“Xwedî pêdawistîbûn ji bo kar ne astengî ye”

Xansa Mecîd Murad a xwedî pêdawistiya taybet e tu caran xwedî pêdawistiya wê ya taybet ji karkirina wê re nebûye asteng û her tim kar kiriye, niha jî xwedî cihek yê şitlê gulan e û rojane bi karê gulan ve mijul dibe.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe - Jinên xwedî pêdawsitiyên taybet her yek xwedî kêrhatiyek taybet û cûda ye, ji ber derxistin û pêşxistina kêrhatiyên xwe, hinek îrade û alîkariya malbat û derdor pêwist e. Xensa Mecîd Heme Murad ku xelkê Helepçe ye û xwedî pêdawistiya taybet e, xwediyê cihê şitlê gulan ya bi navê Lawî ye.

Xensa hîna di temenê 4 salî de lingê xwe ji dest da lê belê her tim kar û têkoşîna xwe berdewam kir û wiha behsa jiyana xwe kir: “Di temenê xwe yê 4 salî de min di qezayekê de lingê xwe ji dest da. Lê belê bi alîkariya dayik û bavê xwe min karî xwe li ser lingê xwe bigrim, di jiyanê de min gelek karên cûda kiriye, lê belê karê ku min herî zêde jê hez kir karê şitlê gulan bû. Ji ber ji zaroktiyê ve min her tim dixwest karê şitlê gulan bikim. Min destpêkê bi rêya online daxwazê gulan ji min re hatin û piştre gelek kesan daxwaza gulan kirin û min ji hewil da ez berhemên xwe zêde bikim û cihek ji bo şitlên gulan vebikim.”

“Malbata min her tim alîkariya min dikir”

Xense bi bîr xist ku malabata wê gelek alîkariya wê kir û got: “Dayik û bavê min mamostayê jiyana min bûn, di her ketinekê de ez rakirim li ser lingan. Min gelek caran got ez xwedî pêdawîst im û nikarim kar bikin. Lê belê dayik û bavê min her tim di got em piştgiriya te dikin û her tim di festîvalan de cihê min dikirin heta wisa kirin ku ez bi xwe bibim xwedî dahata xwe.”