Bi pirojeyek biçûk 63 jin debar xwe dikin

Koma xewnên biçûk ya ji 63 jinan pêk tê li bajarê Qamişlo avabûye, hemû jinên ku di vê komê de dixebitin di aliyek qada hunerê de pisporin û bi destrenginiyên xwe gelek amrên hunerî yên cûr be cûr çêdikin.

LEYLA MOHEMED

Qamişlo – Koma xewnên biçûk di sala 2011’an de li bajarê Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûrye hatiye avakirin. di destpêkê de di vê komê de 13 jin cihê xwe digiritin û karên hunerên dest yên cûr be cûr ku ji bo ciwankariya di malan de tê bi karanîn çêdikin. Niha ev hêjmar gihaye 63 jinan, cihek ê vê komê sabît nîne lê bi xebitin, her yek di mala xwe de karê hunerên dest çêdikin bi rêya pêşangeh û mêhrîcanan hunerên destê xwe nîşan didin. Jin dem dem li firoşgeha rêvebera komê Fatma Xelîl kom dibin û di derbarê karê xwe de di nêrîn didin. Rêvebera xewnên komeke biçûk Fatma Xelîl di derbarê xebatên xwe yên nexşan de ji ajansa mere axivî.

Fatma Xelîl diyar kir ku wan di sala 2011’an de dest bi avakirina vê komê kir û wiha got: “Dema ku me pêşangeha xwe ya yekem vekir koma me ji 13 jinan pêk dihat. Di nav wan de jinên ji hevjînê xwe cûda bûne û jinên ku hevjînê wan miribûn hebûn. Diviya bû ew jin bixebitin ji bo bikarin dahata xwe bi dest bixin û zarokên xwe xwedî bikin û pêdiviyê wan peyda bikin. Min ev nav lê kir, ji bo belavkirina geşbîneyê ji ber ku her jinek di nav me de xewnek heye ku dibe bi saya vê komê pêk were.”

 “Ferqeke mezin di navbera karê me yê destpêkê û niha de heye”

Fatma Xelîl bi bîr xist ku di Mijdara sala 2011’an de hejmara jinên di komê de bû 46 û wiha dom kir: “Her yek ji me li ser karên cuda di qada hunera destan de di xebite hin ji wan karên tevin û xişiriyê dikin. Hin ji wan jî ji kavil û kertonan dîmen û selikan çêdikin, hin ji wan jî hawanê zivistanê dixebitin. Ji bilî wê jî keç û xwendekar hene tabloyan xêz dikin û di pêşangehên me de nîşan didin ji ber ku di koma me de Jinên xwedî hunera destan hene, derbarê  pêşveçûna xebata zêdeyî 10 sal berê dest pê kir ferqeke mezin di navbera karê me yê destpêkê û karê me yê niha de heye di dema borî de me gelek êş kişand ji qutkirina elektîrkê her wiha ji ber buhebûna nirxan me nekarî malzemeyên bazirganiyê bikirin û me jî ti alîkariya darayî wernegirt lê piştî demek ji destpêka karê xwe û beriya vekirina yekemîn pêşangha me dibin navê ‘Ez Alîkariyê dikim’ me mîqdarek wergirt ku alîkariya kirîna pêdeviyên me kir ji derveyî vê jî komeleyek kooperatîf alîkariya darayî da me û ev yek jî bû alîkar ku em di pêşangeha xwe ya yekem de hîn zêdetir pêşkêşî bikin. Li bajarê Qamişlo û gelek herêman dengvedaneke mezin heye.”

