Erîfa Mihyedîn 20 sal in cilan didirû

Erîfa Mihyedîn li Taxa Hilêliyê ya Bajarê Qamişlo 20 sal in cil û bergan didirû, dibêje ku ew pir kêfxweş dibe bi karê ku dike.

FEREH DAWÛD

Qamişlo- Jin bi taybetmendiya xwe afrîner in, di her karên ku dikin de neqşeyeke xwe ya pîroz û taybet ava dikin. Çi hunera destan be wekî dirûtina cil û bergan, rêzkirina rîs û hwd. ku jin dikin taybetmendî û xweşkbûna wê berhemê derdikeve pêş. Dibe ku di demên berê de desthilatdarî li ser jinan dihat kirin û nikaribûn tu karî bi dilê xwe bikin lê belê di roja me ya îro de piştî ku şoreşa jinan bi ser ket, her jinek dikare hunera xwe bi rehetî bi pêş bixe. Erîfa Mihyedîn bi temenê xwe 38 salî ye ji Taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yek ji wan jinên ku cil û bergan didirû û bi vî karê xwe  serbilind e. Erîfa li ser jiyan, destpêkirina karê xwe yê dirûtinê, zehmetî û kêfxweşiya xwe bi me re parve kir.

"Destpêkirina kar û derbaskirina hemû zehmetiyan"

Erîfa Mihyedîn behsa destpêkirina karê dirûtinê û derbaskirina hemû zehmetiyan dike û wiha dest pê dike: "Ev 20 sal in ez karê dirûtina cil û bergan dikim, xwişka min karê dirûtinê dikir û wê ez fêr kirim, dema xwişka min ji malê derket ji bo dayika xwe min jî dest bi vî karî kir. Rast e destpêkê ji bo hezkirina dayika xwe min dest bi vî karî kir lê belê bi demê re ji min re bû kêf û hezkirin. Her karek ku  mirov dest pê dike, zehmetî û tirsa wê heye, em wekî xeyat bêtir ji bikaranîna meqesê ditirsin, ev yek jî bi karê pratîkî û demê re derbas dibin. Ez pir kêfxweş dibim dema dirûtinê dikim her wiha dema cilên ku min çêkiriye li hin jinan dibînim, kêfxweşiya min zêdetir dibe. Bi taybetî bi dirûtina cil û bergên çanda Kurdî ez şanaz dibim, ji ber ku cilên me çanda me ne."

"Tevî westandina kar, hezkirina min a ji bo dirûtinê naqede"

Erîfa Mihyedîn da zanîn ku tevî hemû westandinan jî hezkirina wê ji dirûtina cil û bergan re naqede û wiha pêde çû: "Ez cil û bergên çanda kurdî, leşkerî û kirasên normal ên mezin û biçûkan didirûm. Tevî ku ewqas jiyan û teknîk pêşketî ye jî mirov berê xwe didin dirûtina wiha, ji ber ku dixwazin modelên li gorî kêfa xwe çêbikin. Amûr û pêdiviyên ku lazim dibin ji bo karê dirûtinê ta, derzî, makîneya dirûtinê, caw û tiştên bi vî rengî ne. Zehmetiya debarkirina van pêdiviyan tune ye ji ber ku her tişt li bazarê peyda  dibe. Karê ku ez dikim westandina wê heye belê tevî vê yekê jî hezkirina min ji dirûtinê re naqede û dema ez berhemên xwe yên baş dibînim, westandina xwe ji bîr dikim."

"Dema mirov bêkar û bêhuner be, wê demê hîs dike ku bêqîmet e"

Erîfa Mihyedîn bal kişand ser girîngiya pêşxistina mirov a hunera xwe, ji ber ku mirov û bi taybetî jin dema bêkar bin hîs dikin ku bêqîmet in û wiha bi dawî kir: "Dema mirov bêkar û bêhuner be, wê demê hîs dike ku bêqîmet e. Her dem mirov û bi taybetî jin hêvî dikin ku xwe fêrî karekî bikin û feydeyê bidin xwe û derdora xwe. Ez jî bi riya vî karê xwe aboriyeke xweser ava dikim da ku hewcedarî tu kesî nebim û bikaribim jiyana xwe bi rehetî bi rê ve bibim. Dema jin xwedî hunerek bin, wê demê baweriya  wan bi wan zêde dibe, ji bo vê yekê ez her dem hewl didim jinên derdora xwe jî fêrî vî karî bikim. Ez dixwazim ji hemû kesên xwedî huner re bibêjim ku divê mirov xwe bi pêş bixe û di mal de bêkar nemîne, bila zehmetiyan ji xwe re nekin astengiyek.