Di suka ristin û çinînê ya Helepçe de destrengîniya jinan

Jinên Helepçe yên destrengîniya xwe tevlî xebata sukê kirine diyar kirin ku ew bi dilxweşî kar dikin û hêzê ji hev digirin.

MEHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe – Li Suka Sendîkaya Ristin û Çinîn ê ya Jinên Helepçe destrengîniya jinan bala dîdaran dikêşe xwe û timî qerebalexe. Jinên Helepçe destrengîniya xwe di sukê de digihînin hev û heya derengiya şevê xizmeta dîdaran dikin.

Serpereşta Suka Sendîkaya Ristin û Çinîn ê ya Jinên Helepçe Suzan Şeban têkildarî xebata nava sukê giştî wiha got: “Bi qasî 60 jin di vê sukê de dixebitin. Em bi qasî 25 jinan bi çêkirina xwarinê û nanê germ mijulin. Li gel wê jî me berehmê xwe yê berê li malê amadekirî jî aniye tevlî berehmê keda destê jinan a sukê kiriye. Bi vekirina sukê re me dît her jinek Helepçe xwediyê hunerek cudaye û destrengîniya hemûyan li vê sukê gihaye hev.”

Suzan Şeban têkildarî dema xebatê jî ev tişt anî ziman: “Em ji saet 8’ê êvarê bazarê vedikin û li ser karin heta 12 hinek caran jî yekê şevê. Ji nanê sêlê heta gelek tiştên xwarinê li nava sukê bi germî tê amadekirin.”

“Ez bi karê xwe kêfxweşim”

Nafya Qadir a li kêleka Suzanê nanê sêlê dipêje jî despêkê spasiya xwe ji bo Suzanê kir ku ji bo karek wiha ew agahdar kiriye ku bê bixebite û wiha domand: “Suzanê cîh amadekiriye paşê jî li me geriyaye û qala kar kir û xwest em jî bên beşdar bibin. Ez bi kêfxweşî vî karî dikim. Ez xwe ji mêran kêmtir nabînim, ez jî karê derve jî dikim ê nava malê jî dikim.”

“Ji xemil û xêzê heta curên xwarinê li nava sukê her tişt heye”

Xeyal Hesen Xefur jî da zanîn ku bi serpereştiya Suzanê ew karek baş li nava bazarê dikin û wiha berdewam kir: “Hemû curên solên bi destan tên çêkirin, şivakên piştan, xemla li ser cilên Kurdî û gelek cureyên xwarinê yên bi destê jinan hatî amadekirin hene. Pêdiviya me jinên Helepçe bi hevkariyê heye hem malbat hem jî derdor bi me re bibin alîkar ku em bikarin bi rehetî karê xwe bikin.”

Şehên Emer a ji bo amadekirina xwarinê hatî nava suka jinan destxweşî li jinên nava sukê kedê didin kir û got: “Em li nava vê sukê dikarin her tiştî bibînin û ji ber  wê jî destxweşiyê li hemû jinên keda wan di vê sukê de heyî dikim.”