Ghada Saba: Di warê aborî de bihêzkirina jinan xebata me ya sereke ye

Ghada Saba bal kişand ser çalakiyên rêxistinê yên têkildarî perwerdekirin û bihêzkirina jinan li parêzgehên curbecur ên Urdunê, her wiha da zanîn ku bi armanca peydakirina derfetan di torên civakî yên cihêreng de dixebitin.

SARA EL-DEMÛR

Urdun- Rêvebera Cibcîkar a Rêxistina Saba Hamlet, Ghada Saba got ku di warê aborî de bihêzkirina jinan dibe alîkar ku rola wan di pîşesaziya ewlehî û aştiyê de were aktîfkirin. Nemaze jî bihêzkirina wan dibe alîkar di peydakirina cihek têrker de ji bo îfadekirina meyl û afirîneriyên wan, di hemû warên cur be cur ên akademîk û pîşeyî de.

Der barê rola "Rêxistina Saba Hamlet ji bo Wekheviya Zayenda Civakî" de Rêvebera Cibcîkar a Rêxistina Ragihandinê Ghada Saba ji ajansa me re wiha got: "Rêxistin ji bo organîzekirina rêzeçalakiyên ku jinan li cihên wan ên cuda bi hêz bike dixebite. Ew jî bi hevkariya saziyên civaka sivîl û saziyên xêrxwaziyê ye. Rêxistinê gelek însiyatîfên wek projeya ‘Şoufa’ û ‘Di dîrokê de jin’ pêk anîne, ji bilî lidarxistina gelek şano û çalakiyên hunerî bi armanca guhertina dîmenê heyî yê jinan kêm dibîne."

“Rêxistin li parêzgehan Urdunê xebaten xwe didomîne”

Ghada Saba bal kişand ser çalakiyên rêxistinê yên têkildarî perwerdekirin û bihêzkirina jinan li parêzgehên curbecur ên Urdunê. Her wiha da zanîn ku ji bakur heta başûr, bi armanca peydakirina derfetek ji jin û keçên ciwan re ji bo ku di torên civakî yên cihêreng de veberhênan bikin dixebitin. Ji bo destpêkirina projeyên xwe yên biçûk jî anî ziman ku rêxistin ji bo perwerdekirina endamên civakê li ser metirsiyên zewaca zû ji bo zarokên keç, bi hevkariya sazî û komeleyên têkildarî jinan li hundir û derveyî Urdunê kar dike, bi armanca bihêzkirina jinan di warê aborî de.

Ghada Saba amaje bi wê yekê jî kir ku her wiha rêxistin bi hevkariya biryara Encûmena Ewlekariyê 1325, a têkildarî rola jinan di aramî û ewlehiyê de û bi hevkariya Komîteya Niştimanî ya Karûbarên Jinan û hejmarek ji aliyên pêwendîdar re kar dike.

“Pêwîst e jin ji bo bihêzbûna di warê aborî de piştgiriyek baş bibînin”

Der barê pêwîstiya bihêzkirina aborî ya jinan de, Ghada Saba bal kişand ser rêjeya zêde ya jinên xwenda li Urdunê û got ku rêje pir zêde ye ger ku bi beşdariya wan a kêm di bazara kar û pîşeyî de were muqayesekirin. Ev jî dibe kêşeyek ku divê tavilê bi peydakirina çareyan were çareserkirin da ku jin di warên xwe yên cihêreng de û li gorî meylên xwe yên akademîk û pîşeyî rola xwe bilîzin.

Ghada Saba diyar kir ku tevî beşdariya jinan ji bo karsaziyên biçûk û navîn ên ku derdikevin holê, tu jimare û lêkolînên xwecihî nîn in ku nîşan bidin ka ev karsazî çiqas bandorê li aboriyê û asta mezinbûna wan dikin û dibîne ku pêwîstî bi lêkolîn û amaran heye ji bo peydakirina hejmarên rast ku bandora xebata jinan li ser geşedana aborî nîşan didin. Jixwe pêkanîna van lêkolînan daxwaza hevkariyeke rast û cidî dike bi hejmarek ji aliyên pêwendîdar û piştgir ji mafên jinan re.

“Ji bo guhertinê pêwîstî bi piştgirî û hewldana hemû saziyên pêwendîdar heye”

Ghada Saba teqez kir ku Urdin di warê bihêzkirina jinan de pir hêdî ye lê ew li ser riya rast e û guhertina ku tê xwestin pêwîstî bi piştgirî û hewldana hemû saziyên pêwendîdar heye ji bo têkelkirina jinan di jîngeha karsaziyê de. Her wiha danûstandinên li ser bingeha zayendî bandoreke neyînî li ser daxwazên jinan dikin û pêşketina wan bi sînor dikin, nemaze di warê karsazî û aborî de.

Ghada Saba daxwaza pêwîstiya bihêzkirina jinan ji bo gihandina cihên biryardayînê kir, ji ber ku paşguhkirin û binpêkirina jinan ji bo wê guhertina tê xwestin di bihêzkirina jinan de û di beş û warên cuda yên jiyanê de pêk nayne.

Hêjayî gotinê ye ku Saba Hamlet rêxistineke ne qezenckar e ji bo wekheviya zayendî ku di sala 2015'an de bi armanca pêşxistin û bihêzkirina jinan û wekheviya zayendî hatiye avakirin. Bi riya avakirina platformeke diyalogê li ser asta civakê ji bo rakirina tundiya li ser jinan, dayîna piştgiriya piralî ji kesên ku ji şîdeta zayendî rizgar bûne û bihêzkirina jin û keçên ciwan ji bo pêkanîna xewn û hêviyên xwe.