîdar banga piştgiriyê kir ku depoyek vekin û got: “Ez amade me hemû keç û jinên hezkiriyên vî karî hîn bikim. Pêwistiya jinan tenê bi piştgiriyê heye, da ku bi xwe bawer bin û îradeya wan xurt be.”