  “Ji çend titşan amûrên xemlê çêdikim”

Fatima Xelîl da zanîn ku piştî pêşangeha wan ya yekem ku serkeftinek mezin bi dest xist, wan  piştgirî û cesaretek berfireh wergirt da ku ew bikarin pêşde biçin û got: “Her Jinek di nav me de xeyalek ya wê heye dixwaze pêk bîne. Jina ku li ser tevna hirî dixebite xewna wê ewe ku kesek projeya wê bipejirîne, wênekêş dixwaze perwedeyek belaş veke û em di rola xwe de wekî çavdêrên komek biçûk ya xewnan, dê hewl bidin ku xewna her jinê pêk bînin. Di nav wan karên ku komeke biçûk ya xewnan dike de çêkirina dîmenên ji çend tiştan wek karton , Sifinc û hwd, çêkirina amûrên xemilandina por û dirûtina hirî hene. Gelek daxwaz ji me re tên nemaze di dema vekirina pêşagehên me de an jî beşdarbûna me di festîval û pêşangehan de , di pêşangeha dawî de ku em tê de beşdar bûn gelek dexwazên selikên xemilandî bi Newrozê hevdem bû û wergiritna têkiliya bi xerîdaran re bi rêya medyay civakî tê kirin. Komeke biçûk ya xewnan cih, salon û atolyeyek ji bo hevdîtina jinan nîne, ji ber vê yekê jî zehmete bi hevre hevdîtinê bikin, her yek ji me di mala xwe de dixebite û hemahengî dinavbera me de çêdibe. Her carê di firoşgeha min de em li hev dicivin tevî ku biçûke jî lê pêşwaziya hemû endmên komê dike. Piraniya kelûpelên kar li Qamişlo peyda dibin, lê peydakirina hinek kel û pelan jî zehmete weke têlên kilîm û xîzê ew biha ne ji ber ku ew bi rêya erebeyên bazirganiyê tên û gelek wext digre heta digihije destê me û di pêîerojê de em pilan dikin ku komeke din ya biçûk ya xewnan avabikin.”

  “Min biryar da ku ez xwe hîn zêdetir pêşbixim û hunera xwe berfirehtir bikim”

Xada Hac Hemîd ku ji Dêrazorê ye û yek ji jinên koma xewnên biçûke da zanîn ku destpêkê koma wan komek biçûk bû û got: “Bi vekirina pêşangehê di karê me de pêşketinek derket û hem jî azwariya me geş kir, di serî de min li ser tevkirina têlên hirî û kilîm dixebitîm lê min xwest ez xwe zêdetir pêş bixim lewra min biryar da ku pêlîstokan bi rêbaza tevkirin bihirî çêbikim, pêşangeha ku em beşdarbûn ramanên nû pêşkêşî me kirin û derfet da min ku ez karên xwe pêşan bidim û min teşwîq kir ku ez bêtir berheman pêşkêş bikim. Min Enstîtuya Hunerên Jin qedandiye, ji wê demê ve min karê tevnevaniyê di malê de dikir piştî ku min koma biçûk ya xewnan nas kir wê demê min  xwest  ku karê xwe berfiteh bikim û bibînim ku xelk bêtir ji çi hez dikin her wiha ji bo alîkariya malbta xwe ji vegerndina aborî sûd wergirim û dayîna lêçûna malê de ez bi pereyên ku ji karê xwe qezenc dikim alîkariya malbata xwe dikim. Min koma biçûk ya xewnan weke malbat bi nav kiriye û têkiliya di navbera me de pir xweşe, ev yek bû sedema ku em hest bikin ku em xwişkin û ji hev şîretan werdigirin. Ez dixwazim komek piçûk ji xeyalên ku li hemû herêman pêş bikevin û belav bibin.”

 “Armanca me ewe em xebatên xwe pêş bixin”

Mona El- Ehmed a ji bajarê Qamişlo diyar kir ku ew di nava koma biçûk ya xewnan de cihê xwe digre û wiha got: “Li ser tevna hirî dixebitîm û ev yek weke hojabiyeke ku ji zarokên xer ve hîn bûye û wek kom armanca me ewe ku em xebatên xwe yên ji bo me çavkaniya debarê ye, zêde bikin û pêş bixin û pêdiviyên malbatên xwe bi cih bînin. Ji ber nêzîkbûna demsala havînê siparîşên hirî pir hindik in, ji bilî bihabûna bihayên ku bûne sedema lawazbûna siparîşan, her dem hêvî û geşbîniya me heye ku dê her tişt ji berê baştirr be. Em hêvî dikin ku xebata di koma biçûk ya xewnan de wê pêş bikeve û xewnên hemû jinên têde dixebitin wê pêk were.”