Her cure qumaşên cilê Kurdî li dikana Nazenîn ê dikarin bibînin

Li dikana Nazenîn Mehmud a li Şarezorê hemû cureyên qumaşê licê Kurdî yê jinan dikarin bibînin û ji bihayê bazarê kêmtir bigirin.

Şarezor - Nazenîn Mehmud li bajarê Şarezorê serê sibê saet 9’an bi xemla xwe ya kurdewarî derê dikana xwe ya cilên Kurdî vedike heta 11’ê şevê li ber dikanê xizmeta heskiriyên cilê Kurdî dike. Hemû cureyên qumaşên cilê Kurdî yê jinan li dikana Nazenînê tê dîtin, li gel xemla li ser tên bi karanîn.  

Nazenîn Mehmud diyar kir ku ew dixwaze hemû jin li gorî derfetên xwe kar bikin û wihsa berdewam kir: “Ez dixwazim hemû jin kar bikin. Dibe ku her kes weke hev nekare demdirêj kar bike, lê li gorî her kesê kar heye ji ber wê dixwazim hemû jin di nava kar de bin.”

Nazenîn da zanîn ku li ser pêdiviyan ew hemû tiştên li ser cilê Kurdî hewil dide bîne dikana xwe û got: “Ez dixwazim tiştên cuda yê ku li her derê neyê dîtin bînim. Her ku diçim ji bo dikarnê tişt bînim çavê min li tiştên cuda digere. Ez li ser daxwaziyên jinan tişt tînim û di xizmeta jinan de me. Ez fiyetê tişên xwe timî ji yê bazarê kêmtir dikim. Ji ber dikana min bi xwe ye dikarim li gorî pêdiviyên derdorê bixebitim û her kes ji karê min raziye. Ger derdor ji karê min nerazîbana min nedikarî 8 salan li vêderê vî karî bikim.